Fîlma rojê: Çûka Mêşan

Fîlma Çûka Mêşan behsa tenêtiya Eunhee ya 14 salî ku ji malbata xwe eleqe nedîtiye dike, lêgerîna wê ya aydiyet û mezinbûne, bi zimanekî sade lê balkêş vedibêje.

Navenda Nûçeyan – Fîlma Çûka Mîşan a ku gelek hat ecibandin, li ser êşên mezinbûnê, têkiliyên nava albatê û zexta civakê ya li ser ciwanan hatiye çêkirin. Bûyer di sala 1994’an li Seulê peytexta Koreya Başûr derbas dibe. Di vê sala ku bi hilweşîna Pira Seongsuyê di bîra her kesê de maye, li ser jiyana Eunhee ya 14 salî hatiye disekine. Eunhee, ji ber ku ji malbata xwe eleqeya dixwaze nabîne, li bajar bi serê xwe diğer û li têkiliyeke ku xwe aydê wê hês bike digere.

Di wê dema ku rojeva welat bi bûyerên mezin dagirtîbû, hişê Eunhee bi tenêtiya wê re mijûl bû. Dibe ku tenê kesê ku wê fam bike mamosteyê wê Yoyngij ê ku nû hatiye dibistanê ye.

Têkiliya ku bi mamosteyê xwe re daniye

Eunheeya ku li mal û dibistanê bi gelek pirsgirêkaran re têdikoşe; ji aliyekî ve hewl dide bi zarokek ku ji hev re peyaman dişînin re têkiliyê çêbike, ji aliyekî ve bi hevalên xwe re li mekanên karaokeyê dema xwe diborîne, carna jî ji bi serê xwe dimîne. Tişta ku di jiyana wê de dibe sedema guherînê, têkiliya wê ya ku bi mamosteyek xwe re datîne ye.

Zimanê nû yê sînemayê

Derhênerê fîlm Bora Kîm, bi vê fîlmê, pêvajoya zor a gihîştina mirov bi zimanekî sade lê bi bandor vedibêje. Fîlm di Festîvala Fîlm a Berlînê de Xelata Mezin a Generation 14+ û li Festîvala Fîlman a Stenbolê de Laleya Zêr bi dest xist û bal kişand ser xwe. Rexnegir fîlmê Çûka Kermêşan, weke zimanê nû yê sînemayê û mizgîniya derhênereke bi hêz dinirxînin.

Fîlm dibe ku bibe wesîle hûn ji aliyekî din ve li cîhana ciwanan binêrin. Hem jî di vê serdema ku li dibistanan rewşa zarokan û gihîştina wan tê lêpirsînkirin de.