Portreya Rojê: Bijîjka ji Qahire Zûhîre Ebdîn

Bijîjk Zûhîre Ebdîn a tevahî jiyana xwe ji bo xizmeta civakê derbas kir ji ber kar û çalakiyên xwe gelek xelat li ser asta welatê xwe û navdewletî girtine û heta ku koça dawî kir ji bo xizmet û alîkariya zarok û hejaran xizmet kir.

Navenda Nûçeyan- Zûhîre Ebdîn di sala 1917’an de ji dayik bûye û di maleke xwedî zanîna asta bilind û rewşenbîrî de li Qahîreyê mezin bûye. Di hevdîtinek di sala 1999’an de daye diyarkirin ku malbata wê gelek girîngî daye perwerdeyê û vê yekê wisa kiriye ku xwesteka wê ji bo xwendina pirtukên cûr be cûr zêde bibe.

Kar û çalakiyên bijîjk Zûhîre Ebdîn ne tenê ji bo zarok û hejaran bûn her dem bal kişand ser zarokên bê serpereş û jinên ku hevjînên wan koça dawî kirine.

Her dem pileya yekem bi dest dixist

Zûhîre Ebdîn yekem bijîjka jin bû ku li zanîngeha Misrê wane daye û piştî vegera Îngîltereyê, di sala 1939’an de yekem bijîjka Misrî bû ku di sala 1948’an endamtiya koleja şahane ya bijîjkî ya Londonê bi dest xist. Yekane jina bi rêgeza Ereb di sala 1992’an de xelata Elîzabet Nûrgalî ya Navdewletî girt.

Ji sendîkaya bijîjkan der barê Zûhîre de wiha hat gotin: “Ev bîjîke her dem yekem bû, ji dema ji dayik bûye ve di 1917’an heta mirinê 2002’an her dem pileya bilind bi dest xistiye.”

Gelek cihên fermî damezrand

Ev bîjîke di aliyê derman û çareseriyan de têgihîştî bû, li gorî wê derman peyameke ji bo çareseriyê ye, ne madeyeke ku ji bo pişeyê were bikaranîn. Bi taybetî ji bo nexweşiyên zarok û romatîzmayê gelek lêkolîn kir û di kovarên zanîstî yên navdewletî de hatin weşandin. Zûhîre nesekinî heta ku sedema çêbûna romatîzmayê di zarokan de çiye bibîne.

Di nava kêmkirina rêjeya mirina zarokan ji ber nexweşiya dil li Misrê ji rêjeya ji sedî 47 heta ji sedî 3 kêm kir. Her wiha di aliyê pîşeyî de gelek bijîjk û navend bi fermî damezrand. Ji wan navenda dil di sala 1957’an li seranserî koleja bijîjkî ya Misrê, di sala 1975’an de peymangeha tendirustî ya zarokan li Qahîreyê damezrand. Di sala 1986’an de koleja bijîjkî ji bo jinên Dubayî demezirand û di nava 7 salan de rêveber bû her wiha komeleya bijîjkên Misrê damezrand.

Rêveberiyê ji civakê re kir

Zûhîre Ebdîn di aliyê xêrxazî û karên giştî de destek dirêj hebû, gelek xelatên rêzgirtinê û sipasiyê ji aliyê kesên siyasetmedar û zanyar ve di asta navxweyî û navdewletî de girtiye.

Bijîjk Zûhîre nasnavê dayika bijîjkî li Misrê girt û xelatek ji hevjîna serokê wê demê yê Misrê Sûzan Mubarek di sala 1990’an de di merasîmek fermî de girt.

Piştî hemû jiyana xwe xist xizmeta civakê bi giştî û bi taybet zarokan, gelek xelat li ser asta niştîmanî û navdewletî girt. Herî dawî di sala 1992’an de nexweşiya penceşêra pêsîrê pê re peyda bû, piştî 10 salan li nexweşxaneyê di 6’ê Gulana 2002’an de koça dawî kir.