Hayde Hesemedin derfetê kar ji bo jinan ava kiriye

Hayde Hesemedin jinek ciwan ya ji Kelarê nêzî 16 salane bi karê dirunê debara xwe dike.

HAWJÎN ŞIKUR

Germiyan - Hayde Hesemedin a 33 salî, runiştvana Kelara Germiyanê, nêzî 16 salane cil û bergên jinan di diru. Hayde Hesemedin ev kar ji xwe re kiriye pîşe, hem hînî jinên ciwanên derdora xwe dike hem jî pê debara xwe dabîn dike.

Hayde Hesemedin di derbarê karê xwe yê diruna cilan de axivî û da diyarkirin ku wê zanîngeh temam kiriye û nêzî 16 salane karê dirunê dike, bi keda xwe kariye nevandekê veke û di wê navendê de hem debera xwe û malbata xwe dike hem jî gelek jinên dinê ji fêrî karê diruna cilan dike û derfetê kar ji bo jinan ava dike û wiha dibêje: “Ez gelek keyfxweşim ku karê xwe bi xwe dikim. Ji ber ez gelek ji karê xwe hez dikim wisan lê hatiye ku her diçe hîn zêdetir û ciwantir şêwazên cil û bergên jinan çêbikim. Daxwaza min ji jinê ciwan ewe bikarin xwe li ser lingê xwe bigrin û karê ku bikarin bikin bila bikin.”