Safaa Ebû Atta bi pêlîstokên ku çêdike riya xebatê ji xwe re vekir

Amîgurumî hunera kincên Japonî ye di çêkirina bûkan de di şiklê mirovan û heywanên biçûk ên antropomorf de ye. Ev huner yek ji hunerên nû tê hesibandin, her çend ew ji demên kevnar ve li Japonyayê dihat zanîn jî di van demên dawî de li gelek welatan dest pê kiriye û li her derê belav bûye.

NEXEM KARACA
Xeza- Tevî şert û mercên xirab ên aborî yên li Xezayê, jinên Filistînî bi qasî ku ji destên wan tê derdikevin pêş ji bo ku îsbat bikin ew jêhatî û hilberîner in û her wiha ji bo ku şopên bêhempa ava bikin.
Safaa Ebû Attaya, ya 30 salî ji bajarê Xezayê ye, derçûya Koleja Perwerdeya Bingehîn û xwediya gelek jêhatîbûna di hunerên terzî û plastîk de ye. Azwerî û mebesta xwe veguherandiye çêkirina bûkan, bi hunera amîgurumî. Ew li Xezayê hunereke bêhempa ye ku wek bûkên tijî fîber in qalibên wan hene. Ew li ser sedemên vî karî wiha dibêje: "Dema min bawernameya xwe ya zanîngehê girt, min nexwest ez jî wekî gelek kesan ji ber tunebûna kar rawestim. Ji ber vê min jûreya banî veguherand cihekî hunerî ku bi hunerên destan tije bû, li wir min dikana xwe ya xweser ava kir û vê gavê ji ber ku ez bi hêz bûm, bûm xwedî armanc û aramiya darayî, kesayetiya min baştir bû. 
"Hunera çêkirina pêlîstokan"
Amîgurumî hunera kincên Japonî ye di çêkirina bûkan de di şiklê mirovan û heywanên biçûk ên antropomorf de. Ev huner yek ji hunerên nû tê hesibandin, her çend ew ji demên kevnar ve li Japonyayê dihat zanîn jî di van demên dawî de li gelek welatan dest pê kiriye û li her derê belav bûye.
"Hez dikim diyariyên ku bi destên xwe çêdikim bidim malbat û hevalên xwe"
Der barê destpêka karê xwe de Safaa Ebû Attaya wiha dibêje: "Ez hez dikim diyariyên ku bi destên xwe çêdikim bidim malbat û hevalên xwe û her kes ji karê min hez dike, ji ber vê yekê min biryar da ku ez di vî warî de bixebitim. Min projeya xwe pêşkêşî projeya bi navê "Afrîner in ji bo çêkirinê" kir ku ji hêla Federasyona Giştî ya Pîşesaziya Filistînê ve, bi hevkariya Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) û Koleja Zanîngehî ya Zanistên sepandî, ve bi fînansekirina ji Japonyayê tê meşandin. Min perwerdeya teknîkî, îdarî û darayî heta qonaxa dawîn a şarezahiyê girt û piştî xebateke dijwar projeya min di nava projeyên herî baş de hat hilbijartin.”
Armanca projeya "Afrîner in ji bo çêkirinê" ew e ku rewşa aborî, civakî û perwerdeyê ya derçûyên li Xezayê û malbatên wan bi afirandina derfetên kar ên domdar baş bike her wiha projeyên biçûk bi riya perwerdekirina wan di warên teknîkî û pîşeyî, teknolojiya agahdariyê de û pîşesaziyên di warên moda, xwarin, hilberên bedewiyê û jêhatîbûna rêveberiyê û kirûbirê de damezrîne.
"Berhemên xwe li ser malperên tora civakî difroşe"
 Ebû Attaya bal kişand ser firotina berhemên xwe û wiha got: "Ez berhemên xwe bi riya malperên tora civakî bi riya rûpela dikana "Fikrek bi derziyê", ya ku min di Cotmeha borî de çêkiribû, difiroşim ku pir baş hat pêşwazîkirin. Guman tune ye ku ev kar demek dirêj digre, ji ber ku ji bo temamkirina bûkên mezin du meh lazim in lê bûkik û kelûpelên biçûk du rojan hewce dike. Bihayên hunerên min ji bo her kesê guncaw e, ji ber vê yekê heta ku ji destên min tê hewl didim li gorî îmkanên xerîdar daxwazan pêşkêş bikim ew jî bi riya biçûkirin an mezinkirina bûkan e.
Safaa Ebû Attaya di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ez hêvî dikim ku projeya xwe li ser erdê berfireh bikim da ku bikaribim hemû xebatên xwe nîşan bidim û her kes wan bibîne û her wiha hêvîdar im ku navendeke min a perwerdeyê ya taybet hebe ji bo perwerdekirina jinan da ku bikarin aramiya darayî bi dest bixin.”