Welatiyên Helepçe şîrîniyên xwemalî ji ber firoşgeha Nexşînê digirin

Welatiyên Helepçe êdî hînî nan û şîrîniyên Nexşîn Namiq bûne û ji ber firoşgeha wê pêdiviyên xwe digirin.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe - Jinên Helepçe hem kar dikin, hem jî ji bo jinan hemûyan têxin nava xebatê ji wan re derfetê kar ava dikin. Nexşîn Namiq a firoşgeha nan û şirîniyê ya li Helepçeye vekiriye bi keça xwe Benan ve xizmetek baş ji bo welatiyan dikin û pêre jî jinên dinê tevlî karê xwe dikin. Tama şîrîniyên Nexşînê her diçe li nava bajarê wê Helepçe belav dibe û pêre jî kiriyar zêde dibin. 
"Dema jin bixwazin derfetê kar heye"
Benan a bi dayika xwe Nexşînê re nan dipêjin û şîrîniyan çêdikin wiha behsa karê xwe dike: “Di firoşgeha me ya nan û şîriniya ya Helepçe de nanê Hewraman, tirê, mast, tirşî û şîrînî hertim heye li gora daxwazên hemwelatiyan jî em tiştên cûda çêdikin. Em firoşgeha xwe di demjimêr heftê sibehê de vedikîn heta ku kar hebe em di xebitin, dema mirov fêrî kar dibe karkirin hêsan dibe. Ez gelek ji karkirinê hez dikim, ji bo wê hem di xebitim hem jî erkê ser milê dayika xwe kêm dikim. Ez amademe alikariya jinên ku dixwazin li gel me bi xebitin bikim. Ji ber derfetê karkirinê ji bo jinan geleke, ger demê mirov hebe karkirin ne gelek zehmete tenê kêmek dem bi xwe digre, ya herî giring ewe ku baweriya jinan bi wan were.”