Di Firoşgeha Nan û Şîrîniyên Helepçe de xwarinên bi tam tên amadekirin

Xwediya Firoşgeha Nan û Şîrîniyên Helepçe Nexşîn Namiq da zanîn ku wan di heftemîn salvegera firoşgeha xwe de beşek din a amadekirina xwarinên Kurdewarî zêde kiriye û her diçe li ser daxwazan xebata wan berfireh dibe.

MIHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Helepçe- Di Firoşgeha Nan û Şîrîniyên Helepçe ya berî heft salan hatî vekirin de gelek curên xwarinên Kurdewarî tên amadekirin. Li gora xwestekên hemwelatiyan xwarinên bitam ên firoşgehê digihînin destê wan û di heman demê de dişînin ji derveyî bajar jî. Di biniya firoşgehê derfetê kar ji bo gelek jinan hatiye avakirin, ku debara jiyana xwe bi vî karî dikin. Xwediya Firoşgeha Nan û Şîrîniyên Helepçe Nexşîn Namiq di derbarê karê xwe de ji ajansa me re axivî.
“Ev firoşgeh sal bi sal mezin bû”
Nexşîn Namiq da zanîn ku ew li ser daxwazên welatiyan nan û xwarinên herêmî çêdikin û got: “Beriya şeş salan me di bajar de froşgeh vekir. Em li gora pêwîstiyan nan û xwarinên herêmî ji bo nava bajar û derveyî bajar amade dikin û dişînin. Ev firoşgeh sal bi sal mezin dibe. Destpêkê me nanê hewremanî û kade çêdikir, piştre me beşê şirînî vekir û niha jî me beşê çêkirina xwarinên Kurdewarî lê zêde kiriye. Berhemên li vê firoşgehê li gora xwestekên welatiyan em nan, xwarin û şirîniyan amade dikin.”
“Di firoşgehê de 30 jin dixebitin”
Nexşîn Namiq li ser cureyên xwarinên çêdikin jî ev tişt got: “Xwarinên ku em amade dikin eprex, biryanî, filefil, kube û birinc e. Em bi xwe li gora siparîşan digihînin destê welatiyan. Me bi vî karî kariya derfetê kar ji bo zêdeyê 30 jinan ava bikin û ji bo ew jî bikarin debara xwe bikin. Daxwaza min ji bo jinan ewe ku hemû di qada kar de cîh bigirin û pirojeyên nû derxin. Me di salvegera firoşgeha xwe de xwarin ji bo nexweşxaneya Eneb amadekir. Daxazê ji jinan dikim ku ji tu karan netirsin û ew karê ku pê keyfxweş dibin bikin hem ji bo bikarin debara xwe bikin û hem jî ji malê derbikevin ji derve.”