Jinên Cezayîrî hêza xwe ya xebatê îsbat kirin û rewşa aborî bi hêz kirin

Cezayîr yek ji wan welatan e ku gelek jin li malê dixebitin û di aboriya welat de bûne hêzeke bi bandor. Tevî hemû zor û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû mane jî wan ji bo pêşketina aborî û parastina serxwebûna xwe ya aborî hêza xwe ya xebatê îsbat kirine.

Cezayîr yek ji wan welatan e ku gelek jin li malê dixebitin û di aboriya welat de bûne hêzeke  bi bandor. Tevî hemû zor û zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû mane jî wan ji bo pêşketina aborî û parastina serxwebûna xwe ya aborî hêza xwe ya xebatê îsbat kirine.
RABIA XERÎS
Cezayîr- Rewşa jinên Cezayîrê yên ku li malê dixebitin ji bo pêşxistina aborî bû mijara lêkolîneke civakî ya meydanî ya saziyek aborî ku ji hêla platforma kovara zanistî ya Cezayîrê ve hatiye weşandin. Bal hatiye kişandin ku jinên li malê dixebitin û keda wan di bihêzkirina rewşa aborî di van krîzên heyî de bi bandor e. Têkildarî heman mijarê ajansa me hevdîtinek bi şêwekara modayê Raja Ben Ayyad û Hind Brashed û Asiya Belohebal re pêk anî di vê hevdîtinê de li ser rola jinan di bihêzkirina rewşa aborî de bal hat kişandin.
Hezkirina wê ya ji pîşeya wê re bû sedema serkeftinê
Şêwekara modayê Raja Bin Ayyad  yek ji mezintirîn şêwekarên welat e, ew yek ji jinên ku dli pêşxistina aboriya malê de bûye alîkar e. Li ser wê yekê dibêje ku wê ji zaroktiya xwe ve ji şêwekariya modayê hez dikir û da zanîn ku meyla wê ya mezin ji bo hevrêzkrina cil û rengan hebû û di karên destan de jî pir jêhatî ye. Her wiha diyar kir ku dayika wê di dirûtina cil û bergan de dixebitî û wê herî zêde ew teşwîqî karê dest û şêwekaiya modayê dikir. Wê hem xwendina xwe didomand hem jî li kêleka xwendina xwe hînî vê pîşeyê bû, di xwendina xwe de lîsansek bilind bi dest xist, hezkirina wê ji karê şêwekariya modayê re hişt ku dest bi projeya xwe ya ji bo bihêzkirina aborî û pêkanîna xeyalên xwe yên şêwekariya modayê bike. Her wiha wê destnîşan kir ku xwepêşxistin girêdayî hezkirina mirov ji pîşeyê re ye. Pêkanîna vê pîşeyê bi awayekî rojane, berfireh û bi îsrar ne tiştekî hêsan e û di pêkanîna vê yekê de jî gelek astengiyên ku rê li ber pêşxistina kar digrin hene bi taybetî jî zîhniyeta bavaksalar a civaka Cezayîrê.
Pîşeya xwe ji dayika xwe girt
Raja Ben Ayyad ku di warê dirûtinê de dayika wê pê re bû alîkar û pîşeya xwe ya şêwekariya modayê bi dest xist, dest bi firotina berhemên xwe yên herêmî li derveyî welat kir li gelk welatên Ereb, bi taybetî ji bo civaka Ereb a ku li Ewropayê bi cih bûye. Ev yek jî piştî ku ew di çêkirina ebayan de pispor bû ku weke hilberek Cezayîrî bi dest digre, ev yek armanca wê bû.
Nifşên nû jî fêrî pîşeya şêwekariya modayê dike
Raja Ben Ayyad der barê zehmetiyên ku ew pê re rû birû dimîne de diyar kir ku kêbûna kesên pê re dixebitin ji ber ku piştî daxwaza berhemên wê zêdetir bûye û ew tenê nikare bi tena xwe hemû daxwazan pêk bîne her wiha ji ber ku li bazaran kêmbûna madeyên ew bi kar tînin, tevî van zehmetiyan jî ew dixwaze li welatên din jî şaxên xwe veke û markaya xwe berfireh bike û avakirina peymangehek taybet ji bo fêrkirina şêwekariya modayê û alîkariya keç û jinên ku xwedî pîşe û jêhatî ne ku daxwaza wan heye ku derbasî vê cîhanê bibin. Bi taybetî xwestiye ku vê peymangehê veke ji ber ku li Cezayîrê peymangehek wisa nîne keç û jinan fêrî vê pîşeyê bike.
Hind ji zarokatiya xwe ve ji pîşeya şêwekariya modayê hez dikir
Ne tenê Raja Ben Ayyad tevî hemû şert û mercên zehmet dikaribû projeya xwe ya taybet veke lê heman rewş ji bo şêwekariya modayê ya Cezayîrî Hind Brachid jî derbas dibe. Hind Brachid jineke ciwan e, îlham û hezkirina wê ji pîşeya şêwekariya modayê re ji dema zaroktiya wê ve heye. Hind Brachid li ser destpêkirina xwe di warê dîzaynkirina modayê de, dibêje ku pîşeya wê ya şêwekariya modayê li pêşiya domandina xwendina wê nebûye asteng û şehdeyên bilind bi dest xistiye. De heman demê de wê biryar da ku jêhatîbûna xwe bi pêş bixe û bi derbasbûna demê re wê dest bi şêwekariya modayê kir da ku bibe yek ji jinên bi keda xwe rewşa aborî bi hêz bike û zehmetiyan li pêşiya karê xwe neke asteng.
Hind Brashed diyar kir ku berhemên wê di bazara herêmî de pir hatine qebûlkirin û hezkirin û destnîşan kir ku ew xeyal dike marketek modayê ya taybet bi berhemên wê hebe.
Asya hewl dide bi pîşeya xwe mîratê Cezayîrê biparêze
Wênexêz û şêwekara modaya neqişandinê Asya Belhobal jî yek ji wan jinên ku di parastina serxwebûna xwe ya aborî de cih digre ye. Di çarçoveya parastina mîrata Cezayîrê de Asya Belhobal li ser lêkolîna cil û bergên kevneşopî yên ku li Cezayîrê pir in û ji nû ve wan cilên kevnar veguhezîne. Bi şêweya xêzkirin û tabloyên ku di salonên û pêşangeh  ku dem bi dem li Cezayîrê têne organîzekirin de ev jî weke hewldaneke ji bo parastina pîroziya van cilan û kevneşopiyên ku ew wan dîzayn dike.
Asya Belhobal dibêje ku hezkirina wê ji vê pîşeyê re heye ji ber vê yekê ew ne tenê cil û bergên Cezayîrî çêdike hin cilên dewletên Afrîqa û Ewropayê jî çêdike da ku bigihîje cudahiya di asta cihêrengî û dewlemendiyê de her wiha ew bi demê re bi çêkirina xemlê re jî mejûl bû, xemlên taybet jî çêkirin.