Jinên Cezayîrî neçarin di nava kirîza aborî de debara malbata xwe bikin

Ji ber şert û mercên aborî di rewşa jinên Cezayîrî de gelek guhertin çêbûne û jinên ji her temenî berpirsyariya hemû malbatê girtine ser milê xwe.

RABİA XURÊS

Cezayîr - Jinên Cezayîrî bûne şirîkê dabînkirina debara malbatê, nemaze di van salên dawî de, ku ji ber buhayên giran, gelek malbat nema dikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi tevlîbûna jinê di qada xebatê de hebû. Her çend ew li malê bixebite jî, weke pêkanîna hin pîşeyan ku bi demê re veguherî navgînek ji bo peydakirina pêdiviyên pêwîst. Ji ber şert û mercên aborî di rewşa jinên Cezayîrî de gelek guhertin çêbûne û jin ji her temenî berpirsyariya hemû malbatê girtine ser milê xwe.

"Jin ji bo debara malbata xwe zehmetiyên jiyanê hilgire"

Zeyneb Lekihil a 30 salî, dayika du zarokan e, yek ji wan jinên ku bar û zehmetiyên jiyanê hilgirtiye û alîkariya dabînkirina debara malbatên xwe kiriye, bi xebata çêkirina kilîda, tas û şaheserên cuda. Zeyneb Lekihil got ku karê ku dike ne tenê ji bo wê çavkaniya debarê ye, ew tê de rihetiyê dibîne û enerjiya xwe ya neyînî derdixe û wiha domand: "Karê jinê, çi li derve û çi li hundurê malê, delîlek e ku jin ji bo debara malbata xwe zehmetiyên jiyanê hilgire. Ji zarokatiya xwe ve min pir ji xêzkirinê hez dikir, lê min jêhatiya xwe pêş nexist, ji ber ku min piştî qedandina zanîngehê 5 salên temam dest bi mamostetiyê kir, piştre min dev jê berda. Dema ku min li ser medyaya civakî hunerên destan dîtin min pir ji wan hez kir û min dest bi çêkirina wan kir. Karê min pir baş hat pêşwazî kirin, vê yekê hişt ku ez karê ku ez bi hezkirin dikim berdewam bikim. Ez bi dahata ku ji vî pîşeyî qezenc dikim kêfxweş im."

"Bi çêkirina şîrîniyên kevneşopî debara malbata xwe dikim"

Nebîla Bofkan a 40 salî anî ziman ku dema hevjînê wê dest ji kar berda, ji bo ku bikaribe debara malbata xwe bike û pêdiviyên zarokên xwe bi cih bîne, dest bi çalakiya komeleyê û projeyên taybet kiriye û wiha lê zêde kir: "Min di sala 2000'an de dest bi projeya xwe ya çêkirina şîrîniyên kevneşopî kir. Ez hêvî dikim ku dikanekê ji xwe re vekim, ku tê de her tiştê girêdayî şîrîniyên kevneşopî pêşkêş bikim. Ez beşdarî gelek pêşangehên ku li Cezayîrê hatine lidarxistin bûm.

"Piştî ku hevjînê min dev ji kar berda ez neçar mam ku debara malbata xwe bikim"

Îman Hilal a 40 salî diyar kir ku wê ti pîşe li derveyî mala xwe nekir, ji ber ku hevjînê wê fikra ku ew li derveyî malê bixebite qebûl nekir û wiha berdewam kir: "Piştî ku hevjînê min dev ji kar berda ez neçar mam ku debara malbata xwe bikim û di dikanek kadeyên kevneşopî yên ku Cezayîr bi wan navdar e de xebitîm. Min projeyek piçûk a sûdmend ku pir drav hewce nake pêk anî."

"Jin di civaka Cezayîrê de hêmaneke bingehîn û bi bandor e"

Mamosteya zanîngehê Cemîla Defayra da zanîn ku piştî ku hevjînê wê nexweş ket ew bû berpirsiyara her tiştê malê û wiha pê de çû: "Ez li derveyî malê dixebitîm, ji bo ku bikaribim hemû pêdiviyên jiyanê û kirêya xanî. Min xwest serpêhatiya ku ez tê de derbas bûme bi jinên di warê civakî û aborî de alîkariya malbatên xwe dikin re parve bikim, ji ber vê yekê ez di komeleyekê de bûm rêberê malbatê û heta ku ji destê min tê ez alîkariya jinan dikim. Jin di civaka Cezayîrê de hêmaneke bingehîn û bi bandor e."