Jin di xwaringeha Jiyan de bi çêkirina xwarinên gelerî çanda Efrînê diparêzin

Piştî koçberiya bi darê zorê, gelê Efrînê yê ji hemû warê xwe yê jiyanê dûr ket ji qada kar jî hat dûrxistin ji ber vê yekê Desteya Jinan a herêma Efrînê projeya xwaringeha Jiyan ji bo jinan ava kir da ku jin dîsa tevlî kar û xebatan bibin û bi xwe bikaribin debara xwe bikin.

ŞÊRÎN ELÎ
Şehba- Destên jinan her dem bi berhem in û bi riya berhemên xwe jin dikaribûn xwe îsbat bikin û her çiqas em behsa keda wan bikin jî em nikarin mafê wê tam bidin. Piştî avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmareke mezin ji jinan tevli kar û xebatan bûn. Dema ku Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagiker û hevkarên wê ve hat dagirkirin, milet ji neçarî koçber bûn û berê xwe dan herêmên bi ewle yên weke kantona Şehbayê. Bi derfetên heyî Desteya Jinan a herêma Efrînê di 17'ê Nîsana 2021’ê de projeya xwaringeha bi navê Jiyan vekir. Têkildarî mijarê Cîgira Desteya Jinan a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen û yek ji jinên ku di xwaringeha Jiyan de dixebite Sibhan Betal li ser projeya xwaringeha Jiyan ji me re axivîn.  
"Ji bo ku em derfetên kar ji jinan re peyda bikin me xwaringeha jinan vekir" 
Cîgira Desteya Jinan a herêma Efrînê Emîne Mele Hesen diyar kir ku piştî koçberiya gel ji Efrînê, derfetên kar û xebatê kêm bûne, ji ber wê projeya xwaringeha Jiyan bi derfetên heyî ji jinan re ava kirine û wiha domand: “Ji bo ku jin bikaribin bi xwe debara xwe bikin û ne girêdayî mêr bin pêwîst e berê xwe bidin kar û bixebitin. Piştî avabûna Rêveberiya xweser derfetên kar li pêşiya jinan hatin vekirin û êdî hejmareke mezin ji jinan dest bi kar kirin. Sê jin di vê xwaringehê de kar dikin da ku bikaribin pêdiviyên xwe yên jiyanê peyda bikin."
"Di xwaringehê de em gelek curên xwarinên gelerî çêdikin"
Yek ji jinên ku di xwaringeha Jiyan de dixebite Sibhan Betal ku ji gundê Çeqelo yê Şiyêya Efrînê ye da zanîn ku piştî koçberiya wan ji Efrînê êdî ew ji kar qut bûne. Desteya jinan jî bi riya vê projeyê derî li pêşiya wan vekir da ku dîsa tevlî kar bibin û wiha pê de çû: "Ev bû 4 sal em koçberî kantona Şehbayê bûne. Pêwîstiya jinan jî wekî mêran bi kar heye. Di xwaringehê de em gelek xwarinên ku di nav de yên gelêrî hene çêdikin. Bi riya xwarinê em çanda Efrînê diparêzin. Ji bo ku ez pêdiviya malbata xwe bi cih bînim min berê xwe da vê projeyê. Piştî koçberbûna me ji Efrînê êdî jiyan bi me zor û zehmetî derbas dibe. Em ji demijmêr 8’ê sibehê ve heya demijmêr 4’ê êvarê li xwaringehê dixebitin û ger gelek kar hebe em heya roja din dimînin. Em di xwaringehê de weke malbatek tevdigerin."