Şadan a astengdar 10 sal in mamostehiyê dike

Şadan Mehmûd a astengdar nêzî 10 salan e weke mamosteya dirûnê jinên astengdar fêrî durûnê dike. Şadanê bi bîr xist ku jin divê kedê bidin û newestin, bi pey armancên xwe bikevin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Şadan Mehmûd wekî gelek kesan ji lingê xwe astengdar e û ev 23 sal in dixebite. Her wiha nêzê 10 salan e li peymangeha Hana weke mamosteya karên durûtinê dixebite. Ev peymangeha taybet ji bo kesên astendar ên guhên wan nebihîsin, lal û yên parçeyek ji bedena wan kêm e xizmetê dide. Kesên astengdar li vê peymangehê fêrî gelek karan dibin û perwerde dibînin.

Şadan Mehmûd weke mamosteya beşa durûtinê dixebite û rojane dema xwe li gel kesên xwedî pêwîstiyên taybet derbas dike û her wiha di rêxistina “Yekitiya Kêmendamên Kurdistanê” de hefteyê du rojan dixebite.

“Ji ber ku xizmeta ji kesên astengdar re gelek ji karê xwe hez dikim”

Şadan Mehmûd diyar kir ku ji ber xizmetê ji kesên astengdar re dike, gelek ji karê xwe hez dike û got: “Her dema ku ez kesên din dibinîm ku dixwazin fêr bibin ji wan hêzê digrim, dizanim ku ez ê tiştek nû fêr bikim, ji ber ku hîs dikim dixwazin fêr bibin û pêwîstiya wan bi mamosteyan heye. Rojane nêzî çar saetan ez dersa dirûtinê didim wan. Jiyan zehmet bûye ji bo hemû hemwelatiyan û bi taybetî ji bo kesên astengdar. Ji ber wê ya girîng ew e ku çavên jinan li destên kesên din nemîne û bi xwe kar bikin, hewl bidin aboriya xwe bi xwe bi dest bixin.”

“Ne tayînkirin heye, ne qerta taybet a kar didin kesên astengdar”

Şadan Mehmûd der barê avakirina bingeha kar ji bo kesên astengdar de dibêje: “Divê hikumet bi xwe bingeha kar ji bo hemû hemwelatiyan bi taybetî ji bo kesên astengdar ava bike. Tu deman kesên astengdar ji bo kar qertek taybet negirtine, ji ber wê niha piraniya wan kesan bê kar in. Di salên derbasbûyî de her malbata ku kesek astengdar tê de hebûya şerm dikir derbikeve nava civakê û bi awayên cuda rêgirî li karê ku dixwestin bikin dikirin. Gelek kesên astengdar hene tayîn bûne lê belê malbata wan rê nedidan. Niha heta astekê kêm hişyarkirina hemwelatiyan zêde bûye li hemberî kesên astengdar. Pêwîst e kes û civak hişyar bin û bi erka xwe rabin û kesên astengdar neşkînin.”

Şadan Mehmûd da zanîn ku divê malbat piştgiriya zarokên xwe bikin û ger astengdar bin divê zêdetir pêştgirî bidin wan û got: “Dema ez diçim reşa 3’yan a dibistana amadehî min nikaribû biçim û bêm ji ber wê min dest ji xwendinê berda lê belê ji ber hewldana bavê xwe, ez tayîn bûm, di beşa mamostehiya durûtinê de. Tu caran rewşa min a taybet ji bo min nebû asteng û her tim min hewl da bigihîjim armancên xwe. Ez xwedî çar zarokan im min rojekê negotiye ez dawî li karê xwe binîm her dem dixebitim.”