Xwendekarên Filistînê bi berhemên xwe alternatîfan diafirînin

Jinên ciwan ên zanîngehê li Xezayê jêhatîbûna xwe ji bo peydakirina derfetên kar bi kar tînin û bi vekirina projeyên piçûk, bi bêkariyê têdikoşin û di warê dahata aborî de alternatîfan diafirînin.

NEXEM KERACE

Xeza- Jinên ciwan ên zanîngehê li Xezayê jêhatîbûn û hobiyên xwe ji bo peydakirina derfetên kar bi kar anîn da ku li hemberî bêkarî û rewşa xirab a aborî bê alternatîf nemînin. Ji aliyê din ve xwe mijûl dikin û enerjiya xwe di pêşxistina şiyanên xwe de bi vekirina projeyên piçûk ên karsaziya li ser bingeha hunerên destan, firotina wan li ser înternetê û beşdarbûna di pêşangehên pîlot de ku hilberînên wan nîşan dide.

"Ji ber ku berhemên cihêreng bûn daxwaza xelkê ji wan re pir zêde bû"

Xwendekara Koleja Hunerî Ruba El-Kurd diyar kir ku li gorî hobiya xwe wê biryar da ku projeyeke piçûk vebike û wiha lê zêde kir: "Fikra projeyê ew bû ku macrameyan bi şiklên cihêreng ên ku dixemilandin û di diyariyan de tên bikaranîn çêbikin. Ev huner li Xezayê hunereke xerîb e. Ez bi kelecan bi karê xwe yê hunera destan re mijûl dibim. Ji ber ku  berhemên min cuda û balkêş in, daxwaza xelkê ji wan re pir zêde bû. Min rûpelek li ser malperên tora civakî vekir da ku berhemên xwe nîşan bidim û bifroşim lê ez bi beşdarbûna xwe ya di pêşangehan de zêdetir wan difiroşim."

"Ji 17 saliya xwe ve ez xwe dispêrim xwe heta xercên zanîngehê min bi keda xwe da"

Mezûna Fakulteya Hemşîretiya Giştî Mereh Sebra anî ziman ku ew xwedan çendîn jêhatîbûn û huneran e, di nav de hevrêzkirina proje û pêşangehan bi giştî heye û wiha pê de çû: "Fikra projeya min bi xwe ew e ku hevrêzî û organîzekirina diyariyan û sêwirana çapên daran bikim û sûdê ji demsalên şahiyan bigrim da ku gelek xebatan hilberînim û rasterast wan bifroşim. Armanca min ji projeyê ew e ku di şert û mercên dijwar ên aborî de hatina xwe baştir bikim. Ji 17 saliya xwe ve ez xwe dispêrim xwe, heta xercên zanîngehê min bi keda xwe dida. Kesên afirîner hezkirinê k, kesên li derdora xwe dibînin, ji ber vê yekê min daxwazek mezin ji mirovan, ji bo hilberînên xwe dît. Li ser Instagramê rûpelek min a bi navê "Mereh Stor" heye  ez hilberînên xwe lê difroşim."

"Bihayê berhemên min guncaw in û kalîteya wan jî zêde ye"

Xwendekara beşa teknolojiyê Rexed Yûsif da zanîn ku wê di çêkirina hilberînên xwezayî de gelek perwerde dîtiye û wiha domand: "Piştî ku ez fêr bûm bi xwe wan çêbikim, min biryar da serbixwe bibim û vî karî ji xwe re bikim çavkaniya debarê. Ji beriya çar mehan ve min dest bi çêkirin û firotina hilberînên xwezayî kir. Ji ber ku bihayê hilberînên min guncaw e û kalîteya wan jî zêde ye, mirov bi dilxweşî dikirin. Ez beşdarî pêşangehên pîlotan dibim da ku mirov li ser hilberînan nêrîna xwe bibêjin."