Ayşa Nûr ji bo xwe di pîşeya xwarinên deryayî de bi pêş bixe têdikoşe

Li ser sedema hilbijartina pîşeya firotina xwarinên deryayê Ayşe Nûr dibêje: "Ji ber ku min jê hez dikir min ev pîşe hilbijart. Ji 16 saliya xwe ve ez ligel xaltiya xwe çûm vê sûkê. Wê demê min hewl dida ku li vê dinyayê bigerim.."

HENAN HARIT

Mexrib- Jinên Mexribî dikaribûn bikevin bazara kar a azad û tevî dijwariya wê jî tê de bi ser ketin. Wan îsbat kirin ku ew dikarin li hemberî şert û mercên dijwar li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Wekî mînaka Ayşa Nûr, jina ciwan a di bîst saliya xwe de, têkoşiya ji bo hebûna xwe di warê firotina xwarinên deryayê de îsbat bike. Hêza wê ya kesayetî û îradeya wê li pişt serkeftina wê bûn.

Motîvasyona ji bo hilbijartina firotina xwarinên deryayê

Di hundirê sûka Marche Central de ku yek ji kevintirîn û navdartirîn bazarên bajarê Dar EL-Beyda yê Mexribê ye, dikana Ayşe Nûr heye ku wê ji bo firotina xwarinên deryayê veqetandiye. Ew bi bişirîneke bi aram me pêşwazî dike ku bawerî û bextewariya wê diyar dibe. Awayê ku ew xwarinên deryayê di sindoqan de rêz dike, dihêle mirov fêm bike ku ev jina ciwan bala xwe dide hûrguliyên herî biçûk.

Li ser sedema hilbijartina pîşeya firotina xwarinên deryayê Ayşe Nûr ji ajansa me re wiha got: "Ji ber ku min jê hez dikir min ev pîşe hilbijart. Ji 16 saliya xwe ve ez ligel xaltiya xwe çûm vê sûkê, ew xwarinên deryayê difiroşe. Wê demê min hewl dida ku li vê dinyayê bigerim, ez zarok bûm, ji dikanekê diçûm dikaneke din, min li xaltiya xwe û her wiha li bazirganan temaşe dikir ku ew çawa bi masî û xwarinên deryayê re mijûl dibin, vê yekê jî girêdana min a bi van mexlûqan re zêde kir.”

“Di dema pandemiya koronayê de, ez fikirîm ku ji xwe re cihekî kar bibînim û dest pê bikim. Ji ber bandorên neyînî yên ku pandemiyê li malbatên li deverên cihêreng ên cîhanê û tevî Mexribê, kiriye, ez fikirîm ku projeya xwe ya taybet saz bikim. Wê demê fikra min tevlihev bû. Min tu projeyek nizanibû ku bikaribe di vê heyamê de li ber xwe bide, ji ber vê yekê ez li ser firotina cilan, an vekirina dikanek berber fikirîm lê di dawiyê de fikra vekirina dikanek xwarinên deryayê di serê min de bi cih bû ji ber ku min ji vî warî fam dikir.

Zehmetî û dijwarî

Ayşa Nûr bi hemû îrade û azwerî dixebitî ku projeya xwe bi ser bixe, nemaze ji ber ku wê ew bi hevahengiya bi pandemiya koronayê re mabû ku ew bi xwe re rûbirûyê dijwariyek mezin kir, dest pê kir da ku ji civakê re îsbat bike ku jinên Mexribê, şert û merc çi bin, dikarin astengiyan derbas bikin û bi her pîşeyî re, çiqas dijwar be, bi ser bikevin. Bi taybetî ji ber ku mijûlbûna bi xwarinên deryayê yên wekî mehar, habar, û octopus, teknîkên taybetî û zanîna baş hewce dike.

Têkildarî zehmetiyên ku rastî wê tê weke jinek di vî warî de dixebite jî bi bişirînekê got: "Ez bi gelek zehmetiyan re re rû bi rû mam. Ezmûna min mîna zarokeke biçûk e ku dixwaze bimeşe û paşê diterpile. Qonaxên ku ez tê de derbas bûm dema min di vî warî de dest bi xebatê kir min dît ku gelek in lê min dikaribû, bi dijwarî hemû astengiyên ku bi wan re rû bi rû mame derbas bikim. Daxwaza min dê her dem ew be ku xwe di vî warî de ferz bikim û ez hêvî dikim ku di vî pîşeya dijwar de domdar bimînim. Têkiliya bi mehar re hêzek mezin dixwaze.”

“Jin dikarin di her pîşeyê de bixebitin”

Geşta Ayşa Nûr a rojane, serê sibê bi xwarinên deryayê dest pê dike û heta êvarê berdewam dike li ser wê yekê dibêje: "Tiştê ku min îdare dike bidawîbûna mîqdarê ye, ji ber ku divê mîqdarên bisînor bin da ku bi min re xera nebin û ez dildar im ku xwarinên deryayî yên bi kalîte peyda bikim, ji bo ku xerîdarên xwe biparêzin.”

Ayşe Nûr di dawiya axaftina xwe de peyamek ji jinan re şand û wiha got: "Jin ger xwedî kesayetek xurt û xwedî azwer bin dikarin bi ser bikevin û her jinek ku di jiyana xwe de armancek wê hebe divê li ser vê mijarê bisekine, bigihîje armanca xwe. Divê wêrek bin û tirsê ji jiyana xwe rakin. Divê em mîna marê ku astengiyan derbas dike, giraniyê bidin ser derbaskirina wan û nefikirin ku dê bikevin lewma divê jin armancên xwe daynin holê û bêguman dê bi ser bikeve.”