Weqfa Jina Azad bi nasnameya jinan dixebite û destekê dide xurtkirina vîna jinan

Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Rûken Xişo têkildarî kar û xebatên weqfê her wiha projeyên ku pêşkêşî jinan dike nirxandin kir û wiha got: “Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi nasnameya jinan dixebite û destekê dide tevahî jinên herêmê ger jin bi cewherê xwe yê rast tevger nekin civak pê re winda dibe. Li gorî pêwîstiyên derdorê em projeyan ji bo tevahî jinan bi pêş dixin a girîng ew e ku em asta jinan û vîna wan xurt bikin lewre pêşeroj di destên jinan de ye.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di sala 2014`an de hat damezirandin û pêşxistina jinan di aliyên aborî, çandî, civakî û tenduristî de armanc dike. Her wiha hewl dide têkiliyê bi rêxistin û saziyên derve yên jinan re bi pêş bixe da ku balê bikşîne ser pirsgirêkên ku jinên Sûriye û Rojhilata Navîn bi wan re rû bi rû dimînin. Piştî zêdetirî 7 salan ji kar û xebata domdar ji bo piştgiriya jinan û destekdayîna wan di hemû qadên jiyanê de, rêveberî û endamên Weqfa Jina Azad bi kedeke mezin dikaribûn dirûşma "Jina azad bingeha civaka azad e" bikin rastiyeke mayînde. Bi dehan projeyên aktîfkirina rola jinan di qadên çandî, tenduristî û civakî de pêk anîn û şoreşeke candî ji bo jin û zarokan afirandin. Di encama vê xebatê de nuqteyên tenduristiyê, baxçeyên zarokan û malên zarokên bêkes, cihên karên jinan, peymangehên muzîkê ava bûn. Her wiha bi hezaran jin li bajar, bajarok, gundan û kampên penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin perwerdekirin. Armanca Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ew bû ku jinan ji bend û paşverûtiyên civakî yên li li ser wan hatin ferzkirin rizgar bike.  Têkildarî mijarê Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Rûken Xişo bi berfirehî kar û xebatên weqfê nirxand.
Gavên destpêkê yên avakirina Weqfa Jina Azad
Rûken qala derfetên destpêkê yên avakirina Weqfa Jina Azad kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Avakirina Weqfa Jina Azad ji 5 jinên damezrîner pêk hat, destpêkê weke rapirsînekê hat çêkirin û li ser 300 jinan hat belavkirin. Me xwest em nêrînên jinan bigrin û li gorî wê proje bên bipêşxistin. Wê demê şoreşa jinan di germahiyê de bû, pir êrîşên hovane li ser herêmên me dihatin kirin, armanca me ew bû em bi rengekî lezgîn jinan tevlî rêxistin û xebatê bikin. Berî proje bên bipêşxistin me jin di aliyê guhertina zîhniyetê de û xweparastina bi tendurist perwerde dikirin da ku dema şer qewimî jin bikaribin alîkariya tenduristiyê bidin mal û derdora xwe her wiha xweparastina ji nexweşiyan di van rewşên aloz de bikin. Li kêleka wê hin semînerên bîrdozî li ser rastiya jinan hatin dayîn ji bo em karibin jinan vegerînin cewherê wan. Ji ber ku em dizanin di civakên berê de jî jin şêwermendên civaka xwe bûn û mirov li derdora xwe kom dikirin. Weqfa Jina Azad bi firehiya xebatê re komîteyên xwe ava kir û ofîsên wê li seranserî bajar, navçe û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin. Weqfa Jina Azad bi nasnameya jinane dixebite û destekê dide tevahî jinên herêmê. Di dema dawiyê de me ofîsên xwe li bajarên herêmên rizgarkirî jî vekirin û niha endamên me bi rengekî aktîf xebatên xwe li wir didin meşandin.”
Komîteya Tenduristiyê
Rûken baş kişand ser xebatên komîteya tenduristiyê di hundirê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê de û wiha domand: “Hemû komîteyên di Weqfa Jina Azad de hatina vekirin tewre ne û pratîka wan heye. Komîteya Tenduristiyê destpêkê perwerdeya wê tê dayîn paşê di warê pratîkê de em jinan hînî mudaxeleyên destpêkê yên tenduristiyê dikin. Li kêleka wê semînerên tenduristiyê der barê penceşêra sing, bedena jinan û hemû nexweşiyên têkildarî jin û zarokan tên dayîn. Bi belavbûna vîrûsa koronayê re me ji bo tenduristiya civakê dest bi hemleyê li ser sê mehan kir, hemû ofîsên me yên weqfê bi vê hemleyê rabûn û jixwe rola herî sereke ya komîteya me ya tenduristiyê bû. Me li ser parastina ji nexweşiya koronayê civak perwerde dikir bê nîşaneyên vê nexweşiyê çi ne û çawa mirov dikare parastina xwe jê bike. Bi giraniya belaviya nexweşiyê li herêmên me wisa hemleya me dirêj kir û heya niha jî di vê mijarê de em alîkariyê pêşkêş dikin. Her wiha nuqteyên me yên tenduristiyê, kilînkên me yên gerok li hemû bajar û piraniya gundan hene. Armanca me bi vê yekê ew e em bikaribin xwe bigihîjînin hemû jin û zarokên nexweş, bi taybetî yên ku dûrî bajaran dijîn û zehmetiyan dikşînin. Xizmetên tenduristiyê em bê pere pêşkêş dikin û dermanên nexweşan jî bê pere ne. Dermanxaneya me ya xwezayî li bajarê Dirbêsiyê û Hesekê heye em dixwazin bi riya wê civakê vegerînin xwezaya wê û niha em hewl didin li bajarê Qamişlo û Dêrikê jî dermanxaneya xwezayî vekin.” 
Komîteya Perwerdeyê 
Rûken bal kişand ser xebatên Komîteya Perwerdeyê ya Weqfa Jinê û wiha pêde çû: “Komîteya me ya perwerdeyê jî tewrî û pratîka wê heye. Tewriya wê weke semîner li ser rola di civakê de tê dayîn ji ber ku ger jin ne bi cewherê xwe yê rast tevbigerin civak winda dibe, pêşeroj di destên jinan de ye. Zehmetiyên ku herî zêde me di vê komîteyê de kişandin ji ber zîhniyeta bi salan em nikarin bi hêsanî bidin guhertin dem jê re pêwîst e lê em bawer in ku me encamên erênî bi dest xistine. Ger tenê jin bên perwerdekirin aliyê wê yê din kêm dimîne ji ber ku heya mêr negihîjin baweriya bi azadiya jinan, jin nikarin tam wê azadiyê bijîn, li ser vî esasî perwerde ji mêran re jî hatin dayîn. Perwerdeyên mêran li komîn û saziyan tên dayîn. Her wiha ji bo zarokan di aliyê perwerdeyê de xebatên me hene li ser esasê wê pêşdibistan û himêzgehên zarokên pitik hatin vekirin. Me xwest em alîkariya dayikan bikin da bikaribin bên karên xwe ji ber dayik demek dirêj li derveyî malê dimînin û pêwîst e cihek hebe baldariyê bide van zarokan. Her wiha navendên perwerdeyê weke muzîk û spor ji zarokan re hatin vekirin. Armanca me ew e ku em zarokan hînî çand û exlaq bikin. Di van her çar mehên dawî de pêşdibistanên me yên zarokan teslîmî Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC’ê bûn. Li bajarê Kobanê mala zarokan a Keskesor heye li wir jî zarokên ku dayik û bavê xwe di şeran de winda kirine dijîn û hemû pêwîstiyên wan ji aliyê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê tên peydakirin.”
Komîteya Projeyan
Rûken projeyên ku Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê di Komîteya Pêşxistina Projeyan de pêk anîne wiha anî ziman: “Komîteya me ya projeyan li gorî pêwîstiyên derdorê projeyan ji bo tevahî jinan bi pêş dixe. Niha hejmarek dirûnxane û kargehên me yên hiriyê hene. Her wiha di komîteya projeyan de dewreyên dirûtinê, kuafêr, zimanê îngilîzî û kompîtur tên dayîn. Ev dewre li navenda giştî û li hemû ofîsên me yên bajaran tên dayîn. Xebatên me li kampên weke Roj, Newroz,Waşûkanî û Hol tên meşandin, em alîkariyên madî û manewî pêkêşî tevahî jinan dikin û projeyan ji bo wan pêşkêş dikin. Em bi nasnameya jinan xebata xwe dikin ji bo wê ya girîng ji me re ew e ku em asta jinan û vîna wan xurt bikin. Her wiha di aliyê parastina jinan ji tundiyê de xebatên me hene der barê vê de me semînerên hevbeş bi sazî û rêxistinên jinan re orgenîze kirin.”
“Em ê projeyên xwe bêtir aktîf bikin û bikin xizmeta civakê”
Rûken plansaziyên siberojê yên Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê bi lêv kir û wiha bi dawî kir: “Destpêkê, em ê projeyên xwe bêtir aktîf bikin û bikin xizmeta civakê. Her wiha di aliyê aborî de em ê bêtir destekê bidin jinan da ku xweseriyeke wan a aborî hebe bêyî ku hewcedarî tu kesê bibin. Ji bo hemû karmend û rêveberiyên Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ez serkeftinê dixwazim.”