Li gundê Um-El Rebîh ê Amûdê projeya jinan a xwedîkirina mirîşkan

Endama Rêveberiya Aboriya Kongreya Star Şehnaz Îbrahîm têkildarî vekirina projeya xwedîkirina mirîşkan ji bo jinên Ereb li gundê Um-El Rebîh ê Amûdê wiha got: “Projeya xwedîkirina mirîşkan yek ji projeyên me yên di nava plana sala 2022’an de bû."

ROJ HOZAN

Qamişlo -Yek ji hîmên bingehîn ên domandina jiyanê afirîneriya jinan e û ev yek jî zêdetir li gundan tê xuyakirin. Mirov çiqas di aliyê aborî li civaka xwe xwedî derbikeve ewqas dibe xwedî berhem û dewlemend dibe. Aboriya Kongreya Star a Herêma Cizîrê ji bo jinên Ereb projeyek xwedîkirina mirîşkan bi pêş xist. Ev proje li gundê Um-El Rebîh ê girêdayî navçeya Amûdê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye pêşxistin. Di projeye de 8 jinên Ereb cihê xwe digrin û bi qasî 80 mirîşkî xwedî dikin yanî her jinek dikare 10 mirîşkan xwedî bike û berhemên wê ji bo malbata xwe bi kar bîne. Armanca vekirina vê projeye xwedîderketina li xwestek û berhemên jinan e her wiha alîkariya wan a di aliyê madî de ye da ku jin bikaribin xwe li ser lingan bigrin û muhtacî tu kesî nebin. Têkildarî naveroka projeyê û armanca wê jinên ku di projeye de cih digrin ji me re axivîn.

“Armanca me xwedîderketina li berhem û keda jinan e”

Rêveberiya Aboriya Kongreya Star a navçeya Amûdê Şehnaz Îbrahîm têkildarî vekirina vê projeyê wiha dest bi axaftina xwe kir: “Projeya xwedîkirina mirîşkan di gundan de yek ji projeyên me yên plana sala 2022’an bû, me xist pratîkê. Weke xwedîderketina li berhemên jinan me projeya xwe ji gundan dest pê kir, ji ber ku di gundan de derfetên xwedîkirina ajalan bêtir in.  Me dixwest em derbasî gundên ku bi taybetî Ereb lê dijîn bibin û jinên gund tevli projeyan bikin da ku bibin xwedî aboriyek xweser. Jixwe aboriya jinan her ji armanên wê yên esasî ne, xwedîderketina li berhem û keda jinan ji bo me girîng e. Em dixwazin jin destê xwe li ber tu kesî venekin û bi xwe xweseriya xwe ya madî bi dest bixin. Her çiqas em bêjin dem û zeman bi pêş ketiye jî heta niha hin jin hene ji ber zehmetiyên rewşa aborî rastî kiryarên bi êş tên. Em dixwazin hemû zanebûnên şaş ji ser jinan rabikin û wan weke jinên xwedî ked û jiyan bidin nasîn. Ji bo vê mijarê, em projeyên wiha bi sûd ji bo jinan bi pêş dixin.”

“Jin bi xwestekên pir mezin tevli projeye bûn”

Şehnaz Îbrahîm behsa naveroka projeyê û pêşveçûna wê kir û wiha domand: “Projeya me ji du beşan pêk tê her 4 jin 40 mirîşkan xwedî dikin yanî bi giştî 8 jin in û 80 mirîşkan xwedî dikin. Destpêkê me mirîşk ji jinan re kirîn û xwarina wan pêşkêş kir ji bo jin wan mirîşkan xwedî bikin. Heya li xwe zêde bikin û berhemên wê jî dikarin ji bo malbata xwe bigrin. Jin bi xwestekên pir mezin tevli projeye bûn û niha jî di merheleya berhemdayînê de ne. Em ji hemû aliyan ve alîkariya jinan dikin, peymana me bi wan re heya salekê ye. Piştî wê ev jin dê mirîşkên me li me vegerînin û zêdebûna van mirîşkan yanî çiqas çêçik derxistbin yan jî hêkên wan firotibin ev dimîne ji wan re. Bi vê yekê em dikarin bibêjin jin hem debara xwe pê dike hem jî aboriya xwe ya xweser ava dike. Mirovên kedê bidin wê sûd bigrin. Banga min ji bo hemû jinan heye ku tevli koopratîfan bibin û aboriya xwe bi destên xwe xurt bikin.”

“Aboriya Kongreya Star bi projeyê sûdeke pir xweş li me kir

Endama koopratîfê Cenîn Al- Elî der barê tevlibûna xwe ya projeya xwedîkirina mirîşkan de wiha got: “Bi rastî pêwîstiya me bi projeyek wiha pir hebû ji ber ku piraniya jinên gund koçberên bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî ne. Ez û 3 jinên din ji malbata xwe di projeyê de cih digrin û mirîşkên xwe bi hev re xwedî dikin. Ev gaveke baş bû ji bo me hemû jinan ji ber ku bi rastî tu kar di destên me de tunebû û di aliyê madî de jî rewşa me lawaz e. Aboriya Kongreya Star sûdeke pir xweş li me kir, niha em mirîşkên xwe xwedî dikin û bi berhemên wê debara mala xwe dikin. Ji berê ve em li gundan ajalan xwedî dikin û dizanin li wan baldar bin. Ji ber wê ewqas zehmetiyên me nîn in tenê di aliyê peydakirina elef de caran em zehmetiyan dikşînin. Niha hîn projeya me nû ye yanî bi qasî çend mehan e dest pê kiriye, hin ji mirîşkên me rûniştine yanî wê çêçikan derbixin û hin jê hêkan dikin em bi berhemên wan malbata xwe xwedî dikin û difroşin. Ez kêfxweş im tevli projeyek wiha bûme bi hêviya projeyên hîn mezintir ji bo me tevahî jinan werin vekirin da ku em bi xwe aboriya xwe bi rê ve bibin û pêwîstiya me bi tu kesî tunebe.”