Sara Qendîl bi projeya xwe ya xwedîkirina mêşên hingiv xeyalên xwe pêk anî

Pîşeya xwedîkirina mêşên hingiv û hilberîna hingiv li Mexribê êdî ji jinan ne dûr e û gelek jinên Mexribî di qada xwedîkirina mêşên hingiv de xebitîne, di nav wan de Sara Qendîl ku xwendina xwe temam kiriye û piştre jî berê xwe dabû xwedîkirina mêşên hingiv û hilberîna hingiv.

 
HENAN HARIT
Mexrib- Xwedîkirina mêşên hingiv li gorî civakê tê zanîn ku tenê aîdî mêr e lê li gelek welatan jinan îsbat kir ku ew jî dikarin di vî karî de bixebitin her wiha li Mexribê jî jina bi navê Sara Qendîl a 28 salî di karê xwedîkirina mêşên hingiv de dixebite.
Li gundê Cewala yê girêdayî herêma Sîdî Silîman, çîroka jina ciwan a bi navê Sara Qendîl a hezkirina wê ji xwedîkirina mêşên hingiv re dest pê kir û girêdayî vê yekê Sara Qendîl wiha got : "Hezkirina min ji xwedîkirina mêşên hingiv re ne tesaduf bû, bavê min û bapîrê min  mêşên hingiv xwedî dikirin, ji zaroktiya xwe ve min bavê xwe taqîb dikir di dema ku mêşên hingiv xwedî dikirin û min bala xwe didayê ku çawa bi wan re mejûl dibe, piştre jî min gelekî meraq kir ku ez jî derbasî vî karî bibim."
Rîtuela kesên ku mêşên hingiv xwedî dikin
Kesên ku mêşên hingiv xwedî dikin, bi zanebûn û bi awayekî zanistî dixebitin, Sara Qendîl jî bi awayekî baldar nêz dibe û her cara ku ew sandiqên hingiv kontrol dike cilên spê yên fireh ku hemû bedena wê digirin li xwe dike her wiha pêlavên taybet jî li xwe dike, maskeyek tenik dide ber rûyê xwe da ku bikaribe bibîne.
Sara Qendîl piştî zewaca xwe neçar ma ku ji gundê xwe yê lê mezin bûye derkeve û li bajarê Dar El-Beydaa bi cih bibe, wê li gorî pisporî û daxwazên xwe karek peyda nekir, zeviya çandiniyê ya bavê xwe ji bo projeya xwe û wekî derfetek ji bo berfirehkirina qada karê xwe hilbijart û wiha got: "Xwedîkirina mêşên hingiv qada herî nêzî min e û ya herî zêde ku tecrubeyên min tê de hene, ji ber vê yekê min biryar da ku ez di karê xwedîkirina mêşên hingiv de bixebitim û hemû pêvajoyên xwedîkirina mêşên hingiv û hilberîn û firotina hingiv, bişopînim."
Bi riya malpera tora civakî hingiv difiroşe
Piştî kedek mezin û mijûlbûnê Sara Qendîl di dema niha de ji bo bazirganiya hingivê ku ew  bi xwe çêdike berpirsyar e, li ser malperên tora civakî wekî Facebook û înstagramê di rûpelek xwe ya taybet de çêkiri û dest bi firotinê kir. Her wiha wê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku berhemên hingiv li gorî pîvanên navneteweyî ne û di pêşerojê de dikare hingiv ji derveyî welatê xwe jî bifroşe.
Xwedîkirina mêşên hingiv 
Mêşên hingiv di hundirê sindoqên çargoşeyî de dijîn ku di hundurê wan de komek çarçove hene, navê şaneya mêşên hingiv tê gotin û hejmareke mezin ji mêşên hingiv di nava xwe de dihewîne, bi çend hezaran mêşên hingiv ên mê karker hene û bi sedan mêşên hingiv ên mêr jî hene li ser wan tenê yek melîke heye. Her wiha gelek cureyên mêşên hingiv hene, cureyên mêşên hingiv ên Mexribê navê "Antermîsa" lê tê kirin ev jî mêşên hingiv in rengê wan reş e û pir biçûk in, taybetmendiyên vî cureyî mêşên hingiv a "Antermîsa" ku wê ji cureyên din cuda dike ku ev cure di rewşa hewayê ya nebaş de jî dikare hingiv hilberîne.
Der barê qonaxên hilberîna hingiv de, hilberîna hingiv curbecur û li gorî demsalên salê tê guhertin her wiha piştî bidawîbûna demsala zivistanê û destpêka biharê mêşên hingiv bi baldarî dest bi kontrolkirina şaneyên hingiv dike û ewlehiya melîkê pişterast dikin.
Demsala havînê dema berhevkirina hingiv e ku em şaneyên tijî hingiv radikin û yên vala datînin lê di vê qonaxê de mêşên hingiv şaneyên xwe diparêzin û çavdêriya wan dikin, ji bo ku em bikaribin şaneyan biguherînin em bi riya domanê mêşên hingiv ji şaneyê dûr dixin.
"Ji bo pêkanîna ramanê îsrar pêwîst dike"
Sara Qendîl ji bo jinên ku dixwazin projeyên xwe ava bikin lê ditirsin hindek şîret kir û wiha got: "Heger fikrên jinekê ji bo projeyek hebe yan jî dixwaze tevli hin çalakiyan bibe, tenê pêwîst e dest pê bike û fikrê bi cih bîne û bi îsrar be. Di nêrîna min de karkirin an jî pêkanîna jineke ji tiştên ku jê hez dike wê bibe sedem ku ew kêfxweş be û bikaribe serkeftinê bi dest bixe, heya ku ev qad ji beşa xwedina wê dûr be lê tenê hezkirina wê ji wî karî re wê bibe sedema serkeftinê. Tişta herî girîng ew e bawerî bi fikra ramanê û hewldana pêkanîn û bidestxistina wê bêyî ku guh bide gotinên civakê yên xwedî zîhniyeta baviksalarî pêk were."
Sara Qendîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger tu serkeftî bî yan jî têkçûyî bî dê xelk li ser te biaxive, ji ber vê yekê pêwîst e tu baldariyê nedî kesên ku di kesayeta te de bêbaweriya serkeftinê ava dikin. Tişta herî girîng ew ku tiştên tu jê hez dikî pêk bînî, ji ber ku xebitandina li qada ku mirov jê hez dike nahêle acizbûna derûnî û westandin çêbibe. Her wiha wê kêfxweşiya bi serkeftinê cudatir be û dê bi xwe bawerî di kesayeta mirov de çêbike."