Jinên Yemenê berhemê xwe di Atolya Mohra Jiyanê de digihînin hev

Jinên Yemenê di Atolya Mohra Jiyanê de projeyên nû pêşdixin û xebatên xwe her diçe berfireh dikin. Berpirsiyara Atolyeya Mohra Jiyanê û mamostaya sereke di atolyê de waneyan dide Zikra Elî got: “Atolya ji bo gelek jinan bûye çavkaniya debarê.”

NOOR SURIB

Yemen - Li gel zehmetiyên rewşa aborî ya Yemenê, tevî kêmbûna derfetan jî saziya Mohra Jiyanê ji bo perwerdekirin û di aliyê aborî de bihêzkirina jinan atolyeyek vekir. Atolyeyê mohra xwe li bazara herêmî ya welêt xist û ji aliyê dorhêlek fereh a jinan ve hat qebûlkirin. Berpirsiyara Atolyeya Mohra Jiyanê û mamostaya sereke di atolyê de waneyan dide Zikra Elî têkildarî xebatên xwe axivî.

“Her diçe xebatên atolyê mezin dibe”

Zikra Elî di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Atolyeya Mohra jiyanê ya dirunê di Gulana 2021'an de dest bi gavên xwe yên ewil kir. Me bawernedikir ku beşdariyek wiha mezin a jinan çêbibe. Me bi gavên biçuk dest bi rêwîtiya xwe kir îro bandora wan erênî ye û tevî şiyanên kêm ên saziyê em bi tiştên ku me bi dest xistine serbilind in.”

“Perwerdekirina jinan xebatek gelek giringe”

Mamosta Zikra Elî xebatên xwe yên dibiniya atolyê de tên kirin wiha anî ziman: "Em hewl didin ku alîkariya malbatên berhemdar ên ku di warê dirûtinê de dixebitin bikin. Xebatkarên me yên jin ên di vî warî de baş dixebitin hene. Armanca me ya sereke ew e ku em alîkariya jinan bikin û derfetê bidin wan ku hilberînê bikin. Em hewildidin piştgirî bidin wan da ku jêhatîbûn derkevin û pîşeyekê bi dest bixin ku di warê aborî de bi hêz bibin. Pêre jî dê rûbirûbûna wan bi zehmetiyên jiyana aborî ya welat re hêsantir bibe.

“Jin dixwazin berhemên xwe bi xebata atoyê re bikin yek”

 Têkildarî êş û azarên ku jin li bazarên herêmê rû bi rû dimînin jî Zikra Elî wiha dibîje: "Cihê mixabiniyê ye ku jin di bazara kar de tên îstîsmarkirin û berdêlên sembolîk pêşkêşî wan tên kirin ku ne bi keda ku tê xerckirin û ne jî nirxê qumaşê ku ji bo dirûtina perçeyan tê bikaranîn. Dema ku jin bi awayek taybet dixebitin da ku berhemên xwe li bazarên herêmî nîşan bidin û bazirgan bi berdêlên pir hindik wan pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê atolye bûye cihek taybet ji bo gelek jinan, ji ber ku ew tercîh dikin ku hilberînên xwe digel hilberên me di atolyeyê de bi mîkdarên têrker ên ku ji sûkê cûda ne nîşan bidin. Ji ber ku em rewşa wan a aborî li ber çavan digirin û em ji kesên eleqedar dixwazin ku di medyayê de piştgirîya me bikin û ji me re bibin alîkar ku hilberînên xwe bidin nasîn.”

“Em cilên zarokên dibistanê jî didirun”

Zikra Elî bal kişand ser wê yeke ku tevî kêmbûna şiyan û hejmara sînordar a makîneyên dirûnê jî atolye nîşana xwe li bazara herêmî ya Adenê da û wiha dom kir: “Me cil û berg ji bo çend dibistanan hilberand. Zêdetirî 500 cil û bergên ku ji pantol û kirasan pêk tên û cilên ji bo cejna zarokan ji zarokan re hatin dirun. Berhemê me yê dawî cil û bergên polîsên trafîkê û cil û bergên şîrketan bûn. Em niha dikarin çenteyên dibistanê yên nû û çenteyên xemilandî yên ji bo hilgirtina laptopê û çenteyên xemilandî yên bi şêwaza Yemenî bi karanîna qumaşê Yemenî ku wekî perdeya jin li Sanaya kevin li xwe dikin, hilberînin.”

 

“Di atolyê de hînî karê dirunê bûm û niha debara xwe li ser wê dikim”

Ji jinên di atolyê de perwerde dîtiye û bi kêrhatinên xwe yên ji wê girtî ketiye nava xebatê Merwa Muştaq jî got: “Min derfet dît ku di Atolyeya Mohra Jiyanê de perwerde bibim. Vê derfetê alîkariya min kir ku bibim pispor di pîşeyê xwe de. Ez êdî bi xwe bawer bûm û li malê li ser dirunê dixebitim û debara xwe û zarokên xwe dikim.”

“Jinên pêdiviya wan bi karkirinê heyî bila serî li atolyê bidin”

Yek ji jinên ku di atolyeyê de dixebite Amina Omer jî wiha behsa karê xwe kir: "Min di meha Kanûna borî de dest bi xebatê kir. Min xebata xwe ya di atolyeyê de wek firsend dît ku ji bo fêrbûna pîşeyeke ku jê hez dikim wextê xwe bikar bînim. Berê ez beriya şerê sala 2015'an li Taîzê di atolyeyê de xebitîm. Piştî em koçberî Adenê bûn, min gelek êş kişand û geriyam heta ku min derfetek kar di atolyeyê de dît. Ez hêvî dikim ku kargeh berfireh bibe da ku hemû jinên ku li kar digerin tê de cih bigirin.”

“Berhemên herêmî bi kalîteya bilind tên amadekirin”

Berpirsa aliyê îdarî ya saziyê Hanîn Elî jî bilvê kir ku ew timî li pirojeyên cuda digere  ku bikare bernameyên baş bide pêşiya jinên di atolyê de dixebitin û wiha dom kir: "Ez berdewam li projeyên ku alîkariya bihêzkirina jinan dikin digerim û ji bo kursên pêşketî ji xebatkarên atolyeyê re pêşkêş bikim digerim. Vê yekê alîkariya me kir ku em li gorî bazarê bi bihayên reqabetê bibin hilberînerên bilind. Me ji projeyên piştgirîkirina dibistanên kesên xwedî pêdiviyên taybet û dibistanên kesên ker û lal ên bi kincên dibistanan dest pê kir.”