Ji koçberiya Bexdayê heta zeytûnên resen ên Hermotayê

Gundê Hermota bi xwezaya xwe û berhemên xwe yên wekî zeytûnan balê dikşîne. Welatî û jinên kedkar bi xebata xwe hem debara jiyana xwe dikin, hem jî çanda xwe ya kevnar diparêzin.

ŞILÊR KOYE

Koye – Gundê Hermota li rojavayê bajarokê Koyê yê başûrê Kurdistanê ye. Piraniya niştecihên wê xirîstiyan in û hinek malbatên misilman lê dijîn. Ev gund ne tenê bi xwezaya xwe ya xweşik û axa xwe ya berhemdar, di heman demê de bi mirovên xwe yên kedkar, hunermend û xebatkar jî tê nasîn. Hermota her dem bi mirovên xwe, bi taybetî jinên xwe yên wêrek ku bi xwêdana enî û destên xwe debara xwe dikirin, di qonaxên dijwar de reseniya xwe, çand û hunerên xwe diparêzin, tê nasîn. Ji berhemên çandiniyê yên navdar ên wekî zeytûnên Hermotê yên resen bigre heta temsîla giyanê xebata dijwar û berdewamiyê, ev gund bûye mînakek sereke ya berxwedan û berhemdariyê li başûrê Kurdistanê.

Ji koçberiya Bexdayê heta berhevkirina zeytûnan

Rezan Markos Awdî wiha dibêje: "Her sal ez di demsala payîzê de ji 15’ê Îlonê heta 1’ê Cotmehê zeytûnan berhev dikim. Zeytûnên min bi xwe nîn in. Ez wan ji cotkarên Hermota dikirim. Ez salane nêzî pênc ton zeytûnan berhev dikim. Heta sala 2007’an em li Bexdayê bûn. Piştî ku rewş xirabtir bû, em koçber bûn û vegeriyan gundê xwe yê li Koyê. Karê me tunebû. Min hewl da kar bibînim lê kar tunebû, min bi van herdu karan debara xwe dikir. Her çendî ez pir westiya bim jî çavên me li destên kesê nîn in."

Cureyên zeytûnan û feydeyên wan

Rêzan Markos Ewdiş li ser zeytûnan wiha got: “Du cure zeytûnên me hene (Khr û Hola). Goştên tovên biçûk pir in û em gelek caran bi keviran dikutin. Bîrên me hene, ez hemûyan dixim nava tenekeyeke mezin û xwê li wan dikim. Zeytûn pir bi sûd in. Xwarina zeytûnan ji bo tenduristiyê, çerm, kolesterolê pir baş e, nemaze zeytûnên Hermota. Em zeytûnan reş dikin, pir bikêr in û em ji wan rûn çêdikin, dibin dêrê. Em Xirîstiyan wan bi kar tînin.”

Daxwaza kargeha zeytûnan

Rêzan Markos Ewdiş dide zanîn ku sozên hatine dayîn bi cih nayên û wiha didomîne: "Par, Wezîrê Çandiniyê soz da ku ji bo me kargehek zeytûnan veke lê hê tiştek nekirine. Em hêvî dikin ew ê di pêşerojê de ji bo me kargehek zeytûnan vekin ji ber ku ev yek pir pêwîst e."

Meryem Şemo Gurgisî, şêniya gundê Harmota ye û karmendeke teqawidbûyî ye wiha dibêje: "Ez li Koyê û Harmota ji dayîk bûm, paşê em çûn Bexda û Ankawayê. Em zeytûnan heta reş nebin venakin. Dema reş dibin, em wan berhev dikin û baş dişûn. Piştre wan dixin sarincokê.”

Derbarê wêrekiya jinên Hermotayê de, Meryem Şemo wiha got: "Jinên Hermotayê berê hemû karên çandiniyê dikirin û debara xwe bi wan karan dikirin. Jinên Hermotayê bi wêrekî û xebata xwe navdar in. Îro em li vir kom bûne da ku alîkariya Rêzan Xan bikin û zeytûnan amade bikin. Di navbera me de çanda alîkariyê ya ku bûye kevneşopî heye.”