Malbatên girtiyên Îranê ji aqubeta zarokên xwe bi fikar in

Bi serhildanên Îranê re bi deh hezaran kes hatin girtin. Gelek malbat bang li aliyên pêwendîdar kirin û gotin ku ger tiştek neyê kirin dibe ku zarokên wan werin kuştin.

HÎMA RAD

Sine – Piştî qetilkirina Jîna Emînî, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanên ku bi dirûşma ‘Jin Jiya Azadî’ dest pê kirin tevî hemû zextên rejîmê berdewam dikin, di encama serhildanan de bi deh hezaran hemwelatî hatin girtin û wan avêtin girtîgehan, aqubeta gelek ji wan nayê zanîn. Malbatên girtiyan diyar dikin ku ji zarokên xwe tu agahiyan nagirin û di vê rewşê de nizanin serî li riyek çawa bidin.

‘Dema keça min dihat malê hat revandin’

Dayika ku keça wê hatiye girtin S.H.Q diyar kir ku keça wê du meh in girtiye û got: “Keça min 23 salî ye û xwendekar e. Nêzî du mehan e di girtîgehê de ye. Ez çûm gel gelek dadgeran lê belê der barê aqubeta keça xwe de min tu agahî negirt. Ez çûm Shahramfarê û wan got ne li vê derê ye. dema ku keça min dihat malê hat revandin, piştî 5 rojan em hîn bû ku keça min hatiye revandin. Aqubeta keça min ne diyar e û ez ji vê yekê gelek bi fikar im. Piştî ku me serlêdana gelek cihan kir, rojekê keça min li min geriya, em tenê çend saniyeyan axivîn. Got ez hatime girtin, dema keça min li min geriya û min dengê wê bihîst hemû dinya bû ya min. Ez gelek bi aram bûm.”

‘Ez bi fikarim’

S.H.Q diyar kir ku keça wê 15 rojan li navenda Muhafizên Şoreşê ya Shahramfar a girêdayî Sine hatiye girtin û wiha got: “Em kengê diçûn wê derê rastî bersivên çors dihatin, tiştek ji me re nedigotin. Ez kurê xwe û hevjînê xwe me li derî xist û piştre ji me re gotin em ê xeber bidin we. Rewşa me ya madî nebaş e, niha ji bo ku keça me were berdan wê kefaletek çawa bixwazin, yan jî wê berdin an na ez bi fikar im. Keça min ev mehek e di girtîgehê de ye û em li bendê ne bi kefaleta 500 milyon tumenê Îranê were berdan.”

‘Min ew pir bihêz û bi îrade dît’

S.H.Q. destnîşan kir ku li gorî hîn malbatên girtiyan bi şanstir e wiha got; “Em dîsa bi şans bûn, ez hinek malbatan dinasim ku hê agahiya wan ji zarokên wan nîn e, nizanin ka mirî yan sax in. Ev malbat di nav êşek mezin de dijîn. Ji ber ku gef li me tê xwarin me nexwest rewşa zarokên xwe li ser ragihandinê parve bikin. Destpêkê ez wisa fikirîm ku keça min mirî ye, paşê tirsiyam ku destdirêjî lê hatibe kirin. Min tenê du caran ew dît. Baş e ku keça min got ew rastî destirêjiyê nehatiye. Min ew pir bi hêz û bi îrade dît.”

‘Divê malbat bi îsrar bin’

T.K. ya yek ji dayika girtiyek din e got ku lawê wê li Girtîgeha Navendî ya Sineyê tê girtin, piştî şopandinê û bazdana ku 10 rojan ajot hîn bûne ku li Shahramfarê tê girtin û wiha got: “Min xwest ez biçim wê derê lê destûr nedan. Dema min dît ku telefona lawê min girtiye ez fikirîm ku ketiye destên leşker û polîsan. Ji ber ku lawê min piştgiriyê dida serhildanê. Li hemberî zilma rejîmê ya li dijî gel, çav nedigirt. Ji bo wê ez bi fikar bûm. Ez ji vir bang li hemû malbatan dikim ku ji bo aqubeta zarokên xwe bi israr bin. Ji ber ku di rejîm û polîsan de hestên mirovbûnê nîn in. Dibe ku zarokên me bikujin.”