Jinên xwedî pirojeyên biçûk ji ber kêmbûna piştgirî û qeyrana aborî zehmetiyan dikêşin

Ji bo Jinên xwedî karsaziyên biçûk yên Tûnisê pêşangehek li paytext Tûnisê hate vekirin, jin ji ber qeyrana aborî hewil didin berhemên xwe bi rêya pêşangehê bidin nasîn.

ZOUHOUR MECHRGUÎ

Tûnis- Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temen Mezin a Tûnisê li gel Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê, pêşengî ji bo li darxistina pêşangeheke hunerî kir û tê de gelek berhemên jinan yên balkêş ên nûjenkirin û hişyarkirinê hene. Di pêşangehê de bal hat kişandina ser gundên ekolojî ji bo danasîna wan bi hilberînên berhemên jinan re bibin yek.

“Jinên herêma Sejnan pîşeyê xwe gihandine her devera cîhanê”

Hunermenda ciwan Letîfe El-Saedanî ku berhemên xwe nîşan da wiha behsa hezkirina xwe ya vî pîşeyî kir: “Jinên herêma Sejnan ev pîşe gihandin cîhanê, piştî ku weke mîrateya UNESCO hate binavkirin. Min ev pîşe ji dayika xwe girtiye heta ku bûme pispor û beşdarî hemû pêşangehên navnetewî bibim. Em neçarin ji bo heriyê herin çiyê, vê yekê jî karê me zehmetir kiriye. Her wiha pandemiya koronayê rewşa jinên Sejnanê û devera gundewarên dur, aloztir kiriye. Jinên Sejnanê pîşeziya Fexar gihandine cîhanê, lê wan tu pêşketineke zelal di rewşa xwe ya civakî de nedîtine. Heta dema ku gazî wan dihat kirin beşdarî pêşangehan bibin, cihên ku ji bo wan bêpere an razan hatine diyarkirin nedîtin.”

Heda El-Saedanî ku bi nasnavê Dekanê pîşekaran tê binavkirin, ji ber nebûna desteka pêwîst ji dewletê û xemsariya Wezareta Malbat û Jinan a li hemberî wan, tirsa xwe ji  windabûna Fexar anî ziman û got ku nifşê niha xema pîşeya Fexar nake.

“Zehmetiyên nasandinê”

Heda El-Saedanî destnîşan kir ku ew hewl dide komên ciwan teşwîq bike da ku berê xwe bidin karê dapîrên xwe ligel têgihîştina wê ku ew yek debara jiyanê û hewcedariyên pêwîst peyda neke, ji ber ku firotina rojane ji çil dînar, ango bi qasî 13 dolaran derbas nake, ew mîktar têra xwarina rojekê ya malbatekê nake.

Fexara Sejnan jî yek ji baştirîn cureyên kelûpelane û bi navê Fexara jinên Sejnan tê nasîn, ku bi awayê kevneşopî tê amadekirin û bi karanîna cûreyek gila ku ji serê çiya tê anîn, pîşesaziyeke ku bi sebir û baweriyê tê çêkirin.

Heda El-Saedanî bang li dewletê kir ku destwerdanê bike bi rêya dayîna peryan ji bo jinan ku ev yek wê xetera windakirina çavkaniya debara malbatên wan kêm bike.

Di sala 2018'an de, Fexara Sejnan di nav mîrateya çandî ya UNESCO yê de bû, li herêmek ku nêzî 440 hunermendên jin bi heyeta pîşesaziyên kevneşopî ve hatine tomarkirin.

“Bi rêya tabloyên xwe ez peyama aştiyê didim”

Mariyam El-Sûfî, hunermenda plastîk a pispor di hunera wênesaziyê de kombûye, yek ji hunerên kêm li Tûnisê ye da zanîn ku wê vexwendinname, li gel pîrozbahiyên roja jinên, ji rêxistina navdewletî girtiye ku tabloyên xwe di pêşangehê de nîşan bide û got: “Di tabloyên xwe tiştên ku hatiye jiyankirin û malzemeyên kevn yên ku di jiyana rojane de têne bikar anîn, mîna destmal û yên din ez  di tabloyên xw eyên hunerî de di xebitinîm. Bi rêya tabloyên xwe ez peyama aştî û lihevhatina di navbera şaristanî û olan de didim diyarkirin û tiştên ku çêdikim lêkolîn û vedîtinê dide cîhanên cuda.”

“Hewil didim berhemên xwe li Tûnisê û derveyî welat bidim nasîn”

Damezrênera bazirganiya Rozan Awatef EL-Weslatî ku dermanên xwezayî çêdike vê pişeyî bi heskirina xweya xweza û dewlemendiya xwezayê ya ku li Tûnisê heye ve girê dide û dibêje: “Bi çêkirina dermanên xwezayî min derfetên kar ji bo jinên ku ji xwezayê hez dike re afirandiye. Projeya min ya min amadekiriye bi hezkirina xwe ya ji giyayên derman û gulên ku jê sûd werdigirim ve girêdidim û berhemên min yên xwezayî ji bo tevahiya malbatê maqûlin. Ez bang li dewlet, komeleyên geşedana jinan û rêxistinên pispor dikim ku ji bo berdewamiya projeyan destekê bidin. Tûnis bi gelek çavkaniyên xwezayî dewlemende ku dikare bi hêsanî derfetên kar ji jinan re biafirîne û alîkariya wan bike li hember diyardeya xizaniyê û lawazbûna xebitandina jinan. Ez bi serkeftina xwe bawer im, tevî ku ez bi tena serê xwe û bi îmkanên kêm vî şerî dikim, lê bi israra xwe ya ji bo hilberandina malzemeyên ku zirarê nade xweza û xerîdar, hewil didim ku berhemên xwe li Tûnisê û li derveyî welat bidim naskirin.”

Dora Bushdach, nûnera Weqfa GOMYCODE di qada bazara online de pispore diyar kir ku saziyê qursek perwerdehiyê ji jinan re peyda kir da ku alîkariya wan bike ka mirov çawa hilberînên xwe li bazarê bifroşin û da zanîn ku hemû pirsgirêkên danasînê bi têgihiştina wan bi qaîde, bingehên firotinê û dema tê firotin çareser dibe ku jin jî vê yekê nezanin. Dora Bushdach amadebûna rêxistina xwe ji bo alîkariya jinan di pêşxistina planên firotinê dê perspektîfên berfirehtir ji qezenckirinê re veke.