Bûyera Rojê: Piştî 31 salan faîlên Antropolog Myrna Mack Chang hatin girtin

Antropologa Guatemalayê Myrna Mack Chang cesaretek mezin nîşan da û di nava tarîtiya bê eman de parêzvaniya mafê mirovan kir. Ji ber bê tirs hikumeta Guatemalayê rexne dikir sala 1990'an ji hêla Arteşa Guatemalayê ve li ber derê ofîsa xwe ya li bajarê Guatemalayê hat qetilkirin. Piştî 31 salan li ser lêgerîna edaletê ya xizmên Myran ê faîlên wê hatin girtin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî 30 salin Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li hestiyên zarokên xwe digerin û her roja şemiyê bi hêviya girtina agahiyekê li hev kom dibin û dest bi çalakiya xwe dikin.