Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi dewirgirtina koma 218’an didome

Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 218’an, di roja xwe ya hezar û 135’an de bi biryardariyek mezin didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di roja xwe ya hezar û 135’an de bi biryardariyek mezin didome. Çalakî îro ji aliyê koma 218’an ve hat dewirgirtin.

Merasîma dewirgirtinê ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 217’an Leyla Arzû Îlhan axivî.

‘Rêbertî îrade, hebûn û armanca me ya jiyaneke azad e’

Leyla Arzû di destpêka axaftina xwe de şehîdên meha tebaxê û şehîdên pêvajoya aştî û civaka demokratîk de hatin ragihandin bibîranî û wiha axivî: “Wek gelê Kurd em qonaxeke pir zor û zehmet de derbasbûn. Vê qonaxa zehmet ya ku me jiyankirî de gelek lehengên me gihiştin şehadete. Şehîdên me ji bo ku dijminê gelê Kurd nikaribe li Kurdistanê serwer bibe ked dan, fedakarî kirin û şehîd bûn. Li ser ked û têkoşîna ku Rêbertî û wan şehîda dayî em îro behsa pêvajoyeke aştî û civaka demokratîk dikin. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji bo gelê Kurd, mirovahiyê û Rojhilatanavîn bûye çarenûsa çareserkirina pirskirêkan. Gelê Kurd û jinên Kurd têkoşîneke bêhempa dan meşandin. Lê têkoşîna me hîna ne gihiştiye encamê. Ji bo ku ev têkoşîna ku bi berdelên giran hatî meşandin bi encamgir bibe wê têkoşîna me ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidome.

Ji ber wê em li ser navê Meclîsa Îştar û jinên wargehê dibêjin Rêbertî îrade, hebûn û armanca me ya jiyaneke azad e.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 218’an û bi dirûşmeyan dawî bû