Nellie Bly: Rojnamevanek sînornenas a li pey heqîqetê
Nellie Bly ku ketî nexweşxaneya dînan û rastî derxistî, şertên jiyana jinan nivîsandî û 72 rojan li dinyayê geriyayî, bi rojnamevantiya xwe ya cesûr û lêkolîneriyê mohra xwe li dîrokê da.
Navenda Nûçeyan – Îro 3’ê Nîsanê Roja Azadiya Çapameniya Dinyayê tê pîrozkirin, em Nellie Bly ku wek yekem jina rojnamevan ku navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandî û wek pêşenga femînîsta a rojnamevantiya lêkolînê tê nasîn bi nasin.
Nellie Bly ku bi navê xwe yê rast Elizabeth Jane Cochran, yek ji rojnamevanên Emerîkî bi lêkolînerî û nûçegihantiya bi cesûr dihat nasîn. Di 57 saliya xwe de ji ber zatureyê jiyana xwe ji dest da, li pey xwe mîrasek balkêş a rojnamevantiyê hişt. Bi taybet bi terzê xwe yê dema diket pey bûyeran, lêpirsîn dikir û dema pêwîst bikira rîsk digirt, derket pêş.
Bi nameyekê dest bi rojnamevantiyê kir
Elizabeth, di tememê xwe yê biçûk de bavê xwe winda kir, bû şahidê zoriyên aborî yên ku malbata wê dijî. Rola dayîka wê ya bidawîkirina zewac ne kêfxweş, hesta wê ya edaletê di temenê biçûk de pêşxist. Gavavêtina wê ya rojnamevantiyê bi nameyek ku di sala 1885’an de ji rojnemayekê re nivîsandî bû. Nameya Elizabeth ku bertek nîşanî nivîsek ku jin tenê bi mal û malbatê ve hatî sînordarkirin di parêze da, bal kişand û bi vê sayê di rojnameya Pittsburh Dispatch dest bi kar kir. Li vê derê bi pêşniyara edîtor dest bi bikaranîna navê ‘Nellie Bly’ kir. Di rojnameyê de yekem û tekane nûçegihana jin bû.
Terzê xwe parast
Nellie, di rojnamevantiyê de terzê xwe pêşxist, bi taybet bi nivîsên ku jiyana jinên xizan û jinên dixebitin vedibêje hate nasîn. Nellie dema nûçeyên xwe di nivîsand wek karkerekê di xebitî û jiyana jinên karker jî di ceriband. Lê belê dema kar û barên van nivîsan nearamî çêkir, jê hat xwestin ku berê xwe bide mijarên guncaw. Li ser vê yekê ji rojnameyê derket û piştî demekê li Meksîka nivîs nivîsand. Li vêderî ji ber newekhevî rexne kir, neçar ma welat bi terikîne.
Nûçeya nexweşxaneya dînan
Nellie, çû New Yorkê, li vêderê jî zoriyên dîtina kar bi xwe jiyan kir. Ev ezmûna wê ew bir rojnameya New York World û dest bi xebitîna di rojnameyê de kir. Karê herî balkêş li vêderê, bi veşartî kete nexweşxaneyak a dînan, di nav de şertên wê şopand. Di rêze nivîsa xwe ya bi navê ‘Li mala dînan 10 roj’, şertên xirab ên nexweşxaneyê bi awayek hûrgîlî vegot. Bi vê nûçeyê dengek mezin veda û ji bo başkirina şertên nexweşxaneyê bi sûd bû.
Di dinyaya rojnamevantiyê de şop hêla
Xebatê Nellie Bly, tenê bivê ve ne sînor bû. Li ser şertên jinana xebatê nivîs nivîsand, roportaj kir û pirsgirêkên di civakê de kir rojev. Her wiha ji romana ‘Di 80’ê rojan de Devrî Alem’ îlham girt û kete tura dinyayê. Tura xwe 72 rojan temam kir û serkeftinek girîng bi dest xist. Nellie Bly, bi biryardariya xwe bi hêz û derxistina heqîqetê bû yek ji navên ku di dîroka rojnamevantiyê de şopa xwe hêlayî.