Portireya Rojê: Janee Dark

Ew yek ji girîngtirîn sembol û xwedawendên neteweyî yên Fransayê di Dêra Katolîk de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN – Ew yek ji girîngtirîn sembol û xwedawendên neteweyî yên Fransayê di Dêra Katolîk de ye. Xwediya kar û xebatên bêhempa ya di şerê sed salan ê welatê wê bi îngilîzan re. Jan bi navê keça Orilyan"Virgin of Orleans" tê nasîn.

Şerê sedsalî û bûyîna keça dilsoz

Jan di demeke tengasî û zehmet de ji dayik bûye. Tê ragihandin ku di şerê di navbera Îngilîz û Fransizan ê di salên 1453-1337'an qewimî bû derketibû ser dika dîrokê. Jan xwe weke welatperwereke didît, rizgarkirina axa xwe ji dagirkeriya Îngiltereyê, weke erkeke da ser milên xwe. Her wiha weke keça dilsoz ji bo welat û gel re dihat nasîn.

Janêt keça Orilyan"Virgin Orelian" e, di 6'ê Çileya sala 1412'an de, li gundê "Domreme" li bakurê rojhilatê Fransayê, ji malbatek gundî ku cotkariyê dikirin ji dayik bûye. Dê û bavê wê "Jak Darc û Îzabîl e.

Jan keçeke gundî bû, xwendin û nivîsandin nedizanî tenê pezê bavê xwe xwedî dikir. Lê belê ji ber têkiliya wê ya xurt bi katolîkbûnê re, ji dê û bavê xwe perwerdeyek olî ya baş wergirt.  

Jeanne û peyamberiya Xwedayî

Di sala 1424'an de, temenê Jam 12'e salî bû dema ku li yek ji zeviyan bû, xeyal kir ku wê ferîşteyê Xwedê Mîxaîl û Katrina Iskenderî ya mubarek û Margaret a pîroz bibîne ku wê vedixwînin da ku jiyana xwe bi rizgarkirina gel û axa xwe ji dagirkeriya Ingilîzan azad bike û Prince Qral "Charles VII" sertac bikin wekî padîşah ji Fransayê re.
Jeanne ji wan dengên ku ew li her deverê û her dem bi pey diketin xelas nebû. Dema ev bûyer ji hin nasdarên xwe re got, ew bi dînbûnê tewanbar kirin.

Hevdîtina wê bi padîşah re û destpêka pêvajoya wê ya rizgariyê

Di 16'e saliya xwe de dest bi pêvajoya xwe ya rizgariyê kir. Berê xwe da gundekî hevsînorê gundê wan, ê ku Fermandarê pêşparêz (Kont Ruber de Boudricourt) lê bû, ji bo jê bixwaze ku destûr bide wê da ku biçe şahnişînê li rojavayê welat, ji bo bi şah"Charles llV "re hevdîtin bike û jê re xewna xwe bibêje. Lê belê daxwaziya wê ji hêla Kont ve nehat qebûlkirin û wê bi dînbûnê tewanbar kir. Lê piştî bihîstina nûçeyên ku pêşbîniya wê bi vekişîna leşkerî bi cih hat, nêrîna xwe guhert û daxweza wê pejirand.
Piştî derbaskirina hemû astengiyan, Jeanne 11 rojan bi hejmarek delegeyên dilsoz ên ku ji hêla Kont ve hatin birêvekirin, bi rê ket,
xwe bi cilên zilaman bercewîş kir ji bo hevdîtina şah. Dema gihîştin wê derê Jeanne  dikarîbû wî nas bike di nav ên amade de tevî ku ew berê nedîtibû, yên amade hemûyan li hev kirin ku kesayeta wî veşêrin li ser Jeanne wekî ezmûnekê bû, ji ber vê yekê padîşah jê piştrast bû, razî bû ku jê re artêşê amade bike da ku li hemberî îngilîzan rabe. Di heyva Adara sala 1429'an de, Jeanne  gelek êrîş pêk anîn da ku ew di dawiyê de zorê bide Brîtanyayê û hevalbendên wan ên Bergendî ku paşve vekişin û dorpêça li ser bajarê Orleans rakin, li vir yekemîn serkeftiyên leşkerî yên wê bûn. Piştî vê serfiraziya leşkerî ya matikeî, Jeanne bi Frensiyan re geldostiyek bêjimar girt.

 Jeanne û rûmeta mîrzatiyê

"Cegermendî ewe ku ez bi şûnde venekişim." Ev jî yek ji gotinên bi hêz yên Jeanne bûn, ta ku berdewamiya pêvajoya xwe bike ji bo rizgarkirina perçene din ji Ferensayê û ev peyva xwe bi cih anî û tê de biserket. Ew serkeftinên xwe pêşkêşî şah "Charles VII"yê ku di 17'ê pûşbera 1429'an de sertac bû bi awayekî rewa wekî şah ji Ferensayê re û li ser wê jî di 9'ê Berfanbarê de rûmeta mîrzatiyê gihaşt Jeanne û malbata wê.    

Girtina wê û îxaneta şah "Charles VII"

Pêvajoya rizgariyê ya Jeanne di wê rewşa tijî serkeftin de nema, ji ber ku Îngilîz û hevalbendên wan ên Bergendî karîbûn dawiyek trajedî jê re çêkin. Dema ku girtî ket destên Bergendiyan di Gulana 1430'yan de li bajarê Compiegne li bakurê Fransayê, dema ku êrîş ji bo parastina wê derê dikir, her wiha padîşahê ku wê şandibû vê peywirê wî xirabî jê re niyaz dikir û dixwest ku wê ji holê rake piştî ku navdariya xwe girt, padîşah di vê pêvajoyê de xwest ku Jeanne d`Arc ji holê rabike bi hinceta ku bandora wê zêde bûye, ji ber vê yekê dema ku Bergendiyan ji fransiyan xwestin hejmarek pere ji bo berdana Jeanne şah Charles qebûl nekir. Tevî rola wê ya girîng di sertackirina wî de wekî şahê Fransayê û wekî encam jê re Îngilîzan hejmarek mezin pere dan û wê birin.

Dadgerîna Jeanne û destdirêjiya li ser wê di zindanê de

Di dema ku Jeanne di zindanê de bû lordekî Îngilîzî yê mezin di hucreya wê de êrîşî wê kir û hewl da ku destavêtinê bike. Li gorî  tiştê ku wê ji endamekî dadgehê re got, ji ber vê yekê wê berdewamiya lixwekirina cilên mêran kir di dema zindanê de.
Di 9'ê Çileya 1431'ê de, Jeanne li Dadgeha Dêra li bajarê "Rouen" di bargeha hikûmeta Îngilîzî ya dagirker de hat dadgehkirin û di dema dadgehkirina wê de nêzî 70'ê sûc xistin stûyê wê, di nav de bêolî û dan û standina bi şeytan re, bê bawerî (berevaniya li dijî baweriyên avabûyî), sihirbaziya reş, afsûnîkirin, xapandin û xweşibandina bi zilaman ve.
Heta ku cezayê mirinê lê hat birîn û xwestin zindî bê şewitandin.

Darvekirina wê

Zarok dibêjin: "Mirov tên bidarvekirin carna ji ber gotina rastiyê." Dibe ku ev gotara Jeanne li ser dawiya wê ya xemgîn be. Gava ku serê sibeha roja 30'yê Gulana 1431'ê bi daraza mirinê re rû bi rû ma bi serbilindî, ew hat girêdan li ser stûnek dirêj li bazara kevn a bajarê Rouen ê li Navçeya Normandiyê bakurê welat di nav dorpêçek girseyî de û wê guh neda mirinê ye. Wekî ku di yek ji wan gotinên xwe de diyar dike "Ez natirsim, ez ji dayik bûme da ku vî tiştî bikim."
Gotinên dawî yên berî şewitandina wê ev bûn: "Min guman dikir ku ez hatime xapandin." Piştre cezayê mirina bi şewitandinê der heqê wê de hat birîn. Hê di bihara xwe de, 19  salî bû, mîna ku jiyana wê ya kurt bû çrûskek derbasdar ku ronî dida riya têkoşîna gelê Fransayê, da ku bibe beşek nemirî ji dîroka Fransa û cîhanê bi derî û kiteyên xwe yên cihêreng.
Laşê Jeanne du caran hat şewtandin û dûre xweliya wê avêtin çemê Sînê ji bo tiştek ji ber nemîne.

Jeanne ew jina dilêr di nêrîna jinên Fransî de

Her dem nêrîna jinên Fransî ji Jeanne re nêrîneke erênî bû, ji ber ku mînaka jina dilêr e. Ji ber vê yekê roleke girîng a gelek jinan di jiyana wê de hebû, di nav wan de dayika şah Charles VII (yolanda aragonese) a ku rêwîtiya wê heta Orleans domiya.
Wekî din
jî meta Kontê Luksembûrgê, jina ku Jeanne li cem xwe hişt piştî ku li bajarê Compiegne hat girtin, di heman demê de bû sedema derengfirotina Jeanne ji îngîlîzan re.

Jeanne ji afsûne bû bênîş.

Şerê sedsalê 22 salan berdewam kir piştî mirina Jeanne û nêzîkê 20 salan, doza Jeanne Darc ji nû ve hate lênêrîn ku bê sûc hatibû tewanbarkririn. Paşê Dêra Katolîk di sala 1456'an de navê wê "şehîd"rakirin, piştre di sala 1909'an dora gora wê hat çêkirin û bi hatina sala 1920' an Jeanne wekî "bênîş"(xwedawend) hate hesibandin.

Piştî mirina wê

Piştî mirina Jeanne sê keştiyên cuda di deryaya Fransayê de li ser navê wê hatin binavkirin, di nav wan de bardareke helîkopteran û Yekşema duyemîn ji Gulanê bû betlaneyek sivîl bi awayekî fermî li Fransayê rûmetdarkirin ji Jeanne re. Ji bilî wê jî "Philippe Alexander" der barê dîroka Jeanne  de nivîsand, ew dîroknasê yekem e ku bi tevahî li ser wê dinivîse. Di nav de gelek karên hunerî hatin danîn ên li ser dîroka  Jeanne in, wekî fîlm, pirtûk an jî bi awayek din bûn.