Kûzçêkirin û têkoşîn: Çîroka jineke Misrî di şertên giran de
Jiyana rojane ya ku di navbera zehmetiya çêkirina berhemên bi dest tên çêkirin û berpirsiyariyên malbatê de didome, Sabah Hesen Ebd El-Hemîd kûzên ji axê çêdike û bi zehmetiyên fîzîkî û şert û mercên xebatê yên giran re têdikoşe.
ÎMAN SEMÎR ELÎ
Misir – Sabah Hesen Ebd El-Hemîd di pîşesaziya kûzên axê (fexar) ên bi destan tên çêkirin de dixebite, pîşeyeke wisa ye ku sebir, kedeke fîzîkî ya mezin û şiyana li hemberî şert û mercên xebatê yên giran dixwaze. Çend sal in ev yek bûye beşeke bingehîn a qonaxên hilberîna tas û kûzên axê, di rêwîtiyeke ku bi dawîbûna saetên xebatê re naqede dirêj dibe û berpirsiyariyên wê yên rojane li malê jî digre nav xwe ye.
Sabah Ebd El-Hemîd 16 sal in zewicî ye û li gundê Deyrût El-Şerîf ê bajarê Asyût ê Misrê dijî. Sebah nêzî 10 sal berê dest bi xebata di pîşesaziya fexarê de kiriye bi armanca ku pêdiviyên malbata xwe dabîn bike. Ji wê demê ve ew di hûrgiliyên pîşeyê û qonaxên wê yên cuda de cih digre. Ji amadekirina perçeyên axê bigre, heta danîna wan a li ber tavê, ji bo zuwabûnê û amadekirina wan ji bo şewitandinê di firinan de di hemû merheleyan de dixebite.
Xebat li gorî pileyên germahiyê tên organîzekirin
Sebah Ebd El-Hemîd diyar kir ku ev qonax baldarî û çavdêriyeke berdewam dixwazin û got: "Ji ber ku hiştina perçeyên axê di bin tîrêjên rojê yên de ji bo demek dirêj dibe sedema xerabûna wan. Ji ber vê yekê xebat li gorî pileyên germahiyê tên organîzekirin û tas û kûzên axê bi berdewamî tên şopandin da ku zirarê nebînin."
Li gorî demsal û rewşa hewayê dixebite
Li gorî gotina Sabah Hesen Ebd El-Hemîd, saetên xebatê li gorî tabloyeke sabit naçin, li gorî demsal û rewşa hewayê diguherin. Di demsala zivistanê de Sebah nêzî saetek dixebite. Di demên ku germ pir zêde be de, pêdiviya dabeşkirina xebatê û şopandina bi baldarî ya perçeyên axê zêde dibe da ku ji xerabûnê werin parastin.
Di navbera kargehê û berpirsyariyên malê de
Berpirsiyariyên Sabah Hesen Ebd El-Hemîd tenê bi xebata kûzên axê sînorkirî nîn in, ji ber ku kargeha xebatê li kêleka mala wê ye, ev yek derfetê dide ku di navbera herdu cihan de bigere da ku hilberînê bişopîne û peywirên malê jî bi cih bîne.
Piştî ku Sebah Ebd El-Hemîd ji qonaxeke xebatê diqedîne, vedigere malê da ku karên malê bike û paşê vedigere cihê xebatê ji bo ku kûzên li ber germahiya tavê kontrol bike.
Bihayên kûzên axê û zehmetiyên xebata giran
Berhemên ku tên çêkirin, cêrên avê yên mezin û biçûk in. Tas, awayê şûşe û amûrên din ên axê jî hene, bihayên wan li gorî mezinahî û cureya perçeyê wê diguherin.
Her çendî ev biha cihêrengiya berheman nîşan bidin jî bihayê perçeyekî tenê mezinahiya keda ku di çêkirin, zuwakirin û amadekirina wê ya ji bo şewitandinê de hatiye dayîn nîşan nade.
Sabah Hesen Ebd El-Hemîd tekez dike ku demên dirêj û berdewamkirina berhemên bi destan tên çêkirin, yek ji zehmetiyên herî mezin e diyar dike ku westandin carna bandorê li pişt û bedena wê dike, bi taybetî bi dubarebûna karên rakirina perçeyên axê, veguhestina wan û şopandina wan.
Tevî vê zehmetiyê jî Sebah ji bo peydakirina nanê rojane û hilgirtina berpirsyariyên malbatê xebata xwe didomîne. Sekna li ser kar di bin siya pêdiviyên rojane yên ku dahateke berdewam dixwazin de ne vebijarkeke hêsan e.
Ezmûna Sabah Hesen Ebd El-Hemîd rewşa jinên ku di warê pîşesaziyê de dixebitin nîşan dide. Jin di navbera çêkirina berhemên destan û berpirsyariyên malê de diçin tên.