Welatiya Bahaî Parîsa Eslamî hate girtin û şandin girtîgehê
Parîsa Eslamî ya li bajarê Karaj ê Îranê dijî, bi hinceta "çalakiyên perwerdeyî û propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî" hate binçavkirin û ji bo bicihanîna cezayê wê şandin girtîgeha Kaçuyî.
Navenda Nûçeyan – Hemwelatiya Bahaî Parîsa Eslamî ya li bajarê Karaj ê Îranê dijî, bi armanca bicihanîna cezayê girtîgehê ya der barê wê de hatibû dayîn, hate binçavkirin û wê şandin Girtîheha Kaçuyî.
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, Parîsa Eslamî di 27ê Îlonê de hate binçavkirin û ji bo bicihanîna cezayê xwe ji Girtîgeha Kaçuyî ya li Kerecê re hate veguhestin.
Parîsa Eslamî, berê bi sûcdariya "çalakiyên perwerdeyî û propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî" li Dadgeha Şoreşger a Kerecê hatibû dadgehkirin û mehkûmê cezayê girtîgehê hatibû kirin. Danişîna der barê sûcdariyê li dijî wê de, di Cotmeha 2023’an de pêk hatibû.
Mala wê hatibû lêgerîn kirin û amûrên wê yên elektronîk hatibûn desteserkirin
Hate ragihandin beriya ku der barê Parîsa Eslamî de doz bê vekirin, di Tebaxa 2022’an de mala wê ji aliyê erkdarên Wezareta Îstîxbaratê ve hatibû lêgerînkirin û hinek amûrên wê yên elektronîk hatibûn desteserkirin.
Parîsa Eslamî ya di Adara heman salê de ji bo Dozgeriya Giştî û Şoreşger a Kerecê hatibû gazîkirin, li vir têkildarî sûcdariyên li dijî îfade dabû û der barê wê de lêpirsîn hatibû meşandin.