Portreya Rojê: Sahar El Qewasma bi xebatên xwe ji bo jinan bû mînak

Sahar El-Qewasma qalib, rolên paşverû û her çarçoveya ku jinan şermezar û bêqîmet dibîne red dike û ji bo guhertina vê rewşê têkoşiya.

NEXEM KARACA

Xeza- Sahar El-Qewasma ne ji malbateke ku weke xortan derfetan dide keçên ciwan û bi azadî û mafên keçan ên weke xwendin û gerê bawer dike bû. Ji temenê xwe yê biçûk ve cihêkariyê di nava malbatê de jiya. Piştî qedandina lîseyê xwest li derveyî welat bixwîne lê ji ber rewşa aborî ya dijwar bi ser neket. Tevî wê jî xwestek û biryardariya xwe berdewam kir û bi israr xwest beşa derûnînasiyê bixwîne. Li hemberî hemû zehmetiyên ku pê re rû bi rû mabû, adetên civakê jî di nav de, ji bo ku xeyalên xwe pêk bîne û ji bo jinan bibe mînak li ber xwe da.

Tu carî dest ji xizmeta xwe ya civakî û mirovî berneda

Sahar El-Qewasma, di sala 1975'an de ji dayik bûye, li bajarê EL-Xelîl dijî. Di warê xwendinê de xwedî ked û hewldaneke cihêreng bû heta bêwestan gihîşt pileya herî bilind. Di sala 1999'an de bawernameya lîsansê di warê xebata civakî de girt, di sala 2007'an de bawernameya masterê di warê zayend û pêşketinê de û di sala 2018'an de doktora li ser tevgerên femînîst ên li Rojhilata Navîn temam kir. Ew bi azwerî, çalakî û hezkirina xwe ya ji bo xebatê, bi taybetî di çarçoveya tevgera femînîst a Filistînî û bi hêzkirina jinên Filistînî de diyar bû û her çend ew dayika sê zarokan e jî ji xizmeta xwe ya civakî û mirovahî ji bo jinên Filistînî dest berneda û hewl da di navbera mal û karê xwe de wekheviyê çêbike.

“Ez ji bo bihêzkirina jinan her dem xebitîm”

Sahar El-Qewasma di axaftina ji ajansa me re wiha got: "Peyama min mijara tevgera femînîst a Filistînê di navbera pêdiviyên civakî û guhertina berjewendiyên siyasî de radixe ber çavan. Ez rêvebera navend û saziyên jinan û rêvebera projeyên pispor ên bihêzkirina jinan im ji bo saziyên jinan ên Filistînî û rêxistinên navneteweyî hatim tayînkirin. Li zanîngeha EL-Xelîl û zanîngeha Vekirî ya El-Quds di warê hînkirina kursên zayenda civakî û bi giştî pirsgirêkên jinan de wek mamoste xebitîm. Di dirêjahiya kariyera xwe de, ezmûnên min bi mijarên bihêzkirina jinan ve girêdayî bûn û di çarçoveya xizmet û piştgirîdayîna jinan de min gelek lêkolîn û gotar nivîsandin.”

“Ji bo ku jin kesên pêşberî xwe îqna bikin divê xwedî zimanek mantiqî û edebî bin”

Sahar El-Qewasma qalib, rolên paşverû û her çarçoveya ku jinan şermezar û bêqîmet dike red dike. Ew ji bo guhertina vê rewşê têdikoşe. Di wê baweriyê de ye ku keçek dikare bigihîje xeyalên xwe û baweriya xwe bi şiyanên xwe bîne. Her wiha dibîne ku pirsgirêka rastîn ji bo jinan di rawestgeha ewil de teslîmbûn e. Jin, ji bo ku bikaribin îqna bikin divê li pêşberî her kesê bi zimanekî mantiqî û edebî xwedî hunera nîqaşê bin. Pêwîstiya jinan bi kesek ku li wan şîret bike û rêberiyê bike heye, ji bo ku bi mafên xwe bi mirovan re wekhev bijîn. Her wiha divê ku xwe ji bandora çanda civakê ya paşverû ya çewt ku rola wan di civakê de tune dike yan jî bi sînor dike dûr bikevin.

“Ez herî zêde nêzî jinan im”

Sahar El-Qewasma di sala 2010'an de wek rêvebera giştî ya saziya Adwar ji bo guhertinên civakî hat tayînkirin, ew li ser wê yekê wiha dibêje: "Heta vê gavê jî ez saziya Adwar bi rê ve dibim ku bi riya wê min gelek xizmet ji jinan re pêşkêş kirine. Em dikaribûn saziyê bikin cihê ku jin xwe lê bigrin û pêdiviyên xwe lê bi cih bînin. Bername û xizmetguzariyên curbecur ku alîkariya başkirina jiyana jinan di astên siyasî, civakî û aborî de dikin pêşkêş bikin. Tevî zextên xwe yên îdarî û pîşeyî jî ez herî zêde nêzî jinan im. Ji ber ku ez bi hezkirin û bi ruhekî vekirî li wan guhdarî dikim, piraniya civakê ji vê yekê razî bûn.”

Sahar El-Qewasma bi tometa handana jinan û pêkanîna ramanên rojavayî rastî êrîşan hat lê ew tu carî teslîmê van rexneyan nebû. Berovajî vê, ew bi hêztir û bi biryartir bû ku kariyera xwe ji bo bihêzkirina jinan û teşwîqkirina wan ji bo pêşxistin û veberhênana şiyanên xwe temam bike. Her wiha ew bi berdewamî li ser riyên dîtina jêderên diravî dihizirî ji bo alîkariya hejmareke mezin ji jinan û cîbicîkirina gelek projeyan ji bo peydakirina derfetên kar ji wan re. Ew bi enerjî û hewldaneke mezin kar dike da ku xwe bigihîjîne hejmara herî zêde ya jinan û piştgiriya wan di hemû astan û di hemû warên jiyanê de bike.

“Ji ber xebatên xwe xelat girt”

Di warê xebata femînîst û mafên mirovan de Sahar El-Qewasma bandoreke mezin li ser rewşa heyî ya jinan kir û bi vê yekê bala civaka Filistînê bi hemû pêkhate û saziyên wê ve kişand. Di çarçoveya tevgera femînîst a li Filistînê de mînakek çêkir. Li ser vê bingehê saziya Adwar di nava heyeteke Filistînî de ji aliyê nivîskar, rewşenbîr û kesên payebilind ve hat hilbijartin. Vê dawiyê Sahar El-Qewasma, li nêzî kenarên Nîlê li Qahîreyê, di merasîmeke ku saziya Xanima Erdê ji aliyê hunermendê Misrî yê mezin Muhemed Sobhî û Serokê Weqfê Dr. Kemal EL-Huseynî ve hat organîzekirin de, ew ji ber hewldanên xwe û danasîna pirsgirêkên jinan û azadkirina wan ji tundî û her cure cudakarî û neheqiya li dijî wan hat xelatkirin.