Ji ber buhayê zêde yê her tiştî jin destvala vedigerin malên xwe

Hind Cemal dibêje ku tiştek ji wê xiratir tune ye ku mirov nikaribe xwarinê ji zarokên xwe re peyda bike û da zanîn ku ev dema heyî ji hemû deman zehmetir e.

ASMAA FATHÎ

Qahîre-Ji ber krîza aborî ya ku bêsedem li cîhanê çêbûye; gel rojên zor û zehmet dijî û tu wate nade vê rewşê. Yek ji wan welatan jî Misir e. Li wê derê jî buhayê hemû pêdiviyên bingehîn ên jiyanî, ji xwarinê bigre heta lixwekirinê, bêyî ku sedemek diyar hebe, zêde bûne, heta sebze jî êdî kes nema dikare bikire. Hemû kesên ku berê xwe didin bazaran, ji ber zêdebûna bihayê her tiştî ku bandorê li piraniya kelûpelan kir nikarin tiştek bikirin û destvala vedigerin malên xwe.

Ajansa me nêrîna hejmarek jinan li bazarên gelerî girt ji bo ku bandora ku bihabûna pêdiviyên jiyanê li ser wan çêkiriye, bizanibe. Nemaze malbat bi gelemperî di meha Remezanê de di bin zext û barên zêde de ne. Her wiha buhayê kelûpelan ku ji berê ve zêde bûye, bandorek neyînî li budçeya malbatan bi giştî kir, neçar man ku hewcedariyên xwe yên bingehîn jî kêm bikin.

"Em malbatên xwe xwedî dikin û ji ber buhabûnê nikarin xwarinê bidin zarokên xwe"

Jina bi nave Hind Cemal di destpêka axaftina xwe de dibêje ku tiştek ji wê xirabtir tune ye ku mirov nikaribe xwarinê ji zarokên xwe re peyda bike û da zanîn ku ev dema heyî ji hemû deman zehmetir e. Her wiha da zanîn ku tu sedem ji buhabûna kelûpelan re tune ye, rewş bi hewceyî destwerdana hukumetê ye û divê çavdêrî li ser bazarê were kirin. Hind Cemal diyar dike ku ew berê xwe dide bazarê ji bo li kelûpelên ku qelîteya wan kêm e bikire lê wan jî nikare bikire, ji ber ku mûçeyê wê 1500 lîre (pereyê Misrê) derbas nake.

Li aliyê din Nadiya Elî ya 30 salî teqez kir ku piştî wefata bavê xwe nêzî 5 salan e malbata xwe xwedî dike û mûçeya wê ji 2500 pereyê Misrê derbas nake her wiha bilindbûna buhayê kelûpelan jî hişt ku ew pêşîniyên xwe rêz bike, destpêkê kirîna xwarinê û piştre pêdiviyên malê bi cih bîne.

“Pêşxistina behremendiyê êdî bûye xewnek”

Mey Cemal EL-Dîn anî ziman ku wê beşa zimanê Îngilîzî dixwend da ku rewşa xwe di kar de baş bike û wiha got: "Mûçeya hevserê min 3200 e, yê min jî 2000, min ji mûçeyên me xerc dikir da ku behremendiya xwe bi pêş bixim lê piştî pêla buhabûnê ya dawî êdî budceya malbatê nema ji ber vê biryar da ku plana xwe ya xwendinê rawestîne bi hêviya ku her tişt vegere wek berê." 

Cil, geştiyarî û behremendî xweşiyek e ku bi destên wê nakeve

Êdî geştên kin, kirîna cilûbergên nû, ji guhdarîkirina muzîkê bigre heya kirîna pirtûkan û gelek tiştên din bûye xewnek mezin dûrî pêkanînê di ronahiya buhabûna kelûpelan di van demên dawî de. Der barê vê yekê de Samiya Fozî ya 40 salî dibêje ku heta amadebûna di şahiyekê de bûye xewn ji ber ku pêşîniyên malbata wê ji vê yekê dijwartir bûne.

Sebze wisa biha ne ku kes nikare bistîne

Leyla Îmad a 50 salî behsa bihayê sebzeyan kir û got ku ew bûye wek agir û êdî malbat nikarin wê yekê tehemul bikin û wiha lê zêde kir: "Kîloya bacanên sor gihîştiye 20 lîreyan, îsot bi hemû cureyên xwe di navbera 10-20 de ye, bacanên reş bûye 10. Ev tiştê ku diqewimin eleqeya wê bi tişta ku medya parve dike re tune ye, ji ber şer an dolar nîn e qey em sebzeyan li Ukraynayê diçînin ku ewqas buha dibin?"

"Buhabûna her tiştî dibe sedema sereke di zêdebûna nakokiyên hevseran de"

Şêwirmenda têkiliyên malbatî Nadiya Cemal cudahiyên ku vê dawiyê di navbera hevjînan de zêde bûne bi zêdebûna bihayan ve girêdide, diyar dike ku ev yek bi bilindbûna bihayê vê dawiyê yê dolar re têkildar e û dibêje ku wê bi rastî hin halet pêşwazî kirine û gihîştiye wê encamê ku sedem xirabûna rewşa aborî û buhabûna giştî ye.

Nadiya Cemal teqez kir ku yên herî zêde ji vê pêla buhabûnê bi bandor dibin jin in û wiha domand: "Jin bêtirî enerjiya xwe tehemul dikin, jin bi hemû karên malê re radibin û pêdiviyan peyda dikin loma jî zexta mezin li ser wan e." 

Şêwirmenda pêwendiyên malbatî Nadiya Cemal di dawiya axaftina xwe de şîret kir ku li sedemên nakokiyan bigerin û kar li ser rêxistina pêşîneyên malbatê bikin da ku vê rewşa zehemet derbas bikin. Her wiha divê her alî li hev guhdarî bikin û zextên li ser hev di ber çavan re derbas bikin."