12’ê Îlonê û ‘Awirên Dawî’
Tevî ku 46 sal di ser derbeya 12’ê Îlona 1980’yan derbas bûye jî şopên wê di bîra civakê de maye. Strana Sezen Aksu ya bi navê ‘Son Bakış’ (Awirên Dawî) yek ji wan berheman e ku şopa wê demê di bîra mirovan de dihêle.
Navenda Nûçeyan – 12’ê Îlona 1980’yan, wekî xala werçerxê di pergala siyasî û civakî ya Tirkiyeyê de birînên kûr vekir û tênê bandorê li kesên derbeyê jiyan nekir, li ser bîra civakî şopên nejibîr hişt. Piştî derbeyê, bi sed hezaran kes hatin girtin û zêdetirî milyonek kes hatin fîşkirin (der barê wan de doz hatin vekirin). Ciwan hatin darvekirin û gelek kes hatin windakirin.
12’ê Îlonê tenê desthilatdariya siyasî neguherand; di bîra kolektîf a civakê de birînên mayînde hişt û heta îro jî derbe bi pêkanînên xwe berdewam dike. Der barê vê roja reş a di bîra civakî de şopên kûr hiştiye de gelek tişt hatine nivîsandin, xêzkirin û stran hatine gotin. Yek ji van stranan jî strana ‘Son Bakış’ (Awirên Dawî) ya Sezen Aksu ye. Werin em bi hev re li vê stranê guhdarî bikin…