Fîlma “Daristana Biçûk”: Li dijî leza bajêr vegera ber bi xwezayê ve

Fîlma “Daristana Biçûk” a ku li ser bingeha mangayê hatine çêkirin, çîroka jineke ji bajarê qerebalix vedigere gundê xwe û bi aramiya xwezayê re ji nû ve destpêkirina jiyanê vedibêje.

Navenda Nûçeyan – Fîlma “Daristana Biçûk” a li ser bingeha rêzeya mangayê ya bi heman navî ya Daisuke Igarashi hatiye çêkirin, balê dikişîne ser cudahiya di navbera leza jiyana bajêr û jiyaneke aram a di nava xwezayê de. Serlîstikvana fîlmê Kim Tae-ri, karektera Hye-won a piştî nekarîbû jiyana ku lê digeriya li Seoulê bibîne, vedigere herêma gundewarî ya lê mezin bûye, zindî dike.

Ji qerebalixa bajêr ber bi mala zarokatiyê ve

Hye-won a di ezmûna mamostetiyê de bi ser nakeve û dev ji karê xwe ya li bajêr berdide, ji bo demekî vedigere mala xwe ya zarokatiyê. Li vir dema ku xwarinên ji dayîka xwe fêrbûye amede dike, ji nû ve bi rabirdûya xwe re têkilî datîne. Jina ciwan ku bi guherîna demsalan re, dest bi çandiniyê dike, hilberîna xwarina xwe ya ji derfetên ku ax pêşkêş dike û nirxa kêliyên biçûk ên jiyana rojane keşif dike.

Têkiliyên kevn û rûniştinên bi hevalan re

Vegera Hye-won, têkiliyên wê yên bi hevalên wê yên zarokatiyê Eun-sook û Jae-ha re jî ji nû ve zindî dike. Sohbet û xwarinên ku her sê heval bi hev re parve dikin, mijarên wekî hevaltî, tenêbûn û lêpirsîna jiyanê ya di fîlmê de şêwe dike.

Ahengek di nava çar demsalan de

Her ku fîlm çîroka xwe di nava çar demsalan de pêşdixe, xwezayê û jiyana gundewarî wekî hêmanên sereke yên vegotinê destnîşan dike. Bi taybetî jî dîmenên amadekirina xwarinê, dengên xwezayî û dîmenên bi hûrgilî, atmosfêra aram a fîlmê xurttir dike.

"Daristana Biçûk" mîna berhemek aram derdikeve pêş. Berhemek ku dixwaze bizane kesekî ku di nava leza jiyana bajêr de ji xwe û derdora xwe dûr ketiye, çawa bi vegerandina ji bo nava xwezayê û rabirdûya xwe ji nû ve li hebûna xwe dinêre.