“Bidestxistina rola jinan bi hêza wan a aborî pêkan e”

Aborîzan Dr. Eyn Şems Yemin Hamakî destnîşan kir ku ji bo jinên Misirî astengiyek mezin heye ku bi karê zayînê ve girêdayî ye û rêjeya herî zêde ya bêkariyê di temenê 20-30 salî de ye û wiha domand: "Di dema niha de rola jinên Misrê bi awayekî gelek mezin dikare were aktîfkirin, di dema dawî de giranî li ser beşdariya jinan di beşa çandiniyê de heye.”

ASMAA FATHÎ
Qahîre- Êşa jinan bi dawî nabe û lêkolîna li ser bandora qeyranan li ser rastiya wan tiştek e ku piraniya aktorên vê mijarê li seranserê cîhanê heye û gengeşe hê jî li ser rêbazên pêşvebirina jinan û piştgiriya wan berdewam dike ji bo ku bigihîjin navendên biryargirtinê. Gelek lêkolîner dibînin ku pêngava herî bi bandor di xebata ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de ye. Dema ku jin bikaribin pêdiviyên xwe û malbata xwe dabîn bikin, dikarin demek li ser riyên başkirina jiyana xwe bifikirin û bixwazin di asta siyasî, civakî û heta aborî de bigihîjin rolek pêşeng.
Li Misrê fonksiyona zayînê sedema bilindbûna bêkariya jinan e
Aborîzan Dr. Eyn Şems Yemin Hamakî destnîşan kir ku ji bo jinên Misirî astengiyek mezin heye ku bi karê zayînê ve girêdayî ye û rêjeya herî zêde ya bêkariyê di temenê 20-30 salî de ye û wiha domand: "Di dema niha de rola jinên Misrê bi awayekî gelek mezin dikare were aktîfkirin, di dema dawî de giranî li ser beşdariya jinan di beşa çandiniyê de heye û di deh salên dawî de rêjeya wê beşdariyê hema hema daketiye nîvî ku ev yek wek rewşek erênî hesiband, ji ber ku  jin di piraniya rewşan de di beşa ne fermî de dixebitin an jî bê mûçe dixebitin û kêmbûna rêjeya çalakiya jinan di beşa çandiniyê de tê wateya ketina jinan ji bo karên din."
Yemin Hamakî teqez kir ku bihêzkirina aborî ya jinan bi awayekî rast bi rê ve naçe ji ber ku tevî hebûna gelek stratejiyên ji bo vê yekê jî paşguhkirina wergerandina wan ji bo plan û çalakiyan, wê girîngiyê nade. Dema ku behsa jinên Misirê dibe û karkirina ji bo bihêzkirina wan di warê aborî de, rola bihêz a pargîdaniyên biçûk di bidestxistina wê de li ser erdê nayê paşguhkirin.
Pirsgirêkên ku beşdarbûna aborî ya bi bandor a jinên Ereb asteng dike
Yemin Hamakî bal kişand ku yek ji kêşeyên sereke yên li pêşiya jinan beşdariya wan a aborî ya kêm e, heta li welatên ku dibe rêjeya hebûna jinan di bazara kar de zêde bibe. Bi lêkolîna sedemên vê yekê, em dibînin ku tiştên diqewimin ne li gorî daxwazan e û nagihîje hêviyên rasteqîn ên pêşketin û bihêzkirina jinan. Dema ku em ji nêz ve li modela Misrê mêze bikin, em dibînin ku rêjeya beşdarbûna jinan di encama kota yan jî îradeya siyasî ya rastîn de zêde dibe. Lê di rastiyê de tu partiyên ku wek mînak ji bo piştgirî û pejirandina kadroyên jinan di warê siyasî de kar bikin û bi rastî jî wan bi hêz bikin nîn in.
Di dema beşdarbûn Yemin Hamakî ya di semînara "Bandora qeyranan li ser jin û keçan li welatên Ereb", di çapa 53’mîn a pêşangeha pirtûkan de, wê dît ku jinên Ereb hê gelek dem û hewldan li pêş wan hene ji bilî hewcedariya rastîn bi qaîdeya daneyan, ji ber ku tevî pejirandina modela statîstîkî ya navneteweyî, dîsa jî êş hene.
Hêza jinan a bilindkirina rêjeya mezinbûnê
Yemin Hamakî dide teqezkirin ku jin di encama hebûna îradeyek siyasî ya rasteqîn a ji bo bihêzkirina jinan de dikarin bibin hêza mezinbûnê li welatên din. Lê digel girîngiya veberhênana wê îradeyê, ji ber nebûna amûrên ku vê yekê pêkan dikin têrê nake. Jinên Ereb hê di avakirina kapasîteya berxwedanê, aktîfkirina aboriya Ereban û pêkvejiyana aborî de bi rola ku ji wan tê xwestin ranabin. Jin dikarin bibin pêşengên van şert û mercan, li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Bankaya Cîhanî ve hatiye kirin, ger beşdariya aborî ya jinên Misrî bi ya mêran re wekhev be, rêjeya mezinbûnê dikare ji sedî 32.5 zêde bibe. Di encamê de dibe ku ev yek bibe alîkar ku bigihîjin pîvana siyasî û civakî ya wê jî û hemû ezmûnên serkeftî yên cîhanî bi bihêzkirina aborî dest pê kirin. 
Yemin Hamakî bal kişand ku ew bi riya saziyeke ku bi rê ve dibe li ser komek projeyên biçûk ên jinan kar dike da ku wan di warê aborî de li Helwan û hin gundên din bi hêz bike û wiha berdewam kir: "Min bi mezinbûna veguhertina bihêzkirina jinan ku di warê aborî de diqewime hîs kir, hebûna pereyan di destên jinan de ji aliyekî ve jiyana malbata wan bi ewle dike û dihêle ew rêwerzên ku tevkariyê dikin bigire ku alîkariya wê bike ku bibe xwedan biryar.
Krîzên cîhanî û jin
Li gorî Yemin Hamakî ku dibîne ev rastî kêşeyên pir mezin li ser jinan ferz dike, barê rûbirûbûna qeyranên ku cîhan tê re derbas dibe, heta radeyekê dikeve ser milên jinan. Cîhana aboriyê dibe şahidê şerên ku bandorê li aliyên leşkerî û siyasî kiriye, ev yek jî metirsiyek mezin li ser rewşa aborî bi giştî û jin weke ku herî zêde ji krîzan bi bandor dibin, çêdike.
Krîza koronayê di çarçoveya aboriya cîhanî de ku şahidê guhertinên pir tund e û lêkolînên herî dawî ya niha behsa asta şiyana aborî ya rûbirûbûna qeyranan dikin derket holê. Heman tişt piştî qeyrana aborî ya cîhanî di sala 2008'an de qewimî û di encamê de guhertineke mezin di bidestxistina aramî û ewlehiya darayî de çêbû û piştî 10 salan ji wê yekê, saziyên sereke behsa asta şiyana berxwedana aboriya cîhanî û nehiştina krîzeke darayî ya wiha kirin lê belê bertekên wê berdewam kirin.
Prf. Eyn Şems, Yemin Hamakî, di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku bidestxistina rola hêvîkirî ya jinan ew e ku li ser bihêzkirina wan di warê aborî de bixebite.