Li Mîgrosê daxwazên karkeran tên paşguhkirin

Patronên Mîgrosê li şûna ku daxwazên karkeran bi cih bînin, gefxwarina xwe ya li dijî wan didomînin. Karkerên ku dibêjin em ê berxwedana xwe bidomînin, li benda piştgiriya civakê ne.

 
ELÎF AKGUL
Stenbol- Çalakiya karkerên Mîgrosê ku ji 3'ê Sibatê ve dest ji kar berdane, berdewam dike. Karkerên ku 2 meh berê li dijî başkirina şert û mercên kar, zêdebûna gefên ji kar avêtinê, mobîng û ji bo qezayên kar, rojek greva berdana kar dabûn destpêkirin, li ser soza başkirina şert û mercên xebatê û soza bilindkirina mûçe ya patron, dest bi kar kiribûn. Lê piştî ku dîtin soz nayên bicihanîn, karkeran dîsa dest bi berxwedanê kirin.
Ji bo berxwedanê bi qasî ku piştgirî heye, zext jî heye. Di 9'ê Sibatê de polîsan êrîşî berxwedana li depoya Esenyûrta Stenbolê kir. Polîsên ku bi wesayîdên binçavkirinê ketin depoyê dema hin karker ji depoyê derxistin, Seroka Sendîkaya Karkerên Depoyê, Bender, Tersxane û Deryayî (DGD-SEN) Neslîhan Acar, 2 rêveberên sendîkayê û zêdetirî 150 karker hatin binçavkirin. Karker û nûnerên sendîkayan seatên derengiya şevê hatin berdan.
Seroka DGD-SEN’ê Neslîhan Acar ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ji 2’ê Çile ve ji bo kedkaran bihabûn hat ragihandin. Mîgros ji bo piraniya karkeran mûçeya asgarî û ji bo hinekan jî 200 TL zêde kir. Karker bi kar berdanê li dijî van bihayan îtîraz dikin. 3 daxwazên me yên sereke hene: Divê ji bo tendirustî û ewlekariya kar tedbîr bên girtin, meaşê saetê 4 lîre bê zêdekirin û prîm ji bo temînata qanûnî bê girêdan.”
“Xebitandina karkeran a di şert û mercên koletiyê de aqilê hevpar yê patronan e”
Neslîhan Acar a dibêje “Rêveberên Mîgrosê li şûna ku li ser daxwazên me nîqaşan bikin, qet dest ji tehdîd kirina karkeran berneda” wiha berdewam kir: “Rêveberiya depoya Mîgros a ku ji roja destpêkê ya çalakiyê ve gefên ji kar avêtine zêde kiriye, nêzî 200 hevalên me ji kar avêt. Jiyan kirina karkerên di şert û mercên koletiyê de mehkûmî mûçeya asgarî, deyndarbûyîn û xizani hiştin, aqilê hemû patronên li Tirkiyeyê yek e. Patronê Mîgrosê jî ne ji derveyî ve yekê ye. Hewldana bêdengkirina karkerên Migrosê, organîzasyona vê aqilê hevpar e.” 
Neslîhan Acar bi bîr xist ku dema di girtinên ji ber pandemiyê de bang li her kesê dihat kirin ku "li malê bimînin" karkerên depoyan rojê 14 saetan dixebitîn û wiha got: “Ji bo karkeran di vê pêvajoya zehmet de û di bin barê kar de bidin xebitandin, her dem sozên zamê hatin dayîn. Piştî mûçeyê asgarî hat ragihandin, ji bo karkeran lîreyek jî zam nehat kirin.”
"Dengê me bidin bihîstin"
Neslîhan Acar gotinên xwe wiha domand: “Li welatekî ku enflasyon ewqas lê zêde ye, ne mimkûn e ku karker bi mûçeya asgarî bijîn. Rêjeyên enflasyonê yên ku TUÎK’ê ragihand ji derveyî rastiyê ye, karker di ferqa hêza kirînê de ne. Em îro herî kêm 400 lîre fatureya ceyranê didin, nanek bi 3,5 lîreyan dikirin, ji ber vê yekê em bi mûçeyên ku nikarin pê re bijîn distînin, li ber deriyê bankayan û tefeciyan tên rewşa xwestok. Ne mimkun e ku em bi van mûçeyan bijîn. Em ê teqez mûçeyên ku heq dikin bistînin.” 
Neslîhan Acar diyar kir ku daxwazên karkeran ji civakê ew e ku wan bi tenê nehilin, dengê xwe bidin bihîstin û bi hev re têbikoşîn.