Jinên di nava bazara Seyîdsadiq de dixebitin li gorî keda didin heqdesta xwe nagirin

Jinên di nava bazara Seyîdsadiq de dixebitin zoriyên karê xwe anîn ziman û gotin: “Li gel em heqdesta xwe nagirin jî neçarin bixebitin.”

ASUDA MEHEMED

Şarezûr – Ji ber nedana mûçe û qeyîrana aboriyê li Başûrê Kurdistanê jiyan gelek zor bûye. Jinên ji bo bikarin debara xwe bikin neçarin li nava bazarê bixebitin jî heqdesta xwe nagirin, li gel wê jî neçarin bixebitin. Li bajaroka Seyîdsadiq jinên di kargehan de kar dikin rastî zehmetiyan tên zoriyên xwe anîn ziman.

Xuşkan Mikaîl nêzî çar mehane di heftiya bazara Seyîdsadiq de rojane 10 saetan kar dike dibêje: “Gelek jin hebû dawî li vî karî anîne, ji ber ev kare zehmete û muçeyê wê kême.”

Sara ya beşê tehlîlan xwendiye şevan li muxteberê kar dike jî dibêje: “Karkirin di van sînoran de ji bo jinan gelek zehmete bi taybet dema ku kar şev be zêdtir zore. Zehmetiya kerê min berpirsyariya ruhî ye, li gel ewqas westanê jî muçeyê digrim ne li gorî westana min e.”

Jinek din ku nexwest navê xwe bide, ev nêzî dû sal û nîve di nava marketê de rojane 8 saetan di xebite dibêje: “Jin neçar dibînin bi muçeyek kêm di vî karî de bi xwebitin. Ji ber karên dinê bi destê wana nakevin û nikarin di nava malê de bimînin, ji neçarî vî karî dewam dikin.”

Ceylan Mehemed yekem jine li Seyîdsadiq xwedî firoşgeha baleyane jî dibêje: “Destpêkê karkirina jinan li vî bajarokî zehmete, li gel wê jî jin kar dikin. Ji ber karkirin ji jinan re gelek giringe û tenê bi vê rêyê dikarin bibin xwedî dahat.”