Li Tûnisê ji bo parastina mafê jinên karkerên çandiniyê 11 sendîka hatine avakirin

Ofîsa Neteweyî ya Jinên Karkerên Sektora Çandiniyê li Tûnisê ragihand ku ji bo parastina mafên jinên di sektora çandiniyê de dixebitin 11 sendîka hatine avakirin.

Tûnis – Koordînatora Ofîsa Neteweyî ya Jinên Karkerên Sektora Çandiniyê li Tûnisê Zubeyde Neqîb di sempozyûma neteweyî ya 7'ê Adarê bi boneya Roja Jinên Cîhanê bi dirûşma "Ji bo jîngeheke kar a ewle û dûrî tundî û destdirêjiyê" hat lidarxistin, eşkere kir ku ji bo parastina mafên jinên di sektora çandiniyê de dixebitin 11 sendîka hatine avakirin.

Zubeyde Neqîb diyar kir ku Ofîsa Neteweyî ya Jinên Karkerên Sektora Çandiniyê, ji bo peydakirina karekî minasib, pêngaveke civakî ya saxlem, jîngeheke kar a ewle û mûçeyên qanînî ji jinan re dixebite.

Di heman demê de, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Giştî ya Kar a Tûnisê Nûredîn El-Tebûbî tekez kir ku pêwîst e giringiyê bidin pirsgirêkên jinên ku di sektora çandiniyê de dixebitin, ku hîn jî mafên wan kêm têne nirxandin û mûçeyên wan kêm in. Her wiha Nûredîn El-Tebûbî bang li jinên ku di sektora çandiniyê de dixebitin kir ku li kolana Hebîb Bûrqîba bi protestoyê daxwaza mafê xwe bikin.