Hezkirina Hêzil a gulan karaktereke taybet ji bo xebata wê ava kir

Gulfiroş Hêzil Mihemed a 24 salî bi dildariyek mezin gulan difroşe her wiha li gorî daxwazan, her cihî bi gulan dixemsilîne.

 
AVÊSTA HESEN
Qamişlo- Huner di taybetmendiya her mirovek de heye, bi ked û îradeyê ev huner mezin dibe û bi pêş dikeve. Di tevahiya dîrokê de, jin xwedî huner û erka herî pîroz bûne. Têgihîştineke jinan a xwedîderkertina li hunerê heye û bi riya projeyên xwe yên xweser vê hunerê xweşiktir dikin. Hêzil Muhemed jineke bi temenê xwe 24 salî ye ji bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, du dikanên wê yên xemilandin û firotina gulan hene. Hezkirina Hêzil a mezin ji karê wê re, karaktereke taybet ji xebata wê re ava kiriye. Der barê jiyan, destpêkirin û karê xwe de, Hêzil Muhemed, ji me re axivî. 
"Du dikanên min ên gulfiroşiyê hene"
Hêzîl Mihemed destpêkirina kar û xebata xwe wiha şîrove dike: "Ez bi xwe ji bajarê Qamişloyê me û min heya dibistana amadehî xwendiye. Ez du dikanên firotina gulan bi rê ve dibim. Her wiha ez di xemilandina cihê şahî, dawet û hineyê de jî dixebitim. Cesareta min a derbaskirina vî karî hebû û hezkirineke min a xurt ji bo gulan hebû û piştgiriya malbatê jî ji bo min hebû. Ji bo vê yekê ez ji tu kesî bi bandor nebûm û min xwe da pêş. Her wiha çend hevalên min ên jin jî hene û em bi hevkarî vî karî dikin. Di destpêkirina her karî de zehmetî hene lê bi demê re û keda ku mirov dide ev zehmetî jî derbas dibin. Dema mirov xwe bide karê xwe, bi xwezayî mirov bi pêş dikeve û bêtir di karê xwe de aktîf û pispor dibe." 
Li ser medyaya civakî danasîna karê xwe dike
Hêzil Mihemed destnîşan kir ku ew bi riya medyaya civakî karê xwe dide nasîn û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gelek kes bi karê min kêfxweş in û xwestin ez bi wan re kar bimeşînim lê min xwest ez bi xwe cihê xwe ava bikim û bi rê ve bibim. Di sala 2019'an de min kar û xebatên xwe li bajêr hîn mezintir kir. Her wiha malperek min a medyaya civakî heye û ez karê xwe li ser wir jî belav dikim û didim nasîn. Di karê min de tişta herî girîng dirustbûn û paqijî ye, ji ber ku ev her du xal di vî xebatê de girîng in. Pêwîst e di vê karê de mirov ji xwe bawer be û teşwîq hebe da ku di nava civakê de xwe bide îfadekirin. Tiştek pîroz e ku jin ji xwe bawer bin, projeyên xweser ava bikin û hewceyî bi tu kesî tunebe."
Hezkirina wê ya ji gulan re
Hêzîl Mihemed hezkirina xwe ji gulan re wiha îfade dike: "Ez li gorî daxwaza her mirovî gulan dixemilînim. Her wiha hin daxwaz ji min re tên ku ez li gorî kêfa xwe gulan bixemilînim. Ji bo peydakirina pêdiviyan hinek zehmetî tên jiyîn, girtina deriya Sêmalka ji bo karê min jî nebaş bû, karê min hat rawestandin. Ez neçar mam ji bajarên mîna Şam û Laziqiyeyê pêdiviyên xemilandina gulan bînim. Mirovên gulfiroş divê bi baldarî nêzî gulan bibin û parastina gulan bikin, ji ber gul pir hesas in. Tevî van rojên sermayê û barana berfê jî destê min ji van gulan nabe û ez her sibeh berê xwe didim dikanê da ku ez ava gulan biguherînim û li wan miqate bim. Hezkirineke min a mezin ji bo gulan heye û ew ji bo min giyan in divê ev giyan neyê çilmisandin."
Projeyên wê yên ji bo demên pêş
Hêzil Mihemed bal kişand ser projeyên xwe yên demên pêş û wiha bi dawî kir: "Ez bi dildariyek mezin karê xwe bi rê ve dibim. Dema nêrîna min û xemlandina min derbasî gulan dibe hesteke pir kûr dijîm. Ez weke jinek ciwan xwe bi xwe karê xwe bi rê ve dibim û her dem dixwazim karê min baş û serkeftî be. Di dema pêş de ez ê karê xwe hîn berfirehtir bikim. Ez dixwazim piştgiriya her jina ku hunera wê hebe bikim. Divê jin ji xwe bawer bin û hestên xwe yên hunerî derxîn holê da ku armanca xwe pêk bînin."