Jinên Dêrazorê bi çêkirina melkesên ji qirşikan debara xwe dikin

Di nav şert û mercên jiyanê yên dijwar de jinên Dêrazorê bi çêkirina melkesan hem debara xwe dikin, hem jî çanda dapîrên xwe didin domandin.

 
ZEYNEB XİLÊF
Dêrazor- Pîşeya çêkirina melkesên ji qirşikan yek ji hunerê dest ên kevnar e ku jin tê de kar dikin û heya îro jî tê dîtin. Tevî ku melkesên plastîk belav bûne jî, jinên Dêrazorê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn bi çêkirina melkesên ji qirşikan mijûl dibin. Welatiyên herêmê jî ji melkesên dinê zêdetir ên ji qirşikan tên çêkirin tercîh dikin. Têkildarî mijarê keça ciwan Hûda El-Eswed a ji bajarê Dêrazorê ku bi çêkirina melkesên ji qirşikan re mijûl dibe li ser awayê çêkirina wan ji me re axivî.
"Ez rojê çar melkesan çêdikim" 
Hûda El-Eswed a 19 salî ku ji taxa El-Meqsem a Dêrazorê ye diyar kir ku ew di despêkê de melkesan li zeviyên çandiniyê diçînin û wiha domand: "Em wan ji tovan paqij dikin, piştre dixin nav avê heya du an sê rojan da ku nerm bibin û em bikaribin bi hêsanî çêbikin. Ji bo çêkirina melkesan amûrên taybet hewcene, hin kes amûrek taybet a ku li herêmê jê re el-deqaqa tê gotin, bikar tînin. Ez rojê çar melkesan çêdikim."
"Em çanda dapîrên xwe diparêzin"
Hûda El-Eswed got ku karê wê bi rastbûn û jêhatîbûnê ve girêdayî ye û wiha berdewam kir: "Di dema koçberiyê de em di qeyranên aborî re derbas bûn, ji lewra fêrî vî pîşeyî bûm. Ji bilî qezenca madî, bi vî awayî em mîrata dapîrên xwe diparêzin. Ez pir dixwazim pîşeyê çêkirina melkesên ji qirşikan fêrî keçên ciwan bikim da ku bi derbasbûna salan re ev mîrat neyê jibîrkirin."