Meşk amûreke kevnar a hê jî ji aliyê jinên Dêrazorê ve tê bikaranîn e

Jinên Derazorê û gondewarê wê heya niha jî meşkê bikartînin. Jin despêkê meşkê bi destê xwe çêdikin û piştî çend rojan ji bo keyana dew û li ser dew jî komkirina nîvişk amade dibe.

ZEYNEB XELÎF
Dêrazorê - Çêkirina meşk û bikaranîna wê ji bo çêkirina dew û nîviş pir zehmete, ked û hêzê dixwaze li gel wê jî tercîha jinên Dêrazorê meşke. Amûrên eliktironîk ku di van çend salên dawî de derketine ku gelek malbat wan ji bedêla meşkê bikar tînin cihê meşkê negirtiye û li gel jinên gundewarê Dêrazorê meşk baştire ji pompa Eliktironîk a ku bi elekterîkê tê bikaranîn. Jinên tevahî jiyana xwe bi hilmegulma meşkê derbaskirine qîma xwe li pompa elektîrîkê nayînin û diyar dikin ku ewê ticarî bedêla meşke negire. 
Ji jinên destê wê bi aheng li ser befşê ber devê meşkê diçe û tê û ji dengê derdikeve dizane êdî bes bûye û gilokên nîvişkê ser meşka wê ketiye Ayşa El-Hesen 50 salî ji bajarê Ebû Hemam e. Ayşa ya hîn jî mîrateyên kevnare, adet û kevneşopiyên ji dayika xwe fêr bûye diparêze dibêje ku çêkirin nîvişk ango rûnê meşkê dem, hewildan û hêz dixwaze.
Ji çermê sewalan amadekirina meşkê
Derbarê çawa çêkirina meşk û rêbazên bikaranîna wê de jî Ayşa El-Hesen diyar kir ku piştî serjêkirina pez an bizinan ji çermê wê ew meşk çêdikin û di derbarê amadekirina wê de ev agahî da: "Rêbazekî me yê taybet heye ku em çerm ji hirî û por paqij dikin, paşê jî wî çermî xwê dikin û bi paçekî digrin, nêzî 2 an 3'ê rojan dihêlin ew hirî û por bi xwe jê dikeve. Pişre em temîz dikin û bi avê dişon. Herî dawî em bi madeyek taybet boyax dikin, boyaxa wê jî em tenê tengê reş an sor lê dikin. Ji xwe boyaxkirin merheleya dawîye, piştî boyaxkirinê meşk êdî amade dibe ji bo bikaranînê."
"Ji bo keyana dew û derxistina nîvişk hêzeke mezin hewce dike"
Derbarê rêbazê keyana dew û derxistina nîvişk de jî Ayşa El-Hesen wiha dibêje : “Em meşkê li ser paçekî paqij li erdê datînin, mast amade dikin û dixin hundirê wê pişre hindek hewa didim hundirê wê, wiha amade dibe û ez dest bi keyanê dikim. Ji saetekê heyanî saet û nîvê bi hêz ber bi paş û pêş dibim û tînim. Navê vê merheleyê jî keyane, em dikeyên heta nîviş serdikeve, ev yek hêzek dixwaze. Her wiha bandor germ û sermê jî heye heger hew gerim be demdirêj pêwîst nake û heger hew sar be saetek û nîv pêwîst dike, ji bo keyana wê. Hinek caran jî di ber keyanê re em ji xwe re stranan dibêjin. Dema dengê min bilind dibe keça min jî tê alîkariya min serê dinê yê meşkê digire û em bi hev re stranên ku em ji diya xwe hîn bûne dibêjin."
"Nîvişkê di meşke de amade dibe bi tamtire"
Ayşe El- Hesen ji ber keyana meşkê ji êşa dest û lingên xwe gazindan dike û dibêje ku ew karek hêzê dixwaze û mirov pê diweste û wiha gotinên xwe didomîne: "Pompa Elektironîkê ya ku li ser kehrebê tê xebitandin hewceyî hêzek mezin nake di salên dawi yên beriya şer de belav bû û ji bo me rehet bû, lê em niha bikar nayînin. Ji ber qutbûna elektirîkê mirov nikare pişta xwe bide wê ji bo wê jî meşka me ya mîrasê hezarî salane baştire û tama dew û nîvişkê wê jî xweştire."