Portreya Rojê: Dengê bihêzê ê têkoşîna jinên Lubnanî Nadine Joni

Dengê bihêzê ê têkoşîna jinên Lubnanî Nadine Joni mohra xwe li binê gelek xebatên serkeftî da û li dîrokê navê xwe bi serhildêriyê hêla.

CAROLIN BAZZI

Beyrûd - Nadine Joni yek ji damezrênerên kampanya bilindkirina temenê danîngehê di civaka Şîe de ye ku 6’ê Cotmeha 2019'an jiyana xwe ji dest daye. Wê heta dawî şer kir ji bo ku jinan teşwîqî bi hêzbûnê bike û li beramberî hemû bê mafiyan li mafê xwe bigerin û paşê jî bi serbilindî rêya xwe berdewam bikin. Nadine bi hêz û têkoşînê mohra xwe li dîrokê daye. Ajansa me bi hevalên Nadine Joni rêvebera Rêxistina Abaad Ghîda Ananî, Zîna Ayad û berpirsa kampanya bilindkirina temenê danîngehê di mezheba Şîe de Zîna Îbrahîm re hevdîtin kir. Hevalên Nadine Joni têkildarî jiyan û têkoşîna wê nirxandinên giring kirin.

“Nadine dengê tevgerên jinan ê bê rawestan bû”

Rêvebera rêxistina Abaad Ghîda Ananî diyar kir ku Nadine Joni heta roja dawî di rêxistina Abaad de xebitî û wiha got: “Ji dema ku me bi Nadine re hevkarî kir, berî ku ew tevlî karê ragihandinê yê Abaad bibe, li cihên ewle yên jin û keçan kar dikir. Beriya ku jêhatîbûn û kesayeta wê derkeve holê, bi jinan re di refên pêş de amade bû û piştre jî ji bo Nadine ku tevlî tîmê medyayê bibe me sûdmendtir dît. Nadine kesayetiyek dînamîk bû ku hewil dida di jiyanê de şanaxiyê biafirîne, ji ber vê yekê nebûna wê valahiyek mezin di nivîsgehê de hêla. Wê dikaribû hest, raman, afirînerî bi ken û jîrbûnê jî biafirîne. Ew mîna motorek e ku dikare bi erênî motîve bike bû. Tevgerên jinan dengekî ku qet naweste winda kir. Nadine bê tirs û fikar dengê xwe ji bo parastina mafan bilind dikir, tevgera jinê îro bi awayekî bingehîn kesayetek bi israr winda kiriye.”

“Fêr bibû ku timî bi hêz be”

Çalakvan û hunermenda plastîkan Zina Ayad da zanîn ku di navbera wê û Nadine Joni de hevaltiyek gelek xurt hebû û dibêje: “Ez û Nadine bi hev re di heman beşê de di rêxistina Abaad de di xebitîn. Me bi salan bi hevre kar kir û ofîsa wê rasterast li pêş ofîsa min bû û her sibe ez dihatim ku wê bibim kar û piştî kar jî min ew digihand malê, têkiliya min û Nadine dostaniyek bû, ne tenê hevaltî ye, em heval bûn, ji ber ku me piranî li ser heman mijarê li hev dikir û ji ber ku her yek ji me nêrînek cûda li ser piraniya mijaran hebû. Nadine di sala 2019’an de koça dawî kir, dema Nadine koça dawî kir ez hê li Abaad dixebitîm, berî mirina wê rojek ez li gel Nadine bûm, ew pir bi heyecan bû, ji ber ku otomobîlek kirê kir û tevahiya rojê bi kurê xwe re derbas kir ew pir kêfxweş bû. Wê ew roj bi kurê xwe re jiya û piştre wefat kir. Pêwîstiya Nadine bi piştgirîya moralî hebû, ji ber vê yekê gelek caran em bi hev re rûdiniştin, li wê û êşa wê guhdarî dikir, heta min texmîn nedikir ku ez vê karakterê di Nadine de bibînim. Ji ber ku bi mirovên nêzî xwe re jî, Nadine hewil dide ku wê kesayetiya bihêz nîşan bide. Ji bo Nadine ne zehmet bû ku her dem di rewşek qels de jî kesayetek bihêz nîşan bide, ji ber ku ew bi vî rengî mezin bû û jiyanê ew xist nav van şertan û ji ber vê yekê wê hewil neda ku nîşan bide ew bi hêze, lê belê hewildana wê ew bû ku êşa xwe diyar neke. Di kêliyên ku ew westiyayî bû, min ji xwe re got ku divê ez bihêlim ku ew hestên xwe diyar bike.”

“Wê dixwest heta nefesa xwe ya dawî têkoşîn bike”

Zina Ayad bi bîr xist ku Nadîne bû îlhama gelek jinan û wiha dom kir: “Têkoşîna bi aktîvîst û jinên weke Nadine re dewam dike, ji ber ku Nadine îlham da gelek jinan. Lê em dikarin bêjin kampaniya bilindkirina temenê danîngehê bi çûna Nadine re gelek tişt winda kiriye, ji ber ku ew kesên ku ji dilê xwe ked û xebateke mezin didin, yên ku êşê dijîn û bi taliya wê dizanin. Nadine baş dizanibû ku mijara danîngehê heta çi radeyê bandorê li jiyana jinên ku ji zarokên xwe bêpar mane dike, ji ber vê wê karîbû vê mijarê ji dil bide  û ji bo bidestxistina mafê xwe û hemû jinan bi tundî şer bike. Nadine dizanibû ku ew bi hêz û wêreke, di heman demê de wê dizanibû ku gelek jinên qels hene ku nikarin çarêka karê wê bikin, ji ber vê yekê armanca wê ew bû ku di vê rewşê de her tiştê ku ji destê wê tê bike. Nadine her tim gotina xwe ya ‘Bêyî ku tu şer bikî serî netewîne’ dubare dikir, wê dixwest heta nefesa xwe ya dawî şer bike û bi rastî jî heta dawî li ber xwe da. Her gav ji min re digot ku ez naxwazim ji vê dinyayê  bar bikim beyî ku mohrekê bihêlim û bi rastî jî mohra xwe hişt. Ev her du pend bûne beşek ji ferhenga minaka rojane di jiyanê de, ku ewe ku li vê dinyayê şopek bihêlim û ji bo sedemên ku em pê bawerin şer bikin.”

 “Nadine bi dilpakî xwe di gihand hemû jinan”

Berpirsa kampaniya bilindkirina temenê danîngeha mezheba Şîe Zîna Îbrahîm di derbarê Nadine Joni de axivî û got: “Nadine yek ji dayikên yekem bû ku beşdarî kampanya bilindkirina temenê danîngeha civaka şîe bû. Min ew piştî ku wê kampanyayê li ser torên civakî da destpêkirin nas kir û min bi xwe di yekem xwepêşandana kampanyayê de li ber Encûmena Bilind a Şîe ya Îslamî dît û ew yek ji sazkaryên kampanyayê tê hesibandin. Nadine di kampanyayê de hêmaneke sereke bû û her çend min kampanya da destpêkirin jî, ji ber ku kurê min bi min re ye, ez bi xwe bi dozê re eleqedar nînim. Ji aliyê din ve, Nadine rewş dijiya, heftiyê 24 saetan kurê xwe didît ji ber vê yekê dema ku li ser kampanya ji hêla Nadine ve axaftin dihat kirin, wê bi dilpakî û bi êşek kûrtir xwe digihand mirovan û hawara wê bi rastî digihîşt mirovan. Nadine heta mirina xwe di kampanyayê de xebitî. Ji bo ku bala cîhanê bikşîne ser mijarê, her tim ramanên wê nûjen bû. Ez di Nadine de dengê wê yê bilind û tijî coş, lez û bez û kelecana wê bi bîr tînim. Dema ku behsa kurê xwe dikir, ew xwe bêhêz hîs dikir. Em gelek caran li hev diciviyan da ku li ser çalakiyên kampanyayê bipeyivin û dema ku me li ser mijarên kesane, bi taybetî li ser kurê wê diaxivî, lawaziya wê di çav û şêwaza wê de nîşan dibû, lê di heman demê de min ew wekî jinek bihêz didît. Dema ku me çalakiyek yan xwepêşandanek organîze dikir, yan jî me xwe amade dikir ku daxuyaniyekê bidin, pir bi hêz bû û ez difikirim ku wê hêza xwe ji qelsiya xwe digirit. Me dayikek wêrek winda kir ku dikaribû dengê xwe bîne ziman û dayikên din teşwîq bike. Me kesayetek bi coş û dilsoz di vê dozê de winda kir û ev yek kêm tê dîtin. Dayikan dengê xwe winda kirin, em hene, lê me jinek bi cesaret Nadine winda kir.”