Li Qoserê ked û hevgirtina jinan
Menîra Aksoy û Enîse Esentekîn ku bi derfetên xwe li Qosera Mêrdînê cihê nanê sêlê ya bi navê “Mala Demsal a Nanê Sêlê” vekirine, bang li jinan dikin ku tevî krîza aborî jî bi hevgirtinê hilberînin û li ser lingên xwe bisekinin.
EKÎN STÊRK
Mêrdîn – Menîra Aksoy û Enîse Esentekîn ku bi derfetên xwe li navçeya Qosera Mêrdînê Mala Demsal a Nanê Sêlê vekirin, tevî zehmetiyên aborî jî bi xebata xwe ya dijwar li ber xwe didin. Jinên ku ji serê sibehê heta êvarê hilberînê dikin, bi gotina ‘divê keda jinan her dem were naskirin divê jin li ser lingên xwe bisekinin bal kişandin ser girîngiya hevgirtinê û azadiya aborî.
Her çendî di dîrokê de keda jinan di hemû qadên jiyana civakî de hebe jî gelek caran ji nedîtî ve hatiye. Jinên ku ji malê heta hilberînê, ji zeviyan heta atolyeyan di hemû qadên jiyanê de dixebitin, tevî newekheviyên aborî û civakî jî hilberînê didomînin. Jinên ku hewl didin bi keda xwe debarê bikin, ji bo azadiya xwe ya aborî bi dest bixin û li dijî pergala serdest a mêr li ser piyan bisekinin, têdikoşin.
Li navçeya Qosera Mêrdînê, jinên ku bi derfetên xwe dikana Demsal a Mala Sêlê vekirine, hewl didin bi keda xwe di jiyana aborî de cih bigrin. Jin, tevî zehmetiyên ku bi wan rerûbirû dimînin jî di her qonaxa hilberînê de xwedî gotin in û karsaziyên xwe dimeşînin, ji bo ked û hevgirtina jinan mînakek in. Ruhê ked û hevgirtinê nîşan didin. Jin, ji hevîr bigre heta amadekirina nanê tenik, pijandin û bicihanîna fermanan, hemû qonaxên kar digrin ser xwe û tevî zehmetiyên aborî jî dev ji hilberînê bernadin. Jin diyar dikin ku divê keda jinan were dîtin û divê jin bi qezenckirina dahata xwe serxwebûna aborî bi dest bixin û bi saya hevgirtinê karsaziyên xwe dimeşînin.
'Em li ser lingên xwe disekinin'
Menîra Aksoy ku berê li gundekî di çandinî û karên malê de dixebitî û 10 sal berê li Qoserê bi cih bû, got ku piştî demek li malê lênêrîna zarokên xwe kiriye biryar daye dest bi kar bike. Menîra Aksoy diyar kir ku ew û hevala wê Enîse Esentekîn du sal in nanê sêlê çêdikin û got: "Dema ku ez li malê bi tenê dimam bêzar dibûm. Fikirîm ka ez dikarim çi bikim. Piştre fikra vî karî hat bîra min ez du sal in vî karî dikim. Ez û hevala xwe fikirîn ku vê derê vekin. Ev kar ji bo me herduyan baş bû; ji ber ku em li ser lingên xwe disekinin.
Menîra Aksoy rave kir ku wan di destpêkê de li taxê dikaneke biçûk vekiriye û çar mehan li wir xebitiye lê ji ber şert û mercên nebaş, koçî cihekî mezintir kirine, destnîşan kir ku dikana wan a yekem bê elektrîk û av bûye û got: “Mirov bi karê me kêfxweş bûn. Ji ber vê yekê me biryar da em koçî cihekî mezintir bigrin em du sal in li vir karê xwe dikin. Nanê sêlê xwarineke pir xweş e mirov jê hez dikin. Ew xwarineke me ya kevneşopî ye. Berê gelek caran dihat çêkirin. Carna jin kar dikin, siparîş didin û em ji bo wan amade dikin.”
'Divê jin debara xwe bi xwe bikin'
Menîra Aksoy, rave kir ku rabirdûya wê û hevala wê Enîse Esentekîn di jiyana gund de ye, diyar kir ku çêkirina nanê sêlê ji wê fêr bûye û bi gotina ku dostaniya wan a demdirêj niha veguheriye qadeke hevpar a xebatê, bal kişand ser azadiya aborî ya jinan û got: “Ez û hevala min demek dirêj e hev nas dikin. Pezê me hebû û em ji bo şivantiyê diçûn gundên wan li wir me hev nas kir. Gundê wan li herêma Qerejdaxê bû û gundê min jî li herêma Dêrikê bû. Ji ber ku pezê me hebûn, em her dem diçûn û dihatin. Wan nanê sêlê çêdikirin ez ji wan fêr bûm. Paşê, koçî gundê me kirin. 20 salan li wir man piştre em hatin navenda bajêr û 5-6 salan di heman apartmanê de man. Fikra vekirina vê cihê ji herduyan derket holê."
Menîra Aksoy bal kişand ser girîngiya destpêkirina karsaziyên jinan û diyar kir ku berê jinên ku dixebitin bi tundî dihatin rexnekirin, destûr nedidan ku ew bixebitin û got: “Em dixwazin jin debara xwe bikin û karsaziyên xwe biafirînin. Ji ber vê yekê me ev cihê kar vekir. Berê xebat ji bo jinan şerm dihat dîtin û destûr nedidan ku em bixebitin. Lê êdî ne wisa ye niha her jin dikare li ser lingên xwe raweste.”
'Krîza aborî pişta me şikand'
Menîra Aksoy şert û mercên xebata xwe ya rojane vegot û diyar kir ku çêkirina nanê sêlê karekî dijwar e lê ew ji ber ku ji karê xwe hez dikin, tehemulî zoriyan dikin û got: “Bi berdewamî hevîrkirin, pijandin û amadekirina malzemeyan dijwar e lê em karê xwe bi hezkirin dikin carna heta êvarê di germahiya havînê de bê klîma em dixebitîn. Ev kar jî zehmetiyên xwe hene lê gava hûn jê hez dikin, zehmetî ewqas xirab xuya nakin.
Menîra Aksoy, tekez kir ku lêçûnên jiyanê yên zêde dibin sedema zehmetiyên wan ên debara jiyanê û diyar kir ku ew di xaniyên kirê de dijî, hewl dide lêçûnên xwendinê yên zarokên xwe bide. Her wiha diyar kir ku ji bilî kiriya cihê kar, zêdebûna buhayê pêdiviyên bingehîn jî bandorê li wan dike û wiha domand: “Ji ber krîza aborî em zehmetiyan dikşînin û bi zorê debara xwe dikin. Ez di xaniyekî kirê de dijîm û zarokên min xwendekar in hewl didim bi vî karî debara xwe bikim. Bihayê her tiştî zêde ye. Hûn nikarin tiştekî bi rêkûpêk bikirin. Ji rûn bigre heya goşt ji sebzeyan bigre heya ard û elektrîkê, her tişt pir biha ye em gelek caran di kirîna van tiştan de zehmetiyan dikşînin. Krîza aborî pişta me şikandiye. Her tişt her diçe bihatir dibe em hewl didin bi vî karî xwe birêve bibin."
Menîra Aksoy diyar kir ku ne tenê ji navçeyê ji derveyî bajêr jî daxwaz ji bo nanê sêlê heye û got ku ew sparîşan digihîjînin xerîdarên xwe, daxwaz kir ku keda jinan bêtir were dîtin.
'Divê jin li ser lingên xwe bisekinin'
Enîse Esentekîn her wiha diyar kir ku şert û mercên kar û zehmetiyên aborî wan dixin tengasiyê û wiha pêl da gotinên xwe: “Min û hevala xwe ev der bi hev re vekir. Em herdu jî ji vî karî kêfxweş dibin. Çiqas dijwar û zehmet be jî em jê hez dikin, du sal in li vir vî karî dikin. Em her dem alîkariya hev dikin ev kar pir dijwar e. Em ji sibehê heta êvarê li vir dixebitin.”
Enîse Esentekîn, diyar kir ku mal û cihên kar ên wan kirê ne, bal kişand ser zehmetiyên darayî û got: “Em di dabînkirina debara xwe de zehmetiyan dikşînin. Bi zorê debara xwe dikin. Fatûre û kiriya malê û cihê kar barekî giran e ji bo me.”
'Ev kevneşopî nişf bi nifş didome'
Enîse Esentekîn, diyar kir ku çêkirina nanê sêlê ne tenê ji bo wan çavkaniya debara jiyanê ye, di heman demê de kevneşopiyek e û nifş bi nifş didome, tekez kir ku divê keda jinan were dîtin û wiha bi dawî kir: “Em vê yekê dikin ji ber ku em ji vî karî hez dikin. Ev ji bo me bûye kevneşopiyek. Berê em li cihekî din dixebitîn piştî girtina wî cihî, me ev cih vekir. Em du sal in li vê derê dixebitin em dixwazin keda jinan her dem were dîtin. Em dixwazin jin her dem li ser lingên xwe bisekinin.”