Tama şîrîniyên Perîsa li Seyîdsadiq ê dengvedaye

Perîsa Altun a ji Rojhilatê Kurdistanê çar sale li gel hevjînê xwe ji bo kar hatine Başûrê Kurdistanê û niha li Seyîdsadiq firoşgehek a şirîniyan vekiriye.

ASUDE MEHEMED
Şarezûr - Perîsa Altun ku xwedî zanîna çêkirina şîrîniyên Rojhilatê Kurdistanê ye li gel hevjînê xwe ji bo kar beriya çar salan berê xwe dane Başûrê Kurdistanê û niha li Seyîdsadiq firoşgehek a şiriniyan vekiriye. Di firoşgeha Perîsa Altun de gelek curên şîrîniyan hene û bi tama destê xwe yê cûda bala şîrînîhezan kêşaye ser cihê xwe. Perîsa Altun a bi germî xelkê pêşwazî dike her roj gelek kes berê xwe didin vê firoşgehê da ku şîrîniyên tam xweş bigirin.
“Tama şîrîniyên me cûdaye” 
Perîsa Altun wiha behsa amadekirina şîrîniyên xwe kir: “Ji beriya hertiştî me giringî da tama cûda û şîrîniyên me em her roj nû çêdikin. Destpêkê weke jin destpêkirina kar zehmet bû ji ber li vêderê gelek jinan kar nedikir karkirina jinan weke şerm di hat ditîn. Lê belê baweriya me bi me hebû me cihê şîrîniyan vekir. Niha hemû kesên vê deverê tên û ji dervejî şîrîniyan siparîş dikin. Di firoşgeha me ya şîrîniyan de ji derveyî kek, gelek curên şiriniyên cûda jî hene, dema kesek tê vêderê pasteyek ji bo rojbûnan dibe pêwîst nake biçe bazarê tiştên din yên ciwankariyê bîne li vêderê hemû tişt peyda dibe û em li gora bikiran pastaya rojbûnê amade dikin. Ez gelek keyfxweşîm ku kar dikim û daxwaza min ji jinan ewe ku bi xwe kar bikin û bi serbikevin.”