Jin bi keda xwe çerxa jiyanê digerînin

Gundê Bêwaran ê Serdeştê herêmeke geştiyariyê ye û gundek li ser sînor e. Her sal gelek kes ji Rojhilatê Kurdistanê ten serdana vî gundî û jin jî ji bo debara jiyana xwe bikin nan û xwarinên Kurdewarî çêdikin.

ROJÎN MEHEMEDÎ
Mihabad- Gundê Bêwaran ê Serdeştê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye û xwedî xwezayek gelek xweş e, herêmek ya geştiyariyê ye. Gelek hemwelatiyên Serdeştê û bajarên din ên Îranê ji bo geştiyariyê berê xwe didin vê derê.
Jinên gundê Bêwaran li ser riya cihê geştiyariyê ji bo debara jiyana xwe bikin cihek ji bo xwe ava kirine û tê de nan, kadeyên Kurdî û gelek cureyên din ên xwarinan çêdikin, difroşin û geştiyarên ku diçin geştê serdana vî cihî dikin û nan û kadeyan tam dikin. Ajansa me serdana Pîroze Mehemedî li cihê geştiyariyê kir û ji wê zanyarî der barê karê wê de girt.
“Ji hemû bajaran xelk tên serdana me dikin”  
Pîroze Mehemedî ya 30 salî ku nan û kadeyan çêdike da zanîn ku wê beriya 12 salan li gel dayika xwe dest bi vî karî kiriye û ji ber dayika wê rehmet kiriye, niha li gel jina bi navê Rihan a ji heman gundî karê xwe berdewam dike û wiha got: “Ez gelek ji karê xwe hez dikim, ji ber ku min û dayika xwe li gel hev kar dikir. Bi riya karê xwe ez debara jiyana malbata xwe dikim, li vî gundî kar ji bo min gelek baş e ji ber heroj geştiyar tên nan û kadeyan tam dikin. Ev der cihekî geştiyariyê ye hatin û çûyîn zêde ye, ji hemû bajaran xelk tên serdana vê derê dikin. Em li vê derê xwarinên Kurdewarî yên weke şorbe, kulîçe, nanê xwemalî û nanê sêlê û gelek cureyên din ên xwarinan amade dikin da ku debara xwe pê bikin.”