Li Cezayîrê zêdetirî 190 şewat derketin 12 mirî 54 birîndar hene

Piştî şewatên ku bandor li hin parêzgehên bakur û rojhilatê Cezayîrê kirin, hate ragihandin ku 12 kes mirine û 54 kes jî birîndar bûne. Li Cezayîrê sê roj şîna neteweyî hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Daneyên tîmên Parastina Sivîl mezinahiya karesatê eşkere dikin. Di 24 saetên dawî de li Cezayîrê 193 şewat hatin tomarkirin. Ji wan şewatan 46 hîn berdewam dikin û tîmên agirkujiyê xebatên xwe yên kontrolkirina agir didomînin. Ev agahî ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Parastina Sivîl ve hat ragihandin.

Ji bo misogerkirina ewlehiya niştecihan tedîbr hatin girtin

Dîmenên ku li ser platformên medyaya dîjîtal hatin parvekirin nîşan didin ku agir li deverên fireh belav dibe û gelek mirovan li herêmên bandorbûyî dorpêç dike.

Di vê çarçoveyê de Jendermeya Neteweyî ji ber şewatan sê rêyên sereke yên herêmên rojhilatê Cezayîrê, yên nêzî parêzgehên Becaya, Cîcel û Setêf ji trafîkê re girtin. Ev tedbîr ji bo misogerkirina ewlehiya niştecihan û ji bo gihîştina tîmên rizgarkirin û destwerdanê hate girtin.

Herî zêde Parêzgehên bakurê Cezayîrê ji şewatan bandor bûne

Tê zanîn ku parêzgehên bakurê Cezayîrê di nav herêmên ku di mehên havînê de herî zêde ji şewatên daristanan bandor dibin de ne. Li gorî pisporan, faktorên wekî bilindbûna germahiyê û kêmbûna baranê xeteriya derketin û belavbûna şewatan li deverên fireh zêde dikin.

Şewatên heyî, şewatên mezin ên salên borî yên li Cezayîrê tînin bîra mirov. Bi taybetî, şewatên berfireh ên li dora Becayayê yên di Tîrmeha 2023’yan de, bûn sedema mirina zêdetirî 30 kesan, bi hezaran hektar erdên daristan û çandiniyê wêran kirin û bi sedan xanî şewitandin.

Di meha Tîrmehê de 2 hezar bûyerên şewatê hatin tomarkirin

Rayedarên Cezayîrê tenê di meha Tîrmehê de li herêmên cuda yên welat nêzî 2 hezar şewat tomar kirine. Ev yek nîşan dide ku têkoşîna li dijî şewatên daristanan di mehên havînê de dibe pirsgirêkeke  her ku diçe mezin dibe.