Parêzer Rozîv Kino: Divê zimanê Kurdî di yasayê de bikeve bin temînatê

Têkildarî biryarnameya 13 a hikûmeta demkî ya li ser zimanê Kurdî, parêzer Rozîv Kino got ku divê zimanê Kurdî ji nijadperestiyê were parastin û gelek gavên zagonî-destûrî werin avêtin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Hikûmeta demkî di 27’ê Tebaxê de biryarnameya 13’an a der barê zimanê Kurdî de ragihand. Biryarnameyê di gelek waran de rojeveke mezin ava kir ku gelê Kurd naveroka wê têrker nedît weke çewisandina mafên ziman, çand û nasnameyê bi nav kir.

Parêzer Rozîv Kino li ser biryarnameyê û naveroka wê ya zagonî nirxandin kir.

*Piştî biryarnameya ku ji aliyê hikûmeta demkî ve li ser zimanê Kurdî derket, bû rojeva sereke li Rojavayê Kurdistanê. Bi nêrîna we ev biryarname çawa ye, xwedî naverokeke bi çi awayî ye û aliyên wê yên hiqûqî di çi astê de ne?

Biryarnameya 13 ku ji aliyê serokê hikûmeta demkî ve îsal hat derxistin, gelek xalên wê der barê rewşa zimanê Kurdî de li Sûriyeyê hebûn. Li gorî xalên ku hatine ragihandin Kurd weke pêkhateyeke kêmjimar hatine destgirtin. Di heman demê de zimanê Kurdî weke zimanekî niştimanî yê Sûriyeyê û mafê  xwendinê hat pejirandin lê me dît ku xwendina bi zimanê Kurdî bi herêmên Kurdan re hat sînordarkirin û weke zimanekî hilbijartî hat nîşandan. Ji bo vê jî weke zimanê duyemîn tê destgirtin, çawa li kêleka zimanê Erebî xwendekar dikarin zimanekî cuda jî hilbijêrin, Kurdî jî bi heman nêzikatiyê re rû bi rû ma.

Sûriye di pêvajoyeke guherînê û demkî re derbas dibe, ji bo vê jî biryarnameyên ku ji aliyê serokê demkî yê Sûriyeyê ve derdikevin dikevin bin gumanê û temînata wan di pêşerojê de tune ye. Çima? Ji ber ku ger em li gorî pîvanên pêvajoyên demkî biçin, dibe ku di pêşerojê de dema hikûmet li Sûriyeyê temam bibe û destûr were ragihandin, hemû biryarnameyên kevin bikevin xeterê û serokatiya nû bikaribe hemûyan betal bike, sererast bike û hwd. Lewre di vî warî de zimanê Kurdî dikeve metirsiyê û mirov nikare bi teqezî bibêje Kurdan mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê zikmakî girtin.

Gelê Kurd beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî her dem ji bo zimanê xwe di nava têkoşînê de bû, diparastin, dixwendin û xwe fêr dikirin. Di serdema rejîma Baasê de gel bi rengekî veşartî zimanê xwe diparast û tevî hemû astengiyan jî fêr dibûn. Di heman demê de Kurdî zimanekî dewlemend e û ev 15 sal in materyalên wê ji hemû aliyan ve hatine amadekirin û tên xwendin. Yanî zimanê Kurdî ji mijara fêrbûna xwendin û nivîsandina wê derbasî zimanê materyalên wêjeyî û zanistî bû. Heta gelek nifş jî li ser vê materyalê xwendin û derçûn. Ji bo vê jî sînordarkirina zimanê Kurdî bi çend waneyên li dibistanan bi tu awayî nabe.   

*Wekî tê zanîn gelek hevpeymanên navdewletî yên ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê hene. Ev hevpeyman çi ne û ji bo Sûriyeyê heta kîjan astê derbasdar in?

Di cîhanê de pergaleke wisa heye, di nava statuyek de ger ji bilî zimanê fermî zimanên cuda hebin hinek hevpeyman û zagon hene ku mafê wan netewan ê xwendin û perwerdeya bi zimanê xwe yê resen misoger dike. Bêguman di vî warî de divê destpêkê em cudahiya di navber zagon û raghandina wê de ji hev derxin. Eger mafê xwendina bi zimanê dayîkê were ragihandin were destgirtin, temînata wê namîne û weke nivîskî derbas dibe, nakeve meriyete. Neteweyên Yekbûyî di sala 1992’an pejirandiye ku neteweyên cuda yên di nava statuyê de mafê wan ê xwendin û perwerdeya bi zimanê dayîkê heye. Ji bilî ragihandinên NY’ê, hinek hevpeyman û lihevkirinên din ên der barê mafê ziman de hene. Li gorî UNESCO di sala 1960’an de, nijadperestiya li hemberî zimanan red dike û statuya netewan dipejirîne. Her wiha di ragihandina mafên zarokan de jî teqez dike ku divê zarok bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û perwerde bibin, bi dehan hevpeyman û ragihandinên din jî hene. Ger em li Rojhilata Navîn mêze bikin, em ê bibînin ku ev zagon, hevpeyman û ragihandin di nava statuyên xwe de pêk naynin heta nijadperestiyeke mezin jî li hemberî ziman û netewên din raber dikin.

*Kurd dibêjin ku divê ziman ne tenê netewî be, di heman demê de divê fermiyeta wê jî hebe. Di vê wateyê de daxwazeke çawa xwe dide der û divê çi were kirin?

Li gorî biryarnameya 13’an Kurdî ne wekî duyemîn zimanê fermî yê Sûriyeyê ye weke zimanekî niştîmanî hatiye ragihandin. Jixwe Sûriye di statûya xwe de navê komara Erebî ya Sûriyeyê bikar tîne. Ger em vê mijarê tenê jî bigrin dest em ê wate bidin metirsiyên di warê ziman de. Ger em li manşeta sereke ya vê mijarê binerin tê dîtin ku zimanê Kurdî bi wateya niştîmanî derfet dide weke zimanekî hilbijartî pê bixwînin lê dîsa jî zimanê Kurdî nebûye zimanekî fermî yê Sûriyeyê. Divê em cudahiya di navbera niştîmanî û fermî de bizanibin. Ziman niştimanî be, mafê wê netewê heye pê bipeyîve û weke netew hebûna xwe diyar bikin. Lê ger fermî be wê demê di hemû mijarên fermiyeta Sûriyeyê de tê bikaranîn. Ji bo vê jî ger em bala xwe bidinê em ê bibînin ku niha gelek pirsgirêk di vî warî de derdikevin, hê jî di mijarên fermî de zimanê Kurdî ji holê radibe û Erebî dikeve şûna wê.

*Weke parêzereke Kurd li gorî we di vê pêvajoyê de û bi taybetî ji bo ziman pêwîst e têkoşîn û xebateke çawa were kirin?

Em di pêvajoyeke demkî re derbas dibin û demeke wisa ye ku gelek binpêkirinên qanûnî çêdibin. Her wiha heta niha qanûnên heyî form negirtine ku yek ji wan jî destûra Sûriyeyê ye. Di heman demê de di ragihandina destûrî de jî gelê Kurd weke pêkhateyek hatiye pênasekirin. Wekî ku li vê herêmê koçber in û ne hemwelatiyên wê yên resen in. Ji bo vê jî di ragihandina fermî de xeterên li ser ziman û nasnameya gelê Kurd zelal dibe. Ji bo vê jî çi tê xwestin? Divê di destpêkê de madeyeke taybet di destûrê de li ser zimanê Kurdî hebe ku ev ziman fermî be û Kurd weke netewa duyemîn di Sûriyeyê de werin pejirandin. Ji ber ku piştî gelê Ereb, hejmara mezin Kurd in li Sûriyeyê. Ya duyemîn divê di hemû parêzgehên Sûriyeyê de zimanê Kurdî were xwendin û bi herêmên Kurdan re sînordar nemîne. Her wiha divê yasa ji bo parastina zimanê Kurdî ji nijadperestiyê hebe ku yên binpêkirinan bikin wekî sûcdar werin dîtin. Bi taybetî li Rojhilata Navîn nijadperestiya li hemberî netewên din pir zêde ye û di asta tunekirinê de siyaset tê meşandin. Li aliyekî din jî di Meclîsa Gel a Sûriyeyê de divê di demên şêrwirmendiya di warê destûrî de ev hemû xal bi baldarî werin nîqaşkirin, destûreke nûnertiya pirrengiya Sûriyeyê û mafên hemû netewan bike, were avakirin.