Portreya Rojê: Pandita Ramabai

.

23’ê Nîsana 1858’an hat dinê û di nava malbatek bi baweriya Hinduyîzmê de mezinbûye.

Malbata wê ji ber xela mezin a di navbera 1876-78’an mirin, bi birayê xwe re li her çar aliyê Hîndîstanê geriyan. Bi serxwebûnê bawer kir û ji bo wê balkişand ser perwerdê, li Puneyê Komeleya bi navê Arya Mahîla Samaj (Komeleya jinan a Arya) ava kir.

Daxwazname da komîsyona perwerdê ji bo piştgiriyê bidin perwerda jinan û digot ku divê jinên Hindî jî ji bo fakulteyên tipê bê qebûlkirin. Van îfadeyan deng da û heta kralîçe Vîctorîa ya Londonê çû. Hevjîna waliyê Hîsdîstanê Harîor Dufferîn jî çareserî xwest.

Di tevahî jiyana xwe de li dijî kevneperestiya qirkirina zayendî têkoşiya. 5’ê Nîsana 1922’an jiyana xwe  ji dest da.