Li Sûr a Amedê "Sûka Jinan" vedibe

Çar jinên ku li Amedê hatin cem hev, li Sûrê “Sûka Jinan” vedikin. Jinan diyar dikin ku amadekarî gihiştiye qonaxa dawî û wiha dibêjin, "Armanca me ew e ku ji jinan re derfetên kar biafirînin."

MEDÎNE MAMEDOLGU

Amed - Çar jinên ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatin cem hev, ji bo jinên navçeyê alternatîfên îstîhdamê peyda bikin û ji bo wan bi jiyana kar bidin qezençkirin "Sûke Jinan" ava dikin. Jinên ku tadîlata mekanekî dîrokî ya kirê kirine bi destê xwe çêdikin, li vê derê bi vêkirina gelek dikanan hem tiştên ku bixwe çêdikin hem jî tiştên ku jinên li derve karên dest dikin bifiroşin. Jinan bi sûka bê vekirîn; armanc dikin ku jinên dixebitin û hilberînê bikin, bi awayekî aştiyane û bê mobîng bixebitin.

“Hemû jinên ku dihilberînin dikarin bixebitin”

Gulistan Aşkin a ku derbarê sûka hatî avakirin diaxivê, heman demê jî wênesaz e. Gulistan Aşkin li ser dîwarên cihê dîrokî ku ji bo sûkê kirê kirine porteyên jinan xêz dike, da zanîn ku di sûka ku wan ava kirine de berhemên wekî destkarî, wêne, bazin û tablo bên firotin. Gulistan Aşkin anî ziman ku jinên ku li navçeyê dijîn, dirûnkerî dike an jî di hilberîne dikarin li sûkê ji xwe re cihekî kar bibînin, diyar kir ku dê mekana wan kirê kirine vê gelek dikan hebin. Gulistan Aşkin diyar kir ku jinên li navçeyê dijîn, karê terzîtî û hilberînê dikin jî dikarin li sûkê ji xwe re cih bibînin, da zanîn ku dê di mekana ku wan kirê kirine de gelek dikan hebin.

"Armanc berfirehkirina qadên karsaziya jinan e"

Gulistan Aşkin, anî ziman ku armanca wan ew e ku bi vê sûkê re qadên kar yên jinan ên teng berfireh bikin û wiha got: “Em ji bo jin bêyî ku rastî mobîng û tundiyê bên, di warê xwe de bixebitîn û jî vê hem hêza aborî hem jî manewî werbigrin ketin vê rêyê. Me avahiyek dîrokî dît û em niha li wir in. Wek jin xebatên restorasyon û sererastkirina vê avahiyê me çêkir. Hemû tadîlata avahiyê me çêkir. Di hûndirê avahiyê de dê dikanên ku hunerên destan ên cuda bên firotin hebe û jin jî bikaribin di van dikanan de bixebitin.”

"Em bi gotina wêrekî belavkar e ava dikin"

Gulistan Aşkin dibeje ku ew bi avakirina vê sûkê re bang li jinan dikin, diyar kir ku ji bo nîşan bidin jin dikarin çi bikin wan dest bi vî karî kirine. Gulistan Aşkin di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku em vê dikin, armanca me ne ew e ku em ji çanda mêraniyê re bibêjin, ‘binêrin em jin in, lê em dikarin vê jî bikin". Rewşekî ya me ku em xwe bi wan re bidin îspatkirin jî tune ye. Lê em ji dil û can dixwazin ku jin dengê me bibihîzin. Wekî polîtîkayên tirs an jî tepisandinê wêrektî jî belavkar e. Ji ber vê sedeme em hewl didin xwe li jinan bidin îspatkirin.

“Em jinên navçeyê vedixwînin sûkê”

Gulistan Aşkin diyar kir ku divê jin ji malên ku di pişta wan de bûye bar rizgar bibin û serxwebûna xwe ya aborî bigrin destên xwe. Gulistan Aşkin, ev bang kir: “Bi taybetî em dixwazin jinên li Sûrê hêza xwe ya aborî bigrin destên xwe. Em dixwazin jin ji van malan derkevin, hêzên xwe bigrin destên xwe û bibînin ku ne neçarê mêran in. Bi taybetî em li Sûrê bi gotina 'wêrekî belavkar e' derdikevin vê rêye. Sûka me piştî amadekariyên xwe yên dawî dê di nava hefteyekê de bikeve meriyetê. Em hemû jinên navçeyê vedixwînin sûke.