Nûra Al Elî: Jin di proje û karsaziyan de pêşeng in

Nûra Al Elî bawer dike ku gava yekem a wê dixwest di birêvebirina projeya xwe ya kursa ajotinê de îsbat bike ew bû ku potansiyela xwe ya ajotinê û fêrbûnê ronî bike û wiha got: "Ez nediketim warê projeyek bi vî rengî heya ku min xwe di ajotinê de di asteke bilind a profesyoneliyê de dît, ji bilî şiyana min a hînkirina ajotinê.”

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Nûra Al Elî, ya bîst salî li parêzgeha Besrayê ji dayik bûye û bi xewna xwe ya ajotin, kar û pêşketina jêhatîbûnê mezin bûye. Wê têgeha karsaziyên biçûk li parêzgeha başûr guhert û bi pêş xist ku di hûrguliyên kar de û jiyana li derveyî malê de xwe dispêre zilam.
Nûra Al Elî dibêje: "Fikra ajotina wesayîdê ji bo min xewnek bû ji bo ku pêdiviyên xwe yên takekesî bi cih bînim û berhremendiya xwe bi pêş bixim, piştre veguherînim projeyek bikêrhatî ku sûdê li civakê bike, nemaze hînkirina ajotinê ji bo jinan. Ger ku xwediyên projeyê jin bin û jinên ciwan bin ev zehmetiyek e, nemaze ku birêvebirina projeyek e û pêwîstiya karmendan bi hêzê heye ku xwe îsbat bikin û karê xwe bikin.
“Nêzîkahiya nerm dihêle ku jin bikaribin kesayetiya xwe bi rêve bibin”
Der barê îhtîmala birêvebirina tîmeke ajotinê de jî dibêje: "Hêzbûna bi nermî di danûstandin û hevkariyê de dihêle ku jin bikaribin kesayetiya xwe bi rê ve bibin da ku li ser hûrguliyên proje yan karê xwe kontrol bikin û ev jî bi hilbijartina endamên tîmê yên ku  bi mirov re dixebitin ve girêdayê ye.”
Nûra Al Elî xwe nesipart fikra kadroyek jin ku jinan fêrî ajotina wesayîdan bike lê berevajî vê yekê wê xwest ku projeyek yekgirtî be, ji bo perwerdeya ajotinê jin û mêran bigre nav xwe. Li ser wê yekê got: "Min nedixwest proje tenê ji bo jinan bin tenê ji ber ku ez jin im lê belê min xwest dakevim sûka kar di nav beşa ajotina wesayîdan de da ku li hemberî ofîsên din ên hînbûnê li ber xwe bidim.” 
“Hilbijartina karkeran erkeke ne hêsan e”
Li ser destpêka projeyê jî ev yek diyar kir: "Erk zehmet bû di hilbijartina bingehên kar de, wek hilbijartina ofîsa projeyê û rêkûpêkirina bingehên wê piştî lêkolîna cihê wê. Hilbijartina karkeran ji bo kar di nav tîmî de dîsa erkeke ne hêsan e, zêdebarî cidîbûna di kar de. Ev yek ez wek kêşeyeke din dibînim ku serkeftina kar diyar dike.” 
Piştî serkeftina projeya ofîsên ajotina wesayîdan li Besrayê, Nûra Al Elî hewl dide bi tîmek din a kar re li Bexdayê jî dest pê bike û wiha dibêje: "Divê serkeftin bidome heta ku ez bikaribim bigihîjim tiştên dixwazim.”
Di dawiya axaftina xwe de Nûra Al Elî wiha got: "Jin di hemû hurguliyên jiyanê de hevkarên mêr in û ew dikarin kesayeta xwe di hemû waran de bi pêş bixin.”