“Kêm û zêdebûna qazancê ne giringe ya giring ewe ku mirov kar bike”

Şehla Fetah a ji Helepçeyê li rex mala xwe firoşgehehek vekiriye. Di firoşgehê de ji tiştên derve zêdetir giringiyê dide berhemên keda destê jinan û wan dide nîşandan.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe – Ji jinên herêma Helepçe yên bi keda destê xwe debara xwe dikin Şehla Fetah li tenişta mala xwe firoşgehek biçûk bi navê ‘ciwankariya Roz’ vekiriye. Du salin Şehla bi qazanca ji vê firoşgehê digire debara xwe dike.
Şehla wiha behsa destpêkirina karê xwe dike: “Dema min dibistama amdeyî temam kir, hertim dixwest bibim xwedî aboriya xwe û min ev firoşgehejî bi heman mebestî vekir. Ji derveyî kozmetîkan ez tiştên ku bi destê xwe çêdikim û yên jinên vê herêmê çêdikin li vêderê di firoşim. Bi vî karî berhemê destê jinan jî didim dîtin û bi wan re dibim alîkar. Hertim firoşgeha min vekiriye jin û mêr tên ji vêderê tiştên pêwîst digrin. Banga min ji bo jinan ewe ku tu hewildan bê armanc nîne, mirov bi hewildanê digihin armancê, divê di her karî de bawerî hebe da ku bi serbikevin.”