Kedkarên tenduristiyê dê 8’ê Sibatê di G(o)REV’ê de bin!

Xebatkarên tenduristiyê ji ber xebata bê ewle û tundiyê hatin asta westandinê. Dema ku xebatkarên tenduristiyê yek bi yeke welat diterikinîn, Seroka TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê pirsgirêka hemû civakê ye û wiha got: "Dema xebatkarên tenduristiyê neyên parastin, xizmeta tenduristiyê jî baş nabe."

Xebatkarên tenduristiyê ji ber xebata bê ewle û tundiyê hatin asta westandinê. Dema ku xebatkarên tenduristiyê yek bi yeke welat diterikinîn,  Seroka TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku pirsgirêka xebatkarên tenduristiyê pirsgirêka hemû civakê ye û wiha got: "Dema xebatkarên tenduristiyê neyên parastin, xizmeta tenduristiyê jî baş nabe."
ELÎF AKGUL
Stenbol- Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) cara dawî hişyarî da ku divê rêziknameya mafên kesane ji bo meclisê bê anîn. Di çalakiya ku piştî çalakiya nobeta spî li ber TBMM’ê li dar xistin de, kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku ger daxwazên wan neyên qebûlkirin dê dest ji kar berdin.
Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci di axaftina xwe ya ji bo ajansa me re diyar kir ku pirsgirêka kedkarên tenduristiyê pirsgirêka hemû civakê ye û got; "Dema kedkarên tenduristiyê neyên parastin, xizmeta tenduristiyê jî nikare baş were kirin û parastin."
"Kovîd wekî nexweşiyek pîşeyî nayê dîtin" 
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku daxwazên xwe ji meha Cotmehê û vir ve tînin ziman, wiha axivî: “Tiştê li vir girîng, ne tenê pirsgirêkên aborî ne. Şert û mercên xebatên me jî mijarên girîng in. Di pêvajoya pandemiyê de herî zêde xebatkarên tenduristiyê bi Kovîd-19 re rû bi rû man. Koma pîşeyî ya ku me herî zêde nexweş tê de winda kir tenduristî ye û ev yek wekî nexweşiyek pîşeyî nayê hesibandin.
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku li gel bûyerên tundiyê her ku diçe zêde dibin, jî qanûnek li dijî tundiyê nehatiye derxistin, diyar kir ku pêşnûmeya ku ji aliyê Yekitiya Tabîbên Tirk ve hatiye pêşkêşkirin jî "veguheriye çekê, tu encameke bi bandor nehatiyê derxistin û bêcezatiya li hemberî sûcdaran berdewam dike."
"Bêewlehiya pîşeyî jî heye"
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci teqez kir ku pergala peredayînê ya pir-beş divê derbasê dravdayîna yekane ya ku tenduristvan dikarin bi mirovahî bijîn bibe, diyar kir ku di wateya pîşeyî de jî bê ewlehî pirsgirêkek cidî ye, wiha axivî: “Mehenayên ku hema bejê nîvê mûçeya asgarî ne hene. Ev nayên qebûlkirin. Me hemûyan dît ku di vê pêvajoya pandemiyê de gava yekemîn a xizmeta tenduristiyê çiqas girîng e.” 
"Ji xizmetên tenduristiyê vedikişin"
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bal kişand ku ji ber mekanîzmaya pêşîlêgirtinê ya têkildarî Kovid-19 nayê xebitandin, bi versiyona Omicron re hejmara bûyeran zêdetir dibe, diyar kir ku
di nava van dozan de xebatkarên tenduristiyê jî hene û neçar dimînin xwe ji dayîna xizmetên tenduristiyê vekişînin û ev bi serê xwe tê wateya astengkirina xizmetên tenduristiyê.
Dr. Şebnem Korur Fîncanci got: “Dema ku gava yekemîn neyê xurtkirin û kedkarên ku di gava yekemîn de dixebitin neyên parastin, kedkarên tenduristiyê nexweş dikevin. Xebatkarên tenduristiyê bi tundiyê re hatin asta westandinê. Pîşeyê terk dikin, welatê xwe diterikînin, ev jî dibe sedem ku em bê bijîşk bimînin.”  Fîncanci bal kişand ku bi amadekariyên ku ji bo "daxwaza tenduristiyê hatine kirin" were afirandine re servîsên lezgîn bûne polîklînîk û ev rewş rewşên awarte yên rastî gihandina xizmetên tenduristiyê ne asteng dike.  
"Bê tenduristî tê ferzkirin"
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi gotinên; “Xebatkarên tenduristiyê yên ku di rewşa awarte de dixebitin dema bersiva terkêr nagirin, rastî tundiyê tên”, hişyarî da û destnîşan kir ku pêkanîna têgihîştina "çiqas zêde nexweş, ewqas zêde pere" ya ku li nexweşxaneyên bajêr ên bi nexweş garantî, sepana peredayîna bijîjkan li ser bingeha performansê û "lênihêrîna tenduristiyê ya ne li gorî kalîte li gorî mîqdarê "ne tenduristî bi xwe re tîne.
"Qeyrana tenduristiyê pêk tê"
Dr. Şebnem Korur Fîncanci bi gotinên "Di 5 deqeyî de randevû" têra muayeneya nexweş nake, bijîşkan beralî dike ku muayeneyên hûrgilî bikin û ev yek jî zext li aboriya tenduristiyê dike, diyar kir ku di encama vê rewşê de ji ber nedayîna fatûreyên dermanan qeyraneke din a tenduristiyê ava dibe. 
Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci diyar kir ku divê gava yekemîn bê xurtkirin û xebatên bêewle bên bidawîkirin, destnîşan kir ku ger gavên pêwîst neyên avêtin dê di 8’ê Sibatê de li G(o)REV’ê de bin.