Tezer Ozlu: Her rêwîtî ji bo xwenaskirinê ye

Nivîskar Tezer Ozlu bi gotina: “Her rêwîtî, ji bo hebûna xwenaskirinê ye” li kûrahiya asoyên xwe ji bo gera xwebûnê dinivîse û zordariya tu otorîteyan napejirîne.

Navenda Nûçeyan - Nivîskar Tezer Ozlu ya hem li kêleka jiyanê hem jî di navê de bi pênûsa xwe sînor hem ji nava erdnîgariyan hem jî ji nava serê mirov rakiriye, di cîhana wêjeyê de xwedî bandor e. Rolên ji bo Tezer hatine diyarkirin napejirîne û li pey xwebûnê digere. Ew berxwedana wê paşê di nava rêzikên nivîsa wê de tên xwendin.
Tezer Ozlu bawer dike ku çûyîn her dem wê azad dike. Di 10’ê îlona 1943’an de li bajarokê Simay ê bajarê Kutahyayê zaroka dawî ya dê û bavek mamoste tê dinyayê. Piştî salan wê demê bi van gotinan tîne ziman: “Li bajarê Anatolya yê xwedî şêniyek 4 hezar î, di temenê şeşsalî de hîn bûm li gerdûnê binêrim. Min hîs kir ku dinya xwedi mezinahiyek bêdawî ye û divê biçim, pêwistiya min bi çûyîna cihên dûr hebû.” 
Dema biçûk bû tim dixwest biçe, her xeribiyek wê ji bo çûyînê hebû. Ji bo bizanin dinya çiqas mezin e ew û xwişka xwe Sezar bi hêviya dîtina mezinahiyê, heta dawiya bajarê lê dijî meşiyan.
Ketina pey kûrahiya vînê 
Tezer hê 10 salî diçe Stenbolê û li Lîseya Keçan a Avusturyayê dest bi xwendina dibistana navîn dike. Di dema dibistana amadeyî de ji bo kampa dibistanê diçe Viyanayê, lê di pola dawî de dest ji dibistanê berdide. Sala 1962-1963’an bi otostopê li Awropayê digere. Ji aliyekî ve jî dixwest li gorî qalibê ji bo wê hatin diyarkirin bijî. Sala 1965’an bavê xwe naşkîne û ji derve beşdarî ezmûnan dibe. Piştre jî ji Lîseya Kuran a Stenbolê mezûn dibe.
Di hemû jiyana wê de timî peyvên wekî çûyîn, hatin û newestan cihê pirsê bûn û li hemberî van peyvan li bersiva xwebûnê digeriya û digot; “Her rêwîtiyek, ji bo yên xwe nas nekin daketinek e.”
Ji ber nexweşiyan di navbera salên 1967-1972’an de li nexweşxaneya psîkyatrî ya Stenbolê maye. 
“Di şopa xwekuştinê de rêwîtiya wateyan”
Yekem pirtûka Tezer a bi navê ‘Baxçeyên kevn’ ku ji çîrokan pêk dihat ji sala 1963’an ve di kovaran de dihat weşandin. Sala 1980’an jî yekem romana xwe ya bi navê ‘Şevên sar ên zarokan’ weşand. Ev roman weke demboriya wê bi navê ‘Qêrînek bêdeng’ hat binavkirin. Ji bo yên azadiya wê dixin bin zextan û naxwazin bi awayekî azad bijî bide nîşandan dest davêje pênûsê û vê pirtûkê dinivîse.
Hinek ji navên wekî Italo Svevo, Franz Kafka û Cesare Pavese bandor li jiyana wê kirine. Tezer li pey şopa Cesare Pavese diçû, heta ji dayikbûna xwe jî dişiband ya wê. 
Tezer ji nivîsên ku bandorê lê kirine romana xwe ya duyem a bi navê ‘di xeta xwekuştinê de’ di sala 1983’an de diweşîne. Xwendevanan di vê pirtûkê de wateya rêwîtiya Franz Kafka, Italo Svevo û Cesare Pavese fêm dikirin. Ji ber bandora wergera pirtûkê ya bi zimanê elmanî sala 1983’an Xelata Nivîsa Marburgê girt.
Pirtûka Tezer a bi navê ‘Di xeta jiyanê de’ bi Tirki nivîsî û sala 1984’an hat derxistin.
“Ev der mala yên dixwazin me bikujin e”
Ji bo Tezer li Tirkiyeyê cara duyem bizewice astengiyên burokratîk ên nayên aqilê kesê derdixin. Ji ber hezkirina xwe ya ji bo Deniz Gezmîş, navê keça xwe jî dike Deniz. Sala 1981’an ew û keça xwe Denîz diçin Elmanyayê. Di civaka ku tê de dijiya de tu caran bê hest nedima. Nivîskar Leyla Erbîl, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Nameya Tezer Ozlu ji Leyla Erbîl re’ de şahidiya komkujiya 1’ê Gulana 1977’an wiha tîne ziman: “Wê şevê heta siharê Tezer şiyar e, heta siharê derî, pace û mehfuran dişû, kefçî û çetelan paqij dike û dibiriqîne. Xwîna ku dewletê rijandiye ser dixwaze paqij bike. Dema me serê sibehê hev dît, sond dixwar û digot: ‘Ez ê vî welatî biterikînim.’ Min jê re behsa berxwedanê dikir, wê bi israr digot; ‘Ev der ne mala me ye, mala yên ku dixwazin me bikujin e.’ Ma gelo hê jî ne wisa ye?”
Hemû tişt û ne tiştek
Tezer ji ber nexweşiya penceşêrê 18’ê sibata 1986’an jiyana xwe ji dest dide. Wê jiyana xwe hemû di rêyan de bi lêgerinan derbas kiriye. Her wiha hêviyên ku xeyal dikir bi van hevokan dianî ziman: “Bê kuştin, bê zindankirin, bê nixamandin gere em biçin. Ev gotin bû ku di demên borî de dihat wateya şansek din her heye.”