Jinên penaber bi çêkirina cer û dîzikên ji heriyê çanda xwe zindî dihêlin

Leyla El-Ramûs a ji heriyê dîzik, den û gelek tiştan li gorî pêdiviyan çêdike da zanîn ku ew despêkê şêwe dide paşê jî xweşik diqelîne ji bo qayîm bibe.

SOHÊR EL-IDLIBÎ

Idlib- Bi her sibeheke nû re, jinên penaber li Idlib û bakurê rojavayê Sûriyeyê diçin axa sor a taybet ji bo çêkirina cêr, dîzik û şerbik û hwd. ji herêmên nêz tînin da ku di çêkirina firaqan de bi kar bînin. Leyla El-Ramûs a 37 salî ku ev 3 sal in tevî malbata xwe, bi hevserê xwe yê bêkar û çar zarokên xwe re ji gundewarên Idlibê koçber bûye û li kampên Sarmeda li Idlibê bi cih bûye dibêje ku wê ezmûna xwe li Idlibê derbas kiriye. Li gorî jêhatiniyên ku ji dapîra xwe girtiye, wê di atolyeya xwe ya biçûk de dest bi tetbîqkirina pîşeyê kiriye û ji bo cihê xebatê nêzî konê xwe ji xwe re cihekî çêkiriye.

Axê dihêrin dişewitînin hevîr dikin dû re datînin ser makîneya fexarê

Ew hemû cureyên dîzik, kûp, cêr û şerbikên biçûk çêdike, ji bo çêkirina wan jî cureyek axa taybet bi kar tîne. Ew axa ku divê pê wan çêbike di nava çalên biçûk û ji cihên taybet ên erdê derdikeve.

Der barê awayê amadekirina axê de, Leyla El-Ramûs tîne ziman ku ew axê bi awayên kevneşopî dihêre bi riya bikaranîna çoyekî berî ku bişewitîne û bistirê, datîne ser makîneya fexar a kevnar ku jê re dibêjin çerxa fexar û dûre tiştên ku çêdike rojeke tam li ber tavê dihêle, beriya ku têxe firina taybet a fexar ji bo ku xwe ji qonaxa dawî re amade bike ew jî qonaxa biraştinê ye bi awayekî rêkûpêk çêdike.

Bi axa teybet a di çalan de tên çêkirin

Der barê kêşeyên ku di çêkirina firaxên Fexar de rastî wê tê de dibêje ku di peydakirina darên agir de yên ku ji bo pêxistina agir ji bo germkirina firinê hewce ne zehmetiyan dibîne. Her wiha di dema pêvajoya lêgerîna axa guncaw de jî tengasiyan dikşîne, zêdebarî wê yekê hewcedariya wê bi navgînek veguhestinê heye. Ji bo bazarkirina hilberînên xwe ku wê motîve dike tiştên hildiberîne li devera ku lê dijî, bifroşe. Dahata madî ya ku bi dest dixe, wekî "rizgarker ji bo jiyana xwe ya belengaz" bi nav kir, ji bo peydakirina pêdiviyên sereke yên malbata xwe xerc dike.

Pîşesaziya Fexar  ji destpêka demsala havînê dest pê dike û heya dawiya wê berdewam dike, da ku ji tîrêjên rojê sûdê werbigirin, ev pîşesazî di zivistanê de bi ser nakeve, ku firax zuwa dibin û dibe sedema şikandina wan.

Gundewarên Idlibê bi çêkirina firaqên ji axê navdar bûn

Pîşesaziya Fexar yek ji wan pîşesaziyên kevn e ku gundewarên Idlibê bi wê navdar bûn û îro piştî navbereke dirêj ketiye rojevê lê bi beşdariya jinan çêdibe. Vê carê piştî qutbûna elektrîkê li piraniya navçeyên Idlibê û pêdiviya gel bi alavên ku xwarinên xwe ji xerabûnê biparêzin heye. Ji bilî çavkaniya dahatê li hemberî kêmbûna derfetên kar jî riyeke hilberînê ye.

Êdî dîmenê nîşandana Fexar li bazaran xuya dibe û di kêliyek de dema mirov li bazarên gundewarên Idlibê digere, hîs dike ku vegeriyaye serdemên navîn. Dikare were gotin ku êdî Fexar di ser lîsteya kelûpelên malê de cih digre û bi alavên din ên metal re ketiye pêşbirkê.

“Gelek kes van firaqên ji axê dixwazin”

Sabah El-Abdo, ya 35 salî, bawer dike ku zêdebûna daxwazên ji bo firaxên Fexar ew e ku bûye sedema zêdebûna hejmara karkerên penaber, nemaze yên ku li derfetek kar digerin.

Der barê karê xwe de jî dibêje ku ew cureyên guldankan çêdike û bi buhayên hevrikî difroşe ku vê yekê jî daxwaz li ser hilberînên wê zêde kiriye, bi taybetî digel pêwîstiya gel ji ava cemidî re bi hatina werza havînê. Jixwe tê zanîn ku Fexar tiştan hênik dike, xwarin û avê ji nepakî û jehrê paqij dike, tamek taybetî û delal dide xwarin û vexwarinên ku di wan firaxan de tên danîn.

Ji aliyê din ve, Meryem El-Raî ku temenê wê pêncî salî ye, ji ber feydeyên mezin ên Fexarê, israr dike ku di havîn û zivistanê de ava vexwarinê bi taybetî ji firaxên axê de vexwe ji ber ku ew wekî amûrên kevneşopî pêşî li enfeksiyonan digrin û mirovan ji nexweşiyan diparêzin.