Careke din cezayê kiryarê êrişa zayendî hat daxistin!

Di doza ku der barê Engîn T. ê ku li dijî zarok êrîşa zayendî pêk anî hat vekirin de, daraza mêr dîsa me matmayî nehişt. 20 sal cezayê girtîgehê yê kiryarê êrîşa zayendî yê ku tevli danişînê nebû daket 16 sal û 8 mehan, kiryar dîsa nehat girtin!

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li navçeya Çinara Amedê mêrê bi navê Engîn T. bi awayekî pergalî li dijî zaroka ku gefa mirinê xwar êrîşa zayendî pêk anî. Piştî ku bûyera êrîşa zayendî ya di Cotmeha 2020'an de hat jiyîn sewqî dadgehê hat kirin, Engîn T. xeyrî mewqûf (kesê ku bêyî bê girtin tê darizandin) hat darizandin û tenê carek bi riya Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) tevli danişînan bû. Engîn T. bi hincetan tevli danişînin din nebû. Di encama darizandinê de 20 sal cezayê girtîgehê ku ji Engîn T. re bi sûcê “êrîşa zayendî ya bi awayekî zincîrî” hat dayîn, bi hinceta “helwet û tevgera bersûc a di pêvajoya darizandinê de” daket 16 sal û 8 mehan.

Dayika kiryar ji zarok re got: Dengê xwe dernexe!

Li gorî hûrgiliyên bûyera li Çinarê hat jiyîn, zaroka mexdûr li gundê diçe rastî gefa kuştinê ya kesê bi navê Engîn T. tê. Zaroka ku bi zexta çekê rastî êrîşa zayendî tê, ji bo rewşê ji malbata xwe re nebêje bi gef xwarînê tê hişyarkirin. Dayika kiryar Engîn T. agahiya wê ji êrîşa zayendî çêdibe, ji zarok re dibêje "Em ê ji xwe we bizewicînin, dengê xwe dernexe.” Piştî ku zaroka mexdûr bûyer ji malbata xwe vedibêje, bûyer sewqê daraze tê kirin.

Êrîşa zayendî bi raporan hat piştrastkirin

Piştî ku lêpirsîna li Çinarê dest pê kir bi neşopandinê bi encam bû, parêzeran dosya birin Amedê. Hat diyarkirin ku tevî gilîkirinê jî bersûc tenê rojek di binçavan de maye û tevahiya pêvajoya darizandinê jî serbest hatiye berdan. Îfadeya ku di pêvajoya darizandinê ya 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat destpêkirin de bi amadebûna pedagog hat girtin û raporên ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hatin amadekirin jî êrîşa zayendî ya hat jiyîn, piştrast kirin. Di serdegirtina mala bersûc de çeka di îfadeya zarok de cih digirt, hatin dîtin.

Malbata zarok jî di bin gefan de ye

Li gorî agahiyên heyî, di qonaxa lêpirsînê de bersûc Engîn T. û malbata wî gelek caran hin kesan dişînin cem malbata zarok û bi van gotinan gef li malbatê dixwin: “Em ê wan bizewicînin, hûn jî dev ji doza xwe berdin. An hûn ê wan bi hev re bizewicin an jî em ê keçikê birevînin.” Malbata ku ji ber gefan neçar ma ji cihê xwe koç bike, vê carê jî bi van gotinan gef hat xwarin: “Ger kurê me bikeve girtîgehê, em ê jî kurê we bikujin."

Ji Engîn T. re daxistina 'helwest û tevgera baş!’

Piştî ku darizandin du sal domiya, encama danişîna dosyayê di 29’ê Kanûna 2022’an de hat dîtin. Di 6'emîn danişîna ku biryar hat dayîn de bersûc bi hinceta li leşkeriyê ye tevli danişînê nebû. Bersûc di tevahiya pêvajoya darizandinê de 6 danişînan tenê bi SEGBÎS'ê tevli danişînek bû, ji danişînên din re bi hincet nîşandanê tevli nebû. Di danişîna ku dozger daxwaza girtinê kir de, heyeta dadgehê bi sûcê “êrîşa zayendî ya bi awayekî zincîrî” ' 20 sal cezayê girtîgehê da. Heyet piştre ji bo bersûcê ku carek jî wek fizîkî tevlî danişînan re nebû re, bi gotina "Helwet û tevgera bersûc a di pêvajoya darizandin de” ceza daxist 16 sal û 8 mehan.

Dê biryar bê îtîrazkirin

Di dosyaya ku biryara berdewamkirina rewşa bê girtin a bersûc hat dayîn de, hat hînbûn ku malbata bersûc bi devkî êrîşî parêzerê zaroka mexdûr Fatîh Aslan kiriye. Hat diyarkirin ku êrîşa fizîkî ji aliyê polîsên li salona danişînê ve hatiye astengkirin, Parêzer Fatîh Aslan ku der barê mijarê de hevdîtin pêk anî, wiha got: “Dosya 2 sal zêdetir e berdewam dike. Di tevahiya darizandinê de bersûc derneket pêşberî tu heyeta dadgehê. Ruxmê ku derneket jî ji ber helwest û tevgerên xwe cazayê wî hat daxistin. Dema ceza li ber çavan tê girtin divê bersûc demildest hatibûya girtin lê nehat girtin. Di danişîna dawî de jî bi hinceta li leşkeriyê ye tevli danişînê nebû. Malbata mexdûr heta niha jî ji aliyê din ve rastî gefan tê. Em ê li dijî biryara hat dayîn, îtîraza bikin.”